Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tiștên ji xwarinê xweștir - tirşik
tiștên ji xwarinê xweștir
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gumgumok GOTİYE muzÎk E.



06.03.2017 16:34 | gulêê

2. wek dinyewî ji xwarinê xweştir çu tişt nîne welle. Xeynî xwarinan wekî wê tiştên corbicor heye qey?! Ez vêga ji xwe re meqarneyeke çêbikim û bixwim. Hergav piştî du sê roja careke meqarne dixwim. Êdî di nav de wekî cigera amedê yan jî kutilka batmanê vîtamîn dihevîne an na nizanim. Ji ber wê yekê bawer bikin ku zor baş dizanim ji xwarinê xweştir tu tişt nîne.



06.03.2017 17:42 ~17:43 | rûbar

3. xaştir na lê dibe ku xew û xwarin wek hev xweş bin. na na dibe ku xew, xarinê xaştir be?..
nizanim..
herdu jî nîmetên zev xaş in.
xarin û vexarin hemû tahmê rûyê dinyayê ne..
xew jî nîmeteke bêhempa ye..

.. li ser rûyê vî erdî hine kes hene herdûyan jî hesret in.. hinek jî hene ji herdûyan jî têrxwer in..



06.03.2017 22:31 | bûtîmar

4. Meqerne ye. Ez meqerneyê êdî di nav xwarinan de nabînim. Li ba min felsefeyeke jiyarê ye. Îro jî dora meqerneyê bû. Îro warê bînahiyê min li gorî dema buhurî yê dora meqerneyê hêj zêdetir e. Gava dora meqerneyê tê ronahiyek di nav min û dorê min de rû dide. Ji nişkav de li ber min heft derî vedibe. Ew ronahiya ku derdorê min de ne dibin yek û riya deriyê ku tam di ortê de ye weriqînin. Her car û her car ku ez dixwazim ji wê derî derbas bibim hundirê dengek tê guhê min. Ez ji sipesteyên xwe xwe vehiş tînim pê re diwerqilîm ku ev dengê qirpikê min e. Dikim nakim nikarim derbas bim û zehf meraq dikim lê nizanim di hundirê de çi heye. Gelo sedem zêdebûna vîtamîna ku meqerne di nav xwe de dihevîne ye. Divê ez pharmatonekî ji xwe re sparij bidim êdî. Ditirsim carinan. Meqerneyeke lê ji însana çi çêdike dibînin. Hevalekî min ji min re wek pêşniyaziyeke got avbacana sosa wê hinek kêm bike ava wê jî piçek zêde bike. Min biya wî kir lê çu sûda wî ji ji min negihişt. Heke ezê wî bibînim ezê çavê wî derxim. Hemû sûcê wî ye. Tu dibînî ne tu fêdeyê wî nagihijê min yaw, ellah ellah!



08.03.2017 23:46 | rûbar

5. Çêkirina zarokan e.
(bnr: ferz bûna çêkirina panzdeh zarok)



12.11.2017 09:57 | rûbar

6. Bi jin û zarok bûn. (Bi kurdekî re û bi zêde zêde zarok re hêj xweştir.)



12.11.2017 09:59 ~10:03 | rûbar

7. Paş baranê ro wedike û bêhna herdê te.
Ewa tiştek xoşmeze ye.



12.11.2017 15:32 | cinorek

8. (bnr: vexwarin)



09.03.2020 11:57 | xelîl

9. heger mirov birçî be tu tişt xweştir nîne. george bernard shaw dibêje; tu evîn qasî eşqa xwarinê ne jidil e.



09.03.2020 17:36 | hespêsor

10. cot memik ? na na henek bêhna şemamok



09.03.2020 23:03 | brzn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiștên ji xwarinê xweștir
» xwarinên kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî