Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 48 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kovara wêje û rexne
peyamên çepikkirî

28740. min ji bergê wê hezkir û naveroka wê jî pir dewlemend dixwiyê. her bijî ji wan re ku ciyekî mezin didine wergerê. xwezî nîvî bi nîvî be. em êdî wêjeya cîhanê ne bi zimanê tirkan lê bi zimanê xwe bixwînin.



16.06.2013 16:10 | simurg56

37137. Hejmara duyem di bin mijara "Di Wêjeyê de Mirov û Diyardeyên Mirovî" de derketiye. di malpera xwe (wejeurexne.com) de naveroka kovarê parve kirine. xuya dike ku di vê hejmarê de jî yê dengekî bilind bidine ser wêjeya kurdî.



06.06.2013 03:00 | salim rehman

39717. bi rastî jî kovareke gelek serketî ye, tahmeke cuda têde heye lê nivîsarên ku têde cih digirin bi pirranî werger in bi taybetî jî hejmara duyem wisa ye. ez ji wergerê hez nakim ji ber ku di hevoksaziya kurdî de bi ya min standardîzasyoneke zelal hê neqewimiye tabî bi ya min wisa ye. dema ku nivîsên wergerê dixwînim serê min gelek diêşê eyn gêj dibim. werger ji bo hemû zimanan hewce ne bêyî werger ne ziman dikare xwe ji nav tixûbên xwe rizgar bike yan jî sînorên xwe berfireh bike ne jî ji aliyê danûstandinê yê raman û zanîstiyê ve xwe pêşve dibe. dema ku bi kurdî perwerdehî hat em -bi taybetî ez- qîmeta wê bibînin lê bes aniha bi tenê serê min gêj dibe



08.06.2013 14:50 | simurg56

39855. dirêjbuna gotaran hinekî sebrê dixwaze lê dibêjin xwediyê sebrê dibe melîkê misrê. hin serkeftîtire. profesyoneltir dixwiye ev hejmar. belkî herkes nikaribe her gotarê bixwêne lê ev cure kovar jî ji zimanê kurdî re lazim in. gotara herî serkeftî bi qasî min xwendin, ya haşim ahmedzade ye.



14.06.2013 23:43 | azadixwaz

52243. hewtay, heştay serra vere havilek kovara Hawar kerdibî.ewro zî hete zanîstî de Wêje û Rexne kena. ewro ganî ma her çî xo bitaybetî zî zanistî bi ziwan xo awan bikerî. Wêje û Rexne na kul ma rê bena darû.



29.06.2013 11:31 | simurg56

61833. wêjeyek têkûz hêza xwe ji rexnegirîyê distînê. rexne wêjeyê pêşve dixe, jê re rê vedike. wêje bi rexne xurt dibe, devlemend dibe. cûre cûre rexne hene. rexneyên pûç û vala, rexneyên xirabkirinê tu feydêk nade wêje û hunerê. lê, rexnên îlmî, zanîstî, rexnên objektîf gelek feyde dide wêjeyê û nivîskarên edebî. ji bo wêjeyek nûjen, ji bo pêşveçûna çand û hunerê rexneyên zanîstî gelek pêvîst e. di wêjeya kurdî de hêla herî vala rexnegirîye. valahîya rexnegirîyê gelek astengan bi xwe re tîne. çand, huner û wêje bê rexneyan pirs û pirsgirêkê xwe çareser nake. gelek pirtûkên helbest, roman û çîrokên kurdî derketin. her sal yên nûh tên weşandin. li ser van pirtûkên tenê kovara wêje û rexne hûr dibe. pirtûkên çawan in? naveroka wan li ser çi hatine avakirin? zimanê wan yên wêjeyî çawan e? tenê kovara wêje û rexne qal (behs) dike, dinirxînê, rexne digrê. ew timtêl jî di nav rexnegiriya wêjeya kurdî de sedema yekdestî bûnê dibe.



26.10.2013 15:08 | tariq