Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
koma xwendinê ya tirşikê - tirşik
koma xwendinê ya tirşikê
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. kesên ku têde ne bi pirtûkan şa dibin.

Here lînkê

(bnr: koma xwendinê)



15.05.2017 21:49 ~21:52 | mîr

2. komeke wisa tune ye, ku hebe jî nabe heyra. wexta nivîskarên tirşikê tên cem hev dest bi siyasetê dikin:/



15.05.2017 22:05 | ferhenga şikestî

3. fikreke zehv baş e lê kaaaaaa



14.08.2018 13:18 | bûtîmar

4. (bnr: i wish)



14.08.2018 22:20 | xelîl

5. Xwezî tiştek wisa heba. Mesela pirtûkek dihat nîşan kirin . Dûre mirov tiştê ku ji pirtûkê fehm kirî parve dikir. Înşellah bikeve faalîyetê.



02.01.2020 11:41 | azad30

6. ez dibêm tirşik di van rojan da ji bo xebatekê wiha ra amade ye. hinek xîret û hinek jî daxwaz wê bes be ji bo çalakîyek wiha giranbiha û hêja ra.

(bnr: dreams must come true)*



02.01.2020 12:03 | xelîl

7. koma ku niha bi rastî jî hatiye avakirin.
bi biryara hevpar ya endaman, ji bo her 15 rojan wê pirtûkek were bijartin. hemû endam wê van pirtûkan bixwînin û piştî xwendinê di tirşikê de di binê mijara pirtûkê de şîroveyên xwe bike.

heçî bixwaze bibe endam, dikarin li vir binivîsin an jî têkiliyê bi min re dênin. endamên ku di dawîya pêvajoyê de pirtûk nexwendine, belkî wê were cezakirin *

em ê navên pirtûkan li vir jî binivîsin, kesên ne di komê de ne jî dikarin bişopînin û gorî keyfa xwe wê heftîyê tevlî bibin an na.

pirtûkên ku wê vê mehê bên xwendin:
1- Êvara perwaneyê - bextiyar elî
2- firîna bi baskên Şikestî - helîm yûsiv

ser xêrê be.



02.02.2020 11:33 ~2020.02.09 13:56 | simurg56

8. gelo ez dikarim di şûna hinara dawî ya dinyayê da qesra balindeyên xemgîn bixûnim?
jbk li cem min ew heye..



02.02.2020 18:29 | bûtîmar

9. komek pir hêja ye. ser xêrê be. ji ber ku nikarim ev qas pirtûk bixwînim nikarim beşdar bibim.
serkeftin bo we ..



03.02.2020 00:15 | brusk56

10. Ser xêrê be. Jixwe em êdî tena serê xwe naxwînin ku hinek bi xêra komê be belkî em dikarin hinekî xwe ji teralîyê dûr bêxin.



03.02.2020 11:57 | azad30

11. Koma ku emê bêjin "Li ser xêrê be." ye. Ez ji bo tevlîbûnê soz nadim lê Xwedê hez bike ezê hewl bidim ku pirtûkan bixwînim û tevlî şiroveyan bibim.



03.02.2020 22:36 | xabûrî

12. bi ser xêrê be!

"hinara dawî ya dinyayê" jixwe bi min ra hebû. bi xêra "koma xwendinê ya tirşikê" do min jî biryar da, ku dest bi xwendinê bikim. bixêr be! Ez pir meraqdar im, gelo pirtûkeka çawa ye, bextiyar elî nivîskarekî çawa ye.



09.02.2020 13:38 | mirovekirind

13. vê mehê şûna hinarî dawî ya dinyayê, wê pirtûka heman nivîskarî ya Êvara perwaneyê were xwendin. ji ber ku pirtûka hinara dawî, li tu derî peyda nabe. pirtûk xelas bûye û vê gavê çapa nû jî tune. ji ber vê yekê hemû endaman nekarîn peyda bikin û loma pirtûk hat guhertin.



09.02.2020 13:58 | simurg56

14. Bo min her du kitêbên bextîyar Elî qebûl in. Çimkî min xwe bi psîkolojîk amadeyî xwendina hinara dawî ya dinyayê kiribû min dest bi xwendinê jî kir.
Hemî kitêb li cem her kesî peyda nabe loma carûbaran divê em xwe hinekî sist bikin û li gorî rewşê tevbigerin



09.02.2020 15:25 | ferhenga şikestî


17. Pirtûkên meha adarê yên komê
kêmber a mihemed Şarman
mîrname ya jan dost
Herçiyê dixwaze dikare tevlî komê bibe.



26.02.2020 00:49 ~2020.03.01 02:25 | ferhenga şikestî

18. mîrname/117897



01.03.2020 02:37 | ferhenga şikestî

19. Koma ku emrê wê zêde dirêj nebûye. Her çiqas fikrekê xweş be jî kesên tevlî bûne pirr hindik bûn. Bi min Hem ji ber nedîtina pirtûkan hem jî ji ber tiraliya nivîskaran.
Heke dîsa dest pê bike ez ê tevlî bibim.



17.11.2020 21:26 | yûsiv

20. koma ku -xuya ye bi xwe re ti aqsiyon neaniye. di van rojan de hingî vala me, dikarim tevlî komekê xwendinê bibim mîna ya tirşikê. yên ku di xwe de dibînin bila derkevin pêşiyê. lê belê nizanim, île divê her beşdar heman kitêbê bixwîne ya na. niha refek tije kitêbên min ên nexwendî li benda min in û bi rastî naxwazim yên nû bikirim. heke bixwazim bikirim, ditirsim ez ê qontrola xwe winda bikim û perên xwe gişan bidim kitêbên nû*.

(bnr: tsundoku)



15.05.2021 11:59 ~12:01 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» koma xwendinê ya celadet alî bedirxan
» xwendinên şaş
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: ziman cand ziman cand ziman cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî