Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
şemîranê - tirşik
şemîranê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navê straneka kevn e. çîroka digihe heta med û babîlîya. li gor gotinê şahê meda ji bo mitefîqîyê wan bê eşkerekirin keça xwe ya bi navê şemîran (semîramîs, şamîramîd) dide şahê babîlê. şahê babîlê gelek hij jina xwe dike; şemîran roj bi roj behsa welatê xwe yê bi dar û daristan, gul û gulîstan dike û bêrîya axa xwe dike. mêrê wê ji bo vê bêrîya wê hindik be jî kêm bike wan baxçeyên navdar yên babîlê ava dike:
(bnr: baxçeyên babîlê)

ev e gotinên stranê:
 
Şemîranê şemîranê şemîranê
Mala babê şemîranê

1
Me cot keşa behra wan’ê
Mala babê şemîranê

2
Sêsed pale wê berdanê
Mala babê şemîranê
Her pale ge sed zêr danê

3
Şemîranê di  kur hene
Her kurek ê di şêr henê
Her kurek ê di jin henê
Her jine gê di yar henê
Mala babê şemîranê*


*ji xebata sedat sevim



27.03.2017 13:24 | xendekî

2. koma lavje wiha strandiye:





27.03.2017 13:27 | xendekî

3. Stran û govendek goyan e. (bnr: eşîra goyan) (bnr: herêma goyan) stran behsa co çêkirina behra wanê û evîna şehmîranê dike. Pêlek goyan ji bakûr hatine, ji wanê.

me Co kêşa behra wanê
Sêsed pale wê berdanê
Her paleyek sed zêr danê
Malay bavê şehmîranê

Govenda goyîyên li bursa: hin kes ecemî dileyzin lê govendek gelek xweşe:





05.04.2020 03:41 ~03:42 | hespêsor

4. Straneke gelêrî ye. koma çiya jî xweş straye.




18.03.2021 22:16 | xeyda

5. Nizanim têkiliya wan bi hev re heye an na lê îsal ez çûm tetwanê û em hilkişiyan çiyayê nemrûdê. Vegerê de li erebeyekê siwar bûn camêr behsa gundên wê deverê kir. Gundek nîşanê me da di navbera behra wanê û çiyayê nemrûdê bû. Got ev gunda şemîran e. Min got ecêb têkiliya wê bi stranê re heye?



19.03.2021 09:04 ~14:49 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» şemîranê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn cand mitoloji dirok muzikstrn cand mitoloji dirok muzikstrn cand mitoloji dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî