Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 24 peyam
ji mezheba şafiîyê derbasbûna mezheba henîfî - tirşik
ji mezheba şafiîyê derbasbûna mezheba henîfî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Dewleta tirk her aliyê jiyana Kurda ji kurdan baştir dizane û gelek zûtirî sed salê zêdetir e pêşîyê wê meseleyê çawa bigre rêya wan şaş bike, rê bide wan, bi plan û projeyên xwe çêdike, planên xwe hin caran revîze dike û hew.

Yanê tu nizanî tu kî yî, şexsîyetê te bi çi ve girêdayî ye, çi ji te dike kurd, kîne em ?... Lêbelê ewana te ji te baştir analîz kirine û dixwazin çi ji te dike kurd wekî gewdeya meriv neynik, nig, mil, çîpê te hêdî hêdî ji te kêm dikin daku tu nefesa xwe yê dawî bidî.

hebûna kurdayetiyê çi be ziman, dîn, mezheb, muzîk, irf û edet, dawet, şîn û şahî hemû tişt wekî taluke dibînin û ji tê destê wan ji ortê rakin hewl didin.

Yek jî ev polîtîkaya qirêj ya dewletê li ser dîn û mezheb e. Kurd miletekî pirrengî ne, ne tenê hemû misilman in di nav wan de misilman, êzdî, mesîhî, xwedênenas Hene, ne jî tenê yek mezheb in şafiî, henîfî, elewî hwd. Kurd hene. terîqetên wekî neqşîbendî, qadirî, bektaşî, qizilbaş ê wan hene.

em vegerin meseleya xwe ya şafiîtî û henîfîtî yê. mehrdad r. izady dibêje ji asyaya navîn pêşiya hatina Tirkan kurdên misilman piranî mensûbê terîqeta qadirî bûn (hê jî li başûr qadirî pirr in) piştê hatina wan terîqeta Neqşîbendî zêde bû, lêbelê mezheba wan ê şafiîtî ne wisa cih xwe de sekinî zêde tev li Henîfî nebûn, derdora meletî, riha, semsûrê Henîfî ne ji bilî wan piranîya kurd şafiî ne. Îzady Yek jî sebeba parastina Kurdbûnê şafiîtî bû dibêje. Ji ber ku medreseya kurdan, diayên wan, rê û rêbazên wan tev Kurdewarî bû, jixwe tirk gelek jî ji îslamê mele û seydayên Kurdan hîn bûn wekî ebû siûd Efendî, molla Goranî, Ebdilhekîmê arwasî, Seîdê Nûrsî rehbera wan bû.

Ji Bo ku Kurd ji mezheba şafiî derbasî mezheba henîfî bibin dewlet çi dike?

1- Di nav mizgeftan​ de nimêj, xutbe, weaz bi tirkî û li ser Henîfîtî tê kirin.
2- lîseyên Îmam Xetîbê ne wekî medreseyên berê bi xwendina kurdî û şafiîtî ders didin. Gava yekî ji Îmam Xetîbê mezûn be mêjûyê wê kesê êdî li ser Tirkîtî û henîfîtî dixebite, û bi nêrîneke Îslama sivîl li meseleyan nanêre, bi berçavkên dewletê parastina polîtîkayên dewletê dînê xwe fehm dike.
3- Cemaet û terîqeta îslamî wekî ya Gulen, Suleyman hîlmî tunahan, nûr, menzîl hwd. Ewana gava meseleya Kurdbûnê, Kurdî, heqên Kurdan were behs kirin rûyên​ wan darda dibin, çavên wan sor dibin... Heta ku tu nebêjî ez kurd im, kurdî xeber nedî, her tişt baş e, lê gava tu boyî wan tiştana devê xwe wekî, dibî xulaman Îsraîlê, pêlîstokên Emerîkayê... umet û birayê hezar salî li wir xilas dibe, kî dikeve kîjan Cemaetê nav wan de hindike wek şafiî bimîne, derbasî henîfî dibin.

Baweriya dînî boyî xapandinê meriv rêya herî hêsan e, dewleta Osmanî polîtîkayên xwe bi ehlê sunetê, dewleta Safewî jî bi ehlê beyt​ê girêdane. Piştî 1900 an polîtîkayên xwe modernîze kirina lê ev plan hê dixebite.

Gava yekî derbasî wan be gelek zû asîmîle dibin û dewletan bi polîtîkayên xwe ve ji bo wê destek didin:

Şafiî henefî be (li Tirkiyê)
Şafiî Şîî be (li Îranê)
Yaresanî Şîî be (li Îranê)
Elewî Kemalîst be (li Tirkiyê) (Kemalîzm jî mezhebek nebe jî wekî îdeolojîyekî sekuler e)
Êzdî gregoryen ortodoks Mesîhî be (li Ermenîstanê)

Her tişt Aliyekî ve kî bi aqilê xwe ve kîjan teoriya dînî qebûl bike ser serê min ser çavên min re... Nikarim tiştek wan re bêjim gerek e ez hebûn û heqê wan qebûl bikim. Lê polîtîkayên dînî û Millî bi hev re tên meşandin gava însan haj xwe nebe meseleyan rastî nehese zû tê xapandin.

Kî çi be kîjan dînê û mezhebê bawer bike yan jî ateîst be ne xema min e, divê meriv li ber polîtîkayên dewletan kesane/şexsî hereket bike, û li gorî dilê xwe azad bijî, ji polîtîkayên dewletan alet nebe...

Jêrenot: min nedixwest evqas ji vê nivîsê xwe dirêj bikim lê encam ev bû. Qisûrê nenêrin...



11.05.2017 22:40 | mîr

2. mijara ku bîranîneka min a zarokatiyê aniye bîra min.
dema ez biçûk danekî diçûm mektebê û danekî jî diçûm medresê. dema diçûm medresê mecbûrî bû me kum dida serê xwe. carekî min kumê xwe li serê xwe ji bîr kir û bi wî halî çûm mektebê. mamosteyeka me ya mateatîkê hebû.mamosteya herî spehî û levhatî ya mektebê bû û bi piranî dêreyên mînî, kirasên dekolte/transparan li xwe dikir wî wextî bi wî aqilê xwe yê biçûk min digo qey hemû kesên bi wî awî nîv-tazî li ser kufrê ne, hay ji dîn û diyanetê nîn in.
neyse li hewşa mektebê ez dîtim, go ew çi ye, li serê te, min destê xwe da serê xwe, çi bibînim kumê min ê spî ê feqîtiyê. min çîroka xwe jê re got. gelek kêfa wê hat. got ez jî dixwazim nimêj bikim, lê li cem me henefiyan ji ber sinetan nimêj gelek in, ez nikarim ji heq de bêm. min seh kiriye ku sinet li ser we şafiiyan ne ferz in ;) ez jî dixwazim bibim şafiî û wek we nimêj bikim.
heta wê gavê jî min ferqa mezheban nedizanî, axirê min jê re got divê ji seydayê xwe bipirsim. roja dî min ji seyda pirsî. camêr ji min re ta bi derzî ve kir û ez lê vegerandim û bi ser de jî sicadeyek, destik û goreyeka nimêjê û kemikek jî da min ji bo ez jê re bibim.
nizanim dest bi nimêjê kir an na, lê piştî vê meselê qederekî li ser mezheban min kitêb xwendin, nêrîna min a li hemberî jinên nepêçayî guherî, min ew berçavka formalîst da aliyekî û min nekarî careke din bi çavê mêrekî li wê mamosteyê binêrim. ;)



12.05.2017 23:05 | endazer

3. Li ba me berovajiya vî çêbûye. Li herêmê me di eşîra me de gundê me tenê henefî ye. Hêj rasttir ev e ku di gundê me de jî tenê malbata me henefî ye. Gava bav bapîrê me ji gundê derketiye û ji ber ku meletiyê dikir bûye şafiî. ji bona wê yekê em jî bi riya bav bapîrê me bûne şafiî. Lê malbata me yên ku hêj şêniyê gundê ne wan hê jî henefî ne.



13.05.2017 20:29 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mezheba şafiî
» mezheba şafiî

Kategoriyên mijarê:: oldin oldin oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî