Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 8 peyam
di tirşikê de kêmiya mijar û peyaman - tirşik
di tirşikê de kêmiya mijar û peyaman
(2) (0) ecêb (0) (4)
di mijarê de bigere

1. kes di xwe re nabîne mijareke nû veke. yê min jî piştî ku ez mijarekê vekim û paşê jî kes lê nenivîse ji min jî nayê ku ez mijareke nû vekim. belkî ev sebebek be. lê yên din?



2013.08.31-21:00 | înano lo

2. bi kêmbûna tirşikvanên zîrek, jîr û biehlaq, re têkildar e.

bêhenek, berê herkesî bin mijarên heyî de hema hingî jê tê peyam dinivîsand, gelek kesan bi xwe re nedidît ku mijarek û veke an jî nizaniyan. lê êdî hema bêje serê her peyamekê mijarek tê vekirin.

kî çawa bixwaze bila wisa bike tabî. lê dil dixwaze binê mijaran bi peyaman tije û rengîn bibe.

neyse ez vegerim twitterê reklaman berdewam bikim *



2013.08.31-21:16 | simurg56

3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.08.31-22:00 | elegez

4. ferhengên nû de pirsgirêkek giştî ye û heta ku ferhenga ji sînora krîtîk derbas bibe, berdewam dike. sînora krîtîk li ku ye? welleh ez jî nizanim lê xuya ye li pêş me ye ne li paş me *

eslê xwe de bervajî gotinan, tişta ku ferhengên înteraktîf li ser lingan digire, dijberî ye.

ku fikrên dijberî hev ferhengekê de tune bin, bi giştî ferheng qels û bêtam dimînin. dijberî baş e.

lê ger behsa xweşbûna gotinan were kirin, ew li gorî herkesî diguhere.



2013.08.31-22:11 | simurg56

5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

2013.08.31-22:25 | elegez

6. bi ya min sedema sereke tiraliya kurdan û zehmetiya kurdînivîsandinê ye*. ku ne wisa buya yên ewqas dilxwaz wê li vir bisekiniyan û fikrên xwe biparastan. ya rehettir ew e ku mû behaneyekê bibîne û here, ji xwe tirkî nivîsîn û xwendin jî rehettir e.

tiralî jî li alê din weke çiyayeke serbilind li wir disekine.

(bnr: tiralo tir lê baro)



2013.08.31-22:34 | azadixwaz

dengdanên dawîn (Yên Din..)
flamenko [2]
muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
navê hespên navdar [3]
Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
duyemdest [1]
peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikê de rekora mana online
» mijarên ku tirşikvan newêrin nêzîkî wan bibin

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî