Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
qurbana zaroyên xelkê bin - tirşik
qurbana zaroyên xelkê bin
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ku gorî netewan merhalayê geşandina rihê merivan hebiya teqez di nav kurden de merhaleya herî trajîk û travmatîk ev merheleye bûya.tabî nizam li her herême tê karanîn. gava zarok ser piyan dikevin, axaftin li dev wan dikeve di her xeta û kulekiyê de teref dê bavan ev gotin wek guleyekî li av dilê wan dikeve.dinê tev zaroyên xelkênê tu jî bibî nebî di nav pêşbirkeke dijwardenî bi wan re.ez bawerim nehezkirina me henber cinar û gelê me an telbûna gihayê hewşê hinkî jî li ser vê rêhî zîl daye. Gorî esas û pîvanê derûnasiyê helbet barekî girane bermayê vê gotinê.di derûnasiyê de ev yek nexwaşiyeke newrotîk derdixe holê. ku ji vê nexwaşiyê re bi tirkî "yıkıcı rekabetçilik nevrozu" bi kurdî ji meriv dikare bêje "dijberiya kambaxî".meriv diakre tesirê vê kambaxiyê liser ziman li ser tevgaran destnişan bike,helbet emê wê ji bikin.sebir şekerim sebir.



31.08.2013 22:37 | tivirloismail

2. destpêka xwe nelayiqdîtîna jiyaneke baş,kakilê rihekî mişt mexdûriyet, xwekêmdîtîna bêderman, dijminî û dijberiya kironîk û bijî serok.



31.08.2013 22:53 | tivirloismail

3. (bnr: di tirşikê de kêmbûna puanê qarmayê)

di şûna qarmayê de tevlîhevbûn çêtir nîne.



31.08.2013 23:14 | tivirloismail

4. lajê şarî zey vergan ê û yê ma zey kergan ê.. ( kurên xelkê wek guran in û yên me wek mirişkan in, wrgr )



21.02.2014 00:18 | prode_pasha_chinyo!

5. rojekÊ bavê min ji min re got zarokÊn xelkÊ çi jîr û jÊhatî ne lê tu ji xeynî raketinÊ tiştekî din nakî min jî got zarokÊn xelkê qûna xwe jî didin nexwe ez herim ji bo ku ew didin ez jî bidim? got li ba te terbiye jî nemaye lÊ ji wê rojÊ vir de ye vÊ gotinê bi lêv jî nake:-) yanî ez ji derdÊ zarokÊn xelkê xilaaaass...



21.02.2014 03:16 | ferhenga şikestî

6. hevokeke, ger tu jineke kurd re bêjî, yê destê bide li ber devê xwe û wiha beje: euuwww, zarokên me? set qatî ji zarokên xelkê çêtirin



21.02.2014 15:22 | nazim tolhildan

7. Gotina favorî ya bavê min e. Dema ez û birê xwe karekî dereng pêk bianiya wî digot hûn qurbana zarê xelkê bin, bihinêre herdu kurê ferxo çawa karên xwe zû xilas dikin lê hûn heta êvarê radizên û temaşe televîzyonê dikin.

Ya xirab jî kurê ferxo 8 sal li dibistanê li ba min bû û dema mêyteb xilas kir hêjî nedikarî sererast bixwendiya. Û min û birê xwe em li dibistanê bibûn ya herî baş. Mixabin ev ne bes bû dive me rêx jî baş bilav bikira.*



03.11.2018 16:52 | xelîl

8. Gava ku ez zarok bûm, dîya min ji min re gellek caran digot, ji ber ku ez zaroke şeîtan bûm. Lê mixabin miqayeseya wûsa nebaş e ji bo zarokan.



04.11.2018 10:27 | tekoser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qurbana zaroyên xelkê bin
» binkirask

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî