Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
kurda ko dikeve pê kurikekî tirk - tirşik
kurda ko dikeve pê kurikekî tirk

Navê mijarê ya ewil ev bû:kurda dikeve pê kurrikeke tirk
(4) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. mehd û mirûzê xwe tirş û tehl nekin camêrno.. rastiyek beş û bel û beloq ya me ye kurdan e ev.. bi taybetî jî keçikên nexwendî yên ji gundan minêkar in ku bi serbazeke tirk re bizewicin û li gorî normên jiyaneka bajarî jiyana xwe di ber û himbêza mêrên tirk de bidomînin.. ji cizîrê çend kes hene ez nas dikim ku keçên xwe dane esker û serbazên tirk.. bi taybetî jî keçên koçeran yên li cizîrê miriyên bejn û bala serbazên tirkan e..



31.08.2013 18:27 | endazer

2. kurda ku ketiye heyra qutiya boyaxa xwe.



31.08.2013 20:46 | înano lo

3. tiştekî normal e. çi ferq he ye Kurd an tirk?



01.09.2013 13:35 | firat

4. (bnr: kurikekî)



13.11.2013 01:47 | saladin

5. dema mirov dane ber kurdê dikeve pê keçikeke tirk, hejmara wan gelek hindik e.

ger bixwaze dikare dev ji vî karî berde û here bi kurdê dikeve pê keçikeke tirk re bizewice. herdû jî wê xwe ji vî belayî xelas bike



13.11.2013 02:14 | brusk56

6. tiştê ku li geverê hema bêje çi caran ne qewimiye.jiber ku keçên me tevahî şwî bi kurdekî dikin.



06.01.2015 02:54 | vêca çiyeeee

7. Bila pê kûçikekî keve baştir e, Ji wî rewşî bi rûmettir e.



10.02.2021 20:15 ~2023.01.15 12:09 | navîgiranmezelîwêran

8. Yek ji cûreyê bişaftinê ye. Di van salên dawî de gelek zêde bûne. Heya li zanîngehên bakûr jî polêsan faqa xapandina keça danîne û weke kerxana li zanîngeha dinehêrin. Bi wesayîteke niknûjend diçin ber deriyê zanîngeha û keçên me devê wan ji hev diçe. Bi xwe tên li wan wesayîtan siwar dibin an bi zorê tên siwarkirin. [1] [2]

------------------ çavkanî------------

[1] Here lînkê

[2] Here lînkê



10.02.2021 21:25 | tîrêj zana 21

9. mijara ku divê weke "orispiyê kurda dikeve pey kurikekî tirk" were guhertin. gelemperkirinekî ehmeqî ye. bi qiyametan jinên kurd hene ku li rûyê wan serbazan tif jî nakin.



10.02.2021 21:58 | hueyn

10. Mijar vedikin dibêjin nenivîse *
Kurda ji hespê peya dibe diçe li kerê siwar dibe
Kurda bi tehma tiştekî xwe nizane *
....
De reşkin!



10.02.2021 22:23 | shorbevan

11. Erê, erê xortê Kurd jî ne kêmî keçên Kurdin. Ew jî dikevin dû keçên Tirka. Yanî hun zilam hîn di risasa ko di çavê we deyi nabînin we çav berdayi şûjina çavê xelkê! Asas, meriv fedî diki ko tif biki li ser çavê we! Wey heme!



10.02.2021 23:37 ~2021.02.11 00:00 | pîroz

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurda ko dikeve pê kurikekî tirk
» pêşniyarên fîlmên kevn ên ku zêde nehatine bihîstin
» tirkmêjî

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî