Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
misilmanên ji bo pêxember digirîn - tirşik
misilmanên ji bo pêxember digirîn
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew kes in ku tu caran wan fêhm nakim û wê fêhm nekim jî. ji ber ku ne tevgerek aqilane ye.
ev mirov, di cûrebecûr çalakiyên dînî de an jî dema mûyek ji rihê pêxember bibînin fîlan, hema cîh de dibe zirzira wan û digirîn.
heyran, pêxmeber li cinetê ye. tu çima ji bo wî digirî? ji bo keç û xortên xwe yên ku ji aliyê serdestên te ve tên kuştin, bigirî. ji bo feqîrîya xwe bigirî.. ji bo ehmeqiya xwe bigirî.
pêxemberê îslamê, mirovên herî dawîn e ku mirov jê re bigirî. ma li gorî te yê ji wî rasttir heye? an jî kesek din heye ku xwedê bêtir jê hez bike?



07.05.2017 13:34 | simurg56

2. Rivayet e dibêjin birayê Seyid kutub ê Mihemed kutub ji Misrê tê Stenbolê diçe mizgeftê Siltan Ehmed gava Quranê dixwîne dibîne jin û mêr piranî digrîn şaş dibe ji yekî re dipirse çima ewana digrîn ew kes jî dibêje ji ber tesîra xwendina te digrîn Mihemed kutub dibêje maneya wê ya erebî nizanin çawa fahm dikin digrîn. Heke fahm bikirina gelo çi bikirana?

Car caran ayetên li ser hayzê (regl), bazirganî, faîzê tê xwendin ew kesên ku nezan tiştek jê fahm nakin lê Kelogirî bidin Hestir ji çawên tê, ew jî ecêb e

Misilmanan û miletên rojhilata navîn ya Hindik li ser meseleyan de difikirin yan jî qet li ser nafikirin lê zêdetir bawer dikin. Xwedê meriv re aqil jî daye qelb jî, bê aqilê xwe tenê bi dilê xwe meriv paşverû fanatîk dibe.

Sedemeke dinê jî Cemaet, tarîqet û dewletan dixwaze milet zêde li ser baweriya xwe de nefikire, tişteke rexne neke, muxalefet neke, çi ji wan re bêjin wekî robota Wê bike. Îdarekirina bi vê awayî rêya herî hêsan e, Ji ber wê jî zahf ajîtasyonan dînî dikin daku mebesta xwe ya siyasî, îktîsadê hwd bînin cî.



07.05.2017 15:22 ~15:32 | mîr

3. di dinyê de hemî dîn û mezheb û îdeolojiyên ku bûne edeteke jiyanê, dişibin hevudu,
meriv mînak bide, caferî jî di roja kerbelayê de bi zincîran malik li xwe xera dikin lê tu ji wan bipirsî sunnî yobaz in lê ew pêşverû ne, hal ew e ku rîtuelên wan dişibin hevudu, mesihiyên ango xiristiyanên flîbinî xwe li çarmixê ve girê didin, rahîbên budîst niza xwe birçî dihêlin, sê sal bi tenê tov dixwin û piştî sê salan bi zindî xwe binax dikin, kemalîst diherin li ber anitkabirê digirîn û gilî û gazincan dikin, ku tu ji wan bipirsî kemalîzm ne îdeolojî ye, rêvebirineke zanîstî ye lê wexta devê xwe vekî te gef li te bi kuştinê dixwin, apocî diherin amarayê û herî dixwin, laşê xwe di dîwarên mala apo de digerînin hwd...
hemî ol, bawerî û bîrdoz giş wek rêbaz eynî ne.



08.05.2017 10:55 | ferhenga şikestî

4. (bnr: derewînî)



11.01.2018 14:47 | aqilkêm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» misilmanên dilpaqij
» pêxember mûsa

Kategoriyên mijarê:: jiyan oldin jiyan oldin jiyan oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî