Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    ehmedê xasî - tirşik
    ehmedê xasî
    (2) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. Yek ji şairên Kurd ê bi zaravê Dimilî û herî bi nav û deng, Mela Ehmedê Xasî ye.Ew di sala 1863 an de li Hezanê ji dayik bûye. Li gor hin rîwayetan, ew di sala 1950 de çûye dilovanîya xwe! Navê bavê wî, Mele Hesen e û ji eşîra Xas e. Li gorî gotinan, bapîrê M.Ehmed ji Bîngolê koç kiriye û çûye Heza nê cîwar bûye. M.Ehmed, pêşî xwendina xwe di medreseyên li Kurdistanê de kirîye û xwendina olî xwendîye, heta ku xwendina Rêzê kuta kiriye. Destûrna- meya xwendinê, ji Hecî Brahîm Efendi yê miftîyê Dîyarbekir wergirtiye. Xasîyê nemir bi herdu zaravên Kurdî -Kurmancî û Dimilî- herweha bi zimanê Farisî û Tirkî jî dizanibû. Lê belê wî nivîsarên xwe piranî bi Dimilî nivîsîne. Gelek helbest bi Kurmancî û Erebîjî ristine. Nivîskarê hêja ji ber welatparêzîya xwe, di dema kutaneka sazûmana Siltan Evdilhemîd de ji Kurdistanê hatiye cîhêlkirin û li Girava Rodosê di bin çavdêrîya mecbûrî de maye. Melayê Xasî demeke dirêj li Hezanê (Lice) maye û ciranê Şêx Selîmê rêçika Nexşebendî bûye. Malbata Şêx bi zaravê Kurmancî dipeyivin. Lê xelkê Hezanê bi Dimilkî (Zaza) dipeyivin. Mixabin, di wê demê de Şêx Selîm hevalbendê Dijmin bû. Mela Ehmed jî welatparêzekî germ bû. Ji ber wê yekê, navbera wî û Şêx timî dubendî bû. Lê dîsan jî Melê Xasî, hîç jê pixav nekiriye û bê tirs û bizd li welatparêzîya xwe heta dawiya jiyana xwe domandîye.

    Pirtûka Mela Ehmedê Xasî ya ku îro li Kurdistanê bi nav û deng e, "Mewlidê Nebî" ye. Bi tevayî 18 beş û 378 beyt in. Rêz, bi yazde kiteyan dikişin û qafîyeya her du rêzên beytan jî bi yek tîpê ne. Herweha eynî wek Mewlûda Mele Ehmedê Bateyîye. Çimkî cara yekem bi zimanê Kurdî (Kurmancî) Mewlûda Batê hatîye nivîsandin. Di pey wê de, çi mewlûdên ku ji alîyê nivîskarên Kurd ve hatine nivîsîn jî, tevek li gor pêveçûna Mewlûda Batê hatine çêkirin. Melayê Xasîji xeynî Mewlûdê pirtûkek bi navê "Cengnama Kurd û Ermen"iyan jî nivîsîye. Mewlûda Melayê Xasî, cara pêŞî di 25 ê Adarê sala 1315 (1898) an de, li Dîyarbekir di çapxana "Lîtografya"yê de çap bûye û 400 jmar derketine. Di van salên pa§î de jî, nivîskarê Kurd Malmîsanij ew ji tîpên Erebî wergerandîye tîpên Latênî. Lê mixabin heta niha jî bi tîpên Latê nî wek kitêb li çapê neketîye. Bes wî derbarê Mewûdê di kovara HÊVI, jmar: 4, rûpel: 75-97 an de nivîsîye û wê daye naskirin.



    2013.09.01-00:18 | felat

    2. Ehmedê Xasî (1867, Hezan − 1951, Hezan)

    ...

    ."Temam bi viraştişê Mewlidê Kirdî bi yardimê Xaliqî û feyz û bereketê peyxemberê ma, sellelahu ‘eleyhî we ela alîhî we sellem, bi destê Ehmedê Xasî Hezanic di henzar û hîrê sey û şîyyes serre bi tarîxê ‘erebî…”

    Ahmed el-Hassi/ (احمدالخاصى, Ehmedê Xasi Hezanıc)

    ..

    melayê xasî mewlûdê pirtûkek bi navê "cengnama kurd û ermen"iyan jî nivîsîye yek ji ev heye; ehmedê xasi / kıtabê dini /diyarbekır /ziman - zazaki / ır /Ziman - Zazaki / 25 Adar 1899 / Weşanxane - Çapxaneyê Wılayetê



    2013.12.30-20:34 | xasê

    3. melayê ku di licê de xebitîye. ji salê 1899 re yek kîtêb da weşandin. ''mewlîdê kirdkî'', di ew kîtêb de bi zaravayê zazakî re mewlid nivîse. cîyê wî, di zazakînivîsî de girîng e, sedemê ku siftehê nivîsên zazakî kirîye.



    gotinê wî heye ku ez pir dilxweş bûm. '' yew mêrik xasî ra perseno, vano ke 'eke cixara herem o, yan helal o?' ehmedê xasî zî bersiv dano û vano ke 'eke cixara herem o, ma vêşnenî; helal o, ma şimenî'.



    2014.09.21-19:01 | endazyar

    4. destpêka wêjeya nivîskî ya zazakî ye. lê mixabin min mewlida wî nexwendîye.

    jixwe xwendina min a zazakî ji kurmanciya min kêmtir e. ma ez hîna berhemên klasîk a kurmancî nikarim baş bixwînim. bi mewlidan çawa bikarim ez? ne xem e. dîsa jî pirr kêfa'm ji xwendina bi zazakiyê tê. herê willeh.

    edît: rastnivîs



    2018.07.21-22:50 [guhertin:2018.07.22 15:12]| mirovekirind

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    asteroîda ku dê li rûyê cîhanê bikeve [2]
    Min ji apê xwe cemşîd re behsa wê mesela kir. Apê min cemşîd palikan...
    biwêjên kurdî [1]
    Çawa min go niklê wî sor e, te go kew e....
    şêr û mişk [1]
    çîrokeka yewnanî ye. selîm temo wergerandîye zimanê me (kurmancî). ...
    qelewbûna mirovan [1]
    tiştê pêşiyê tê bîra mirovî stendina kîloyên zêde ye. Tim mirovî w...
    turkish kurd [1]
    kurd li her derê kurd in. ev peyva turkish li ser welatîya ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » ehmedê huseynî
    » xaşikê hêkê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî