1. kovareke nû ye bi kurdî li ser edebiyat û rexneyê ye. îro daxûyeniyekê dane çapemeniyê. ez wan pîroz dikim hêvidar im ku emr û zirekiya wan daime be. lewre ji daxûyaniya wan jî diyar e ku karê xwe ciddi digrin. îcar ya bi xêr. |
|
2013.09.02-00:04 |
tivirloismail
![]() |
2. daxuyaniya kovarê,fermo: |
|
2013.09.02-00:04 |
tivirloismail
![]() |
3. kovareke ku hewce bû. bila dereng be bila baş be. ji min tirê ku dê tiştine baş biqewimin. |
|
2013.09.03-13:51 |
înano lo
![]() |
4. kovara ku destek ê xwe biriye ber guhê xwe û destê xwe yê dî jî li tizbiya xwe ya kehrîbar xweş dike hindik maye ku wekê tavika biharê bibare.. xof û tirs ketiye dilê hemû nivîskarên kurd ka vêca dora kê ye.. îcar kî li ber devê top û tifingên kovarê ye.. îcar wê xweliya reş bi serê kîjan feqîro û belengazê/î de bikin.. dîqet! hay ji xwe hebin! li xwe miate bin! bi qewlê pêxasên amedê ayix olun.. we hew nêrî kovarê bi pişta stûyê we re jî girt û hûn dan ber rexneyên zanistî û analîtîk.. |
|
2013.09.11-00:17 |
endazer
![]() |
5. kovara ku ez bi baldarî li bendê me. bi hêvîya rexneyên têr û tijî, |
|
2013.10.21-15:06 |
arami
![]() |
6. kovareke nû ya kurdî ye, ku dê berê xwe bide ser rexneya wêjeyî. hejmara wê ya yekê serê çile 2014ê derçû û dê çar mehan carekê derkeve.. |
|
2014.01.11-22:49 |
gordereş
![]() |
7. kovareke ku bi navekî bêsiûd e. li ser bergê kovarê li heman cihî du caran "wêje" û du caran "rexne" nivîsî ye: "wêje û rexne, kovara rexneya wêjeyî".. gêçel e babo.. |
|
2014.01.11-22:51 |
gordereş
![]() |
8. kovareke ewqas popûler e ku min pê seyr e çawa heta niha di tirsikê de babetek jê re nehatiye lêkirin û ezê gorkol û serres yekem kes im.. |
|
2014.01.11-22:52 |
gordereş
![]() |
9. Kovara Wêje û rexne, Yekemîn kovara rexneyî ya edebiyata kurmancî ye. Mizanpaja kovarê xweşik e. Di hejmara ewil de nivîsên xweş hene. Lijneya kovarê jî pir baş e. Şabaş ji xebatkar, nivîskarên wê re. Bi hêviya berdewamî ye. |
|
2014.01.15-19:56 |
seydayê_peyvan
![]() |
10. kavara ku îro gehîştê min ,kovarekî baş dixuyê ,ger ku bi avayî bidome ez bawerim ku ji bo wêje bibe qonaxekî taybet.. |
|
2014.01.15-20:41 |
newenda
![]() |
11. hê derneketibû ba û bahoza wê hatibû û ez bawer im ji ber wê amed qerisîbû* yarî li alikî 3 roj berê ket destê min bi rastî jî kovareke pirr bi qalîye ye bi pîvanên objektî û bêalîtiyê nêzê rexneyê dibin wê qonaxeke girîn ava bike |
|
2014.01.15-20:44 |
ferhenga şikestî
|
12. Nivîsên xweş têr û tujî tê de hene. bi qeliteye. ji bo edebiyata me tiştekî wiha pêwîst bû.Hevpeyvîna ahmed haşimzade gelek xeş bû.mala kedkaran ava. |
|
2014.01.16-19:41 |
tivirloismail
![]() |
13. xweyaye yê bibe sedema gengeşiyên baş. li ser firat cewarî û li ser romana jan dost du rexneyên xweş hene. îhtîmal e ev nivîskar xwe aciz jî bikin. bila bikin ya xweş ev e. |
|
2014.01.16-19:42 |
tivirloismail
![]() |
14. kovara ku MIN JI WÊ şeş (6) HEB KIRÎNE Û EZÊ SIBÊ BIDIM HEVALÊ XWE YÊN DIBISTANÊ YE.. jI BO BERBELAv KIRIN Û XWENDINA WÊ EZ KARÊN LOBIYÊ DIKIM.. hA NEFIKIRIN KU EZ JI VÊ YEKÊ KAR DIKIM. nA WELLEHÎ.. tENÊ EZ DIXWAZIM WERÊ XWENDIN.. |
|
2014.01.16-20:17 |
nan û av
![]() |
15. wisa dixuye ku kovareke wê gelek xweş be. di warê rexneyê de valahiyeke mezin bi wê kovarê were tijîkirin. şekl û berga kovarê wekî doğu batı ye. bi awayekî pisporî hatiye amadekirin. mîzanpaja kovarê gelek spehî ye. |
|
2014.01.17-16:22 |
kelemejû
![]() |
16. kovara ku gellek hêviyên xweş didin min e. Bawer im wê wêjeya kurdî, nivîskarî û helbestkariya kurdî gellekî bi pêş de bibe. |
|
2014.01.18-00:36 |
berxweda
![]() |
17. di kovargerîya kurdî de qonaxek nû, êdi bi xêra wan emê rexneyên xweş û têr li ser wêjeyê bixwinin... |
|
2014.01.19-00:19 |
arami
![]() |
18. kovara ku van rojan hema bêje her roj li tirşikê behsa wê tê kirin, e. |
|
2014.01.19-00:45 |
simurg56
![]() |
19. kovara ku navê min jî tê de dibihure.. |
|
2014.01.19-18:06 |
endazer
![]() |
20. kovara ku çend mijarên wê gellek dûvdirêj in û ji bo xwendina wan hem sebr hem jî wext lazim e..Lê pirranî format û şeklê kovarên akademîk weha ne. bivê nevê mijar direj dibin.. Em li wan ranagirin.. |
|
2014.01.20-01:38 |
nan û av
![]() |
![]() |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê |
![]() |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê |
![]() |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê |
![]() |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê |
![]() |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê |