Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê - tirşik
pêşniyarên ji bo ji nû ve avakirin û belavkirina zimanê kurdî li nav xelkê li bakurê kurdistanê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pêşniyarên ku çend sal berê ihtimal e 2012 be, min li ser kaxizeke nivîsîne, îro dema min xwest berê xwe bidim pirtûkekê ku zû de ye min devê wê venekiriye, lê rast hatim, ji pêşniyazan bêtir ew motîvasyon û halê ku wê demê ez tê de bala min kişand û ez dam ber pêlên ponijînê, di çar salan de wekê ku çil salan min emr kiribe.

Ew pêşniyaz an bi kurmanciya min a wê demê pêşniyar ;)

- Li her bajar û navçeyekî bi hevkariya hemû sazî û rêxistinên kurdî (hizb ferq nake) ji bo Kurd di hemû qadên jiyanê de kurdî bikar bînin kampanyayek dorfireh bê duristkirin.
- Esnaf û dikandarên bi kurdî dizanin bila stîlên bi kurdî bi vîtrînên dikanên xwe ve bikin.
- Bila şaredarî kampanyayekî çêke û soza alîkariya aborî bide j bo wan esnafên ku dixwazin tabelayên xwe û reklama dikan û berhemên xwe wergerînin kurdî
- Bila wê hişmendiyê li nav xelkê bigerînin da xelk li mekteban ji bo zarokên xwe “dersa kurdî ya hilbijarte” bixwazin.
- Bila weşanxane buhayê berhemên xwe erzan bikin.
- Bila hemû sazî û rêxistinên kurd û yên biyanî yên li Kurdistanê zimanê sereke yên malperên xwe yên li ser înternetê bikin kurdî.
- Li bajar û navçeyekî bi destê sazî û rêxistinên kurd ji bo hemû ast û Çînan kursên kurdî bûn duristkirin.
- Ji bo berhevkirin û çapkirina berhemên folklorî yên li ber wendabûn û jibîrçûnê fonek bê veqetandin.
- Ji bo çêkirina ferhengeke standart fonek û komîteyek ji zimanzanan bê avakirin.
- Ne tenê sazî û rêxistin û şaredariyên di destê HDP’ê de divê hêvî û daxwaz ji sazî û rêxistin û şaredariyên di destê partiyên din jî daxwazkirin.
- Divê di bikaranîna zimanê kurdî de giringî û pûte bi hevoksaziyê bê dayîn.
- Di hemû kanalên kurdî de kurmancî soranî û Zazakî bi hev re bûn bikaranîn.
- Ji bo axaftinên herêmê yên devokî divê jêrnivîs bên danîn.
- Ji bo şîrketên kurd reklamên xwe bi kurdî çêkin teşwîq û alîkarî.
- Herkes li gorî kar û pîşeya xwe dokumentên berdest wergerîne kurdî.
- Divê kurdî ji bin tekela edebiyatê bê derxistin û li cih û warên din yên Jiyanê jî bê tefsilandin.

Here lînkê



01.04.2017 21:38 ~21:45 | endazer

2. van pêşniyaza' johan vilhelm snellman anî bîra min ê ku lehangê romana "li welatê sosinên spî, fînlenda"* ye. hewleke bilind, sebreke bêserî û binî, bawerî û pîştgiriya xelkê ya bal û pal... xwedê bê erê...



01.04.2017 22:17 ~22:17 | biruya hayao miyazaki

3. bi ya min, divê em peyvên tirkmancî va dest pê bikin.
"başlamiş" nekin dest-pê-bikin.
min nava mala me da şûna peyvên tirkmancî da peyvên kurdî kurmancî bikar anî, pêşîyê min ra zor dihat lê niha mala me da idî her kes
şûna düşünmîşbûnê da fikirîn
Şûna hissetmîşkirinê da hest pê kirin
Şûna Çalişmîşbûnê da xebitîn,
...
bikar tînin.
divê her kes bi xu va û malbata xwe va dest pê bike..



08.09.2017 11:49 | bûtîmar

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêşniyarên tirşikvanan ji bo sûd girtina ji mirovên tên newrozê
» nûrcî
» avakirina kar
» zimanê suryanî
» kurdîka
» navê dîwarê li qudusê

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî