1. dema min îro kolan bi wan rengan dît bindestî û xwelîseriya kurdan hate bîra min.. kurdên ku serê xwe bi êş û problemên xudan û serdestên xwe diêşînin.. kurdên ku hay ji rojeva kurdan û kurdistanê tunînin lê dizanin serdestên wan kengî li kû derê tirrek nizanim çend desîbel kiriye.. kurdên xwelîser.. kurdên ku berdestk û xulam û xinamên serdestên xwe.. kurdên dil dayîn kêr û kîr û qefesa dijminên xwe.. |
|
31.08.2013 20:00 |
endazer
|
2. çalakiyek xweş e, bi vê hêcetê kuçeyê kirine kesk û sor û zer. |
|
31.08.2013 20:23 |
simurg56
|
3. xweşik buye lê weke hevalekê gotî wexta min jî ev mijar dît yekcar rojevatirkiyê û dûvikbuna kurdan niqutî binê dilê min êşekê bera ser dilê min bu. |
|
31.08.2013 21:10 |
azadixwaz
|
4. çalakiyeke xweş e, rast e, lê roja ku em çalakiyên xwe ne bi tesîra hinên din çêbikin dê rasttir be. afirînerî, hebekî dî jî afirînerî. |
|
31.08.2013 22:09 |
înano lo
|
5. (bnr: anadolu merkezi yabancılaşma, gurdal aksoy) |
|
31.08.2013 23:15 |
tivirloismail
|
6. nîşanê bindestbîyayîşê Kurdistan o, hema zî hîşa ma ha destanê tirkan de. |
|
11.09.2013 09:13 |
gelterecî
|
7. Li dbekir tirk jî dijîn, heye ko kurdan wusan nekiribin. Hema ji carekê ve nexin stûyê kurdan û psîkanelîza wê nekin ezîzno. |
|
11.09.2013 13:44 |
hemdilaarda
|
8. yek ji nav kesên ku di boyaxkirinê de cihê xwe girtî li ser facebookê hevalê min e.. Û xwudê ji bihêlê ji bavê re kurd e û kurmanc e.. camêr di facebooka xwe de dibêje me bi heljkeftina hatina roja aşitiyê kolan boyax kir.. lê mebest çi jî be ev proje ji bin qûna tirkan derketiye.. û em kurd jî mixabin hîn dûvik û terriyên rojeva tirkan in.. wek di vê meseleyê de jî diyar û berbiav dibe.. ji xwe kengî kurdan rojeva xwe çêkin û ber û bala xwe bidin ser meseleyên xwe hingî kurd jî ji bindestiya xilas dibin û kurdistan jî azad dibe.. |
|
11.09.2013 13:57 |
endazer
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |