Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 7 peyam
    navçeyên ku hewl didin bibin wilayet - tirşik
    navçeyên ku hewl didin bibin wilayet

    Navê mijarê ya ewil ev bû:navçeyên ku hewl didin bibin bajar
    (0) (0) ecêb (0) (5)
    di mijarê de bigere

    1. navçeyên mezin in ku mane di navbera du bajarên mezin û loma li gel mezinbûna xwe û zêdebûna nifûsa wan, dîsa jî nikarin bibin bajarek serbixwe.
    li mêrsînê tarsus wisa bû. li ser her tiştê xwe dinivîsandin "bila tarsus bibe bajar". li ser qutiyên loqumê jî wisa hatibû nivîsandin.
    niha dibînim ku sêwreg jî yek ji van navçeyan e. lê bi qasê tarsusê nebûye pîskopat.



    2017.04.23-20:41 | simurg56

    2. (bnr: erdîş)
    hingî ez xwe zanim dibêjin erdîşê bibe îl (bajar). lê nabe.
    piştî erdheja wanê ji hikmatê hatibûne erdîşê, gotibûn em ê erdîşêbikin bajar.
    lê nekirin.

    yek jî gotegoteke din di nav gel da heye. dibêjin bona ku bajartiya wanê a mezin bikeve loma wê erdîşê bikin bajar. çimkî nifûsa erdîşê 170 hezar e. eger erdîş ji wanê veqete, wan ji şert û mercên bajarên mezin nayne cih..

    lê idî herdiyan re jî gerek nema. ji ber ku şarederiya herdiyan jî destê zarê mala misto de ye.

    zarê mala misto : dewleta tirk e



    2017.04.23-21:06 [guhertin:2017.04.23 21:07]| hozan serhad

    3. Cizîr jî yek ji van navçeyan e! Ya rastî Cizîr ji xwe bajar e heta dema ku Cizîr bajar navçe û bajarên ku niha bûne parêzgeh gund bûn. Û navê mijarê jî xelet e ez dibêjim qey, navçeyên dixwazin bibin parêzgeh.



    2017.04.24-00:27 | endazer

    4. Navçeyên Kurdistan ku dixwazin bibin parêzgeh,
    siwêrek, erdîş, erxanî, cizîr, gever û divê qoser jî tevlî vê lîsteyê bibe



    2018.01.12-23:21 | umed

    5. ên ku di nav wan de belkî yê herî zêde heq dike, sêwreg e. ne ji ber eşîrtîyê bûya, bi rastî jî bi qasê sêrt, şirnex, kilis, mûş û hwd. pêşketî ye. ji aliyê din ve, him ji rihayê him jî ji amedê, nêzikî 100 km dûr e.
    min di cama dikanekî de nivîsek wisa dît "sîverek îl olsun, hema ne olursa olsun" yanî "bila sêwrek bibe wilayet, hema çi bibe bila bibe".
    li ser erebeyan jî wisa dinivîsin: "bila sêwreg wilayet be, plakaya wê 82 be"



    2018.01.12-23:41 | simurg56

    6. ew navçe ne ku dibêjin qey dema bibin welayet wê hemû pirsgirêk çareser bibin.
    mirovên cihên biçûk wisa ne. xwe bi bajar an jî navçeya xwe mezin an jî biçûk dibînin.
    ma dema ew navçe bû bajar wê çi bigûhere ? ez bêjim ti gû naguhere. ti gû.



    2018.01.13-10:43 | brusk56

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kêm axaftina kurdî li nav keçên kurd [1]
    (bnr: kêm axaftina kurdî li nav xort û keçên kurd) Pirsgirêk ne ten...
    awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار) [3]
    Stranek hewramîzar e û strana evînê ye. awazê stran û dengê stranbêj g...
    kurdî fikirîn û tirkî gotin [1]
    + yeni elbisemi aldım gittim evlerine. demiyorsun o da aynı el...
    go spidey go [1]
    gotinekê spider-manê ye ku di dema lezê de ji xwe re dibêje &q...
    erasmus [1]
    Bernameya erasmusê, projeya erasmus anjî erasmus plus. Yek ji projeyên...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » navçêyên herî popûler yên kurdan
    » hewldana marjînalbûnê
    » bibin arîkar ji bo pêşxistina google werger ê

    Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî