Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
kurdîkirina twitterê - tirşik
kurdîkirina twitterê
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. nûçe û mizgîniyeka xêrê ye.. kengî destpê kiriye nizanim lê bi qasê ku dixweye beşeka mezin a termînolojiya twitterê hatiye wergerandin, û beşa ku hîn nehatiye wergerandin jî bi hêviya kedkar Û zehmetkêşên kurdên ku başebaş hem bi ÎngÎlîzî û hem bi kurmancî dizanin ve maye..

sîstema wergerandina twitterê jî wekê ya facebookê ye.. term û têgehên ku dê di twittera kurdî de bixweyin û werin bikaranîn dê ji aliyê wergêrên kurd ve werin wergerandin û ji nav wergerên alternatîv baştirîn werger dê bi sîstema pirraniya dengên wergêran were hilbijartin..

hêvî dikim ku kesên nezan destê xwe lê nedin û kurdiya twitterê jî wekê ya facebookê neherimînin..

https://translate.twitter.com/twitter/pending?sort=LeastComplete



29.12.2013 05:41 | endazer

2. ji bo twîtter'a kurmancî hûnjî dikarin bibin wergêr.

girêdanî : https://translate.twitter.com/welcome

ku karê we tuneye hûnjî piştgirî kin



04.05.2014 18:17 | xemgînamed

3. hevalno li twîtterê bikarhênera kurdan twîttera xwe bi tirkî dixebitînin ji ber ku twîtterê kurdmancî hîna serdest nine. Her kes kari li twîtterê bibe wergêr. bi piştgirîya we emê twîtterê kurdmancî bikin serdest.

ji bo wergêrî : https://translate.twitter.com



11.06.2014 21:50 | xemgînamed

5. (bnr: ji bo twitter'a kurdî)
(bnr: twitterê kurdmancî)
ev mijar di bin vê mijarê de bûne yek.



12.04.2017 11:51 ~11:54 | xendekî

6. hewldaneka kêrhatî ye, divê weka (bnr: kurdîkirina google translate) cidî û şideh bê çêkirin.

ji ber wê divê tirşikvanên ingilîzî dizanin zend û bendê xwe ba bidin.

heta niha pir kêm e, tişta min dîtî.

malpera twitterê ya wergerê ev e: translate.twitter.com e. Here lînkê
malpera wê dişibe ya google translate'yê. heta jê pêşdetir e.

çawa ye:
-bikevin malpera wê ya wergerê.
-zimanê kurdî (kurmancî) hilbijêrin
-bi hesabê xwe yê twitterê têketinê bikin
-û êdî dikarî dest bi wergerandinê bikî.



12.04.2017 11:55 | xendekî

7. Tiştekî pir girîng e.

Xebatek dixwaze ew mudam
Jêrê ala ya tirşikê wesselam
: )



24.05.2017 23:46 ~23:47 | cûndûllah el-kurdî

8. Kurdên twitterê serê meheke hashtag vedikin #twitterakurdî hwd. goya "#twitterakurdî" dixwazin lê dema em dibêjin werin wergerrin, bixebitin tu kes naxebite.
Twitter xwe bi xwe kurdî nabe!



04.08.2017 22:53 | cûndûllah el-kurdî

9. mîna hemû karên din yên ziman, ji ber tunebûna saziyên eleqedar, karek bêxwedî ye. divê saziyek heba ku tekane karê wan kurdîkirina alavên teknolojîk bûya û hemû bername û nivîsbariyên popûler wergerandiban hemû zaravayên kurdî. û wê vê saziyê ji hemû parçe û partî martiyên Kurdistanê alîkariyl bistanda. ma çi zehmetîya vê heye?



05.08.2017 10:24 | simurg56

10. Projeya ku êdî xilas bûye û bi ser neket.
Piştî 30ê sarmawazê rûpela wergerrê ya twitter'ê bê girtin.



05.11.2017 21:50 | cûndûllah el-kurdî

11. jı ber ku bı felsefe ya sosyal medya ra çelişmiş dıbe hamleya ki puç u vala ye.



06.11.2017 08:12 | hun çawane heval:)))))))

12. nizanim, dê çi kêrî me bê lê wê rojê çend bikarhêner bi hashtaga #twitterakurdî çend twît avêtin lê helbet ev hejmara twîtan gelek kêm bû.



09.09.2018 20:33 | biruya hayao miyazaki

13. A giring kurdîkirina naverokê ye, lê dîsa jî tiştek baş e.



18.02.2020 10:14 | brusk56

14. Nizanim çawa bû, çê bû nebû, bi rastî nava min û twîtterê nîne, lê hema meriv dixwaze zimanê xwe li her derî, li her qadê bibîne. Lê bi qasî ku ez dibînim pêşî kurdên ku ji bo "Kurdî anlamayan arkadaşlar var" wan bi Tirkî dinivisînin gere bizivirin ser zimanê xwe yê zikmakî. Ku fêm nake bila hîn bibe yan jî dev jê berde, Gava tu bi kurdî binivîsî wê ew bi xwe hêdî hêdî hînî zimanê te bibin. Çi bêjim, Xwedê hiş û mêjî bide wan jî.



01.05.2020 23:51 | afa

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîkirina twitterê
» twitterê kurdmancî

Kategoriyên mijarê:: ziman malper ziman malper ziman malper kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî