Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
anadolu'nun ilk türk sakinleri kürtler - tirşik
anadolu'nun ilk türk sakinleri kürtler
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kitêb ji aliyê "türk kültürünü araştırma enstitisü" ve di sala 1982 ê de hatiye weşandin, nivîskarê kitêbê "şükrü kaya seferoğlu" ye. Navê kitêbê bi kurdî wek "Rûniştvanên tirkên ewil ya kurd li Anatoliya" ye.

Kitêb îdia dike ku miletê kurd wek şaxekî tirka ye û tirk li Anatoliya de berê jî hebûne û çand, tarîx, mîratê kurda wek ya xwe dihesibîne.

Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



05.05.2017 11:49 | mîr

2. min ev pirtûk nexwendiye, lê ger bikeve destê min ezê bixwînim lê ne ku pirr girîng e û têde dana û belgeyên zanîstî hene, ger meriv sala derçûna pirtûkê binêre meriv fêm dike ku ji bo bişavtina kurdan hatiye nivîsin.
jixwe di lîteraturê de du heyam hene ku her gav bi tiştên wilo xwestine kurdan wek tirk birranî xelkê bidin, yek jê piştî avabûna komara tirkiyê ye, ya dî jî piştî darbeya leşkerî ya sala 1980an e. di van her du heyaman de jî hewl dane tirkbûna(!) kurdan bisepinînin lê bi ser neketine. hama bêje hemî belge, dana û pirtûkên vî rengî hatine derewandin.

wexta komara tirkan ava dibe serkêş û rêveberên tirkan ji xwe re dewletên awropayê nexasim jî fransayê wek model dihesibînin lê astengiya herî mezîn ya li ber vê bîrdoziyê de hebûna kurdan e. ji ber ku dewlet dixwaze li ser nijada tirkan ava bibe lê bes hebûna kurdan rê li ber vê daxwazê digire loma jî rêvebirên tirk bi serkêşiya ataturk kurdan dikin ku asîmîle bikin loma dest bi polîtikaya red, înkar û îmhayê dikin. di vê rêyê de dana û belgeyan diafirînin, hewl didin hem ji cihanê re hem jî ji kurdan re bidin pesandin ku tevahiyê tirkiyê tirk e û yên dî jî hinekî asîmile bûne lê ewê koka wan nijadan derînin holê û ispat bikin di rastiya xwe de ew jî tirk in.

belgeyên vî rengî ji ciddiyetê dûr e, bi rê û rêbazên zanistiyê nehatine peydakirin bes bi rêbazên tundûtûj a politikaya bişavtinê hatine afirandin û bi pêş xistin.
di wêneyê sêyem de belgeyek heye ku jêrenot de hatiye gotin ev bîrdar li derûdora elegezê bi alîfbaya göktürkan hatiye nivîsîn û daçikandin. ez bixwe nikarim bixwînim loma nikarim fêm bikim çi hatiye nivîsin lê bikaranîna elîfbaya tirkan nayê wê wateyê kurd tirk in, ger meriv vê rewşê mîna wan ji fikra mental dûr binirxîne, wêga tirk jî hem silav in, hem ereb in hem jî latîn in, ji ber ku alfabeya tevan bi kar anîne.



05.05.2017 13:16 ~13:31 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» anadolu'nun ilk türk sakinleri kürtler
» ilkha.com
» türk gibi giyinmek
» kürtler ve kürdistan tarihi

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî