21. kovara ku niha di destê min de ye .bi rasti ji bo wêje karekî hêja ye û di vî aliye de valahîkî dadigirê. |
|
20.01.2014 20:58 |
newenda
|
22. ji bilî bergê wê her tişt muhteşem e.. |
|
22.01.2014 20:30 |
jajî
|
23. kovara ku ji lijneya rêveberiyê çend camêr û ciwanikek ji ber egerên navxweyî, jê îstîfa kirine, û li gorî dengûbehsan wê bi navê rexneya wêje û rexneyê kovarekî nû derxînin.. henek li aliyekî kovar di vê hejmara xwe de wê bi hevpeyvîna xwe ya ku ligel rexnegirekî kurd ê ji sovyeta berê û bi çend wesîqeyên xwe yên surprÎz ku cara ewil wê di kovara wêje û rexneyê de çap bibin, û dîsa bi wergera çend tekstên teorîk yên li ser karakterên berhemên wêjeyî û bi meqalatên xwe yên ji zaravayên din ên kurdî yên wekê soranî û zazakî yên ji qelema nivîskarên nas û berketî û bi hîn gelek nûçeyên din yên xêrê dê bigihe ber destê xwendevanên xwe.. li hêvîyê bin, jê nemînin! |
|
14.02.2014 01:08 |
endazer
|
24. û kovara ku ji aliyê enstîtuya kurdî ya stembolê ve bi hênceta ku pirraniya kesên ku vê kovarê derdixin di kurdolojiya artukluyê de masterê dikin anku master kirine, hatiye vederkirin.. |
|
14.02.2014 01:10 |
endazer
|
25. kovara ku giringiyê dide wêjeya cîhanê... du nivîs biqasî min fêm kirî tenê ji bo kovarê lê bi îngilîzî hatine nivîsîn. edîtorê kovarê dixwaze çi bike, em ê di hejmarên pêş de fêm bikin. lê nizanim çima, weke kovareke pêşwext tê ji min re. kêmasiyên redaksiyonê hene hinekî. heya niha nivîsa min a populer ya gurgîn xakî ye. min ta'meke mezin jê girt. |
|
02.03.2014 14:15 |
dara
|
26. kovara ku min du roj berê kirî. lê birastî hîn min debar nekiriye dest pê bikim, bixwînim. |
|
02.03.2014 15:17 |
tujo21
|
27. min ji bergê wê hezkir û naveroka wê jî pir dewlemend dixwiyê. her bijî ji wan re ku ciyekî mezin didine wergerê. xwezî nîvî bi nîvî be. em êdî wêjeya cîhanê ne bi zimanê tirkan lê bi zimanê xwe bixwînin. |
|
02.03.2014 15:20 |
tujo21
|
28. ev çi dilnizmiye tew tew, tu dibe qey ne kurdin. ku te go nivîskarên kurd, divê a qurebin ...* |
|
02.03.2014 15:29 |
tujo21
|
29. Hejmara duyem di bin mijara "Di Wêjeyê de Mirov û Diyardeyên Mirovî" de derketiye. di malpera xwe (wejeurexne.com) de naveroka kovarê parve kirine. xuya dike ku di vê hejmarê de jî yê dengekî bilind bidine ser wêjeya kurdî. |
|
01.05.2014 00:32 |
serxush
|
30. kovar ev e du rojin gihiştiye destê min. bi ya min bi her awayî ji ya pêşîn baştir e, bi taybetî ji ber ku cÎ dane zaravayên din û wergerê. bi xêra wan xwînerên kurd ê xwe bigihînine gelek gotarên qedirbilind. weke Edward said, v. woolf, h. ahmedzade, i.seydo aydogan.... wan pîroz dikim. |
|
08.05.2014 22:34 |
tujo21
|
31. ser xêrê hejmara didoyê derketiye.. |
|
20.05.2014 23:58 |
endazer
|
32. bi rastî jî kovareke gelek serketî ye, tahmeke cuda têde heye lê nivîsarên ku têde cih digirin bi pirranî werger in bi taybetî jî hejmara duyem wisa ye. ez ji wergerê hez nakim ji ber ku di hevoksaziya kurdî de bi ya min standardîzasyoneke zelal hê neqewimiye tabî bi ya min wisa ye. dema ku nivîsên wergerê dixwînim serê min gelek diêşê eyn gêj dibim. werger ji bo hemû zimanan hewce ne bêyî werger ne ziman dikare xwe ji nav tixûbên xwe rizgar bike yan jî sînorên xwe berfireh bike ne jî ji aliyê danûstandinê yê raman û zanîstiyê ve xwe pêşve dibe. dema ku bi kurdî perwerdehî hat em -bi taybetî ez- qîmeta wê bibînin lê bes aniha bi tenê serê min gêj dibe |
|
21.05.2014 08:36 |
ferhenga şikestî
|
33. dirêjbuna gotaran hinekî sebrê dixwaze lê dibêjin xwediyê sebrê dibe melîkê misrê. hin serkeftîtire. profesyoneltir dixwiye ev hejmar. belkî herkes nikaribe her gotarê bixwêne lê ev cure kovar jî ji zimanê kurdî re lazim in. gotara herî serkeftî bi qasî min xwendin, ya haşim ahmedzade ye. |
|
22.05.2014 00:06 |
dara
|
34. hewtay, heştay serra vere havilek kovara Hawar kerdibî.ewro zî hete zanîstî de Wêje û Rexne kena. ewro ganî ma her çî xo bitaybetî zî zanistî bi ziwan xo awan bikerî. Wêje û Rexne na kul ma rê bena darû. |
|
20.11.2014 16:24 |
teberkerde
|
35. wêjeyek têkûz hêza xwe ji rexnegirîyê distînê. rexne wêjeyê pêşve dixe, jê re rê vedike. wêje bi rexne xurt dibe, devlemend dibe. cûre cûre rexne hene. rexneyên pûç û vala, rexneyên xirabkirinê tu feydêk nade wêje û hunerê. lê, rexnên îlmî, zanîstî, rexnên objektîf gelek feyde dide wêjeyê û nivîskarên edebî. ji bo wêjeyek nûjen, ji bo pêşveçûna çand û hunerê rexneyên zanîstî gelek pêvîst e. di wêjeya kurdî de hêla herî vala rexnegirîye. valahîya rexnegirîyê gelek astengan bi xwe re tîne. çand, huner û wêje bê rexneyan pirs û pirsgirêkê xwe çareser nake. gelek pirtûkên helbest, roman û çîrokên kurdî derketin. her sal yên nûh tên weşandin. li ser van pirtûkên tenê kovara wêje û rexne hûr dibe. pirtûkên çawan in? naveroka wan li ser çi hatine avakirin? zimanê wan yên wêjeyî çawan e? tenê kovara wêje û rexne qal (behs) dike, dinirxînê, rexne digrê. ew timtêl jî di nav rexnegiriya wêjeya kurdî de sedema yekdestî bûnê dibe. |
|
19.03.2015 19:23 ~2015.04.05 01:04 |
remlavêj
|
36. kovara ku ez hejmara wê ya çaran hema hema maye biqedînim. piştî ku min qedand belkî ez li vir çend galegalan binivîsim. bi nivîsên xwe yên zazakî ve rengekî xweş li xwe zêde dike. kê xwedî li zazakî derkeve bila xwedayê mezin mirazê wî/wê pê bike. |
|
01.04.2015 00:25 |
serhednişîn
|
37. yezdan ji wan razî be. rexne, qamçiya li ser pişta wêjeyê ye. Caran biêşîne jî, bêyî wê bi rê û bi pêş nakeve, li ciyê xwe diponije, heya genî dibe. Lê ciyê mixabiniyê ye ku ev yek di nav me de ji bilî çend kes û mînakên hêja, hema bêje tuneye. Bêtir pesindana hev û du derbas dibe. Pesindaneka ne ji dil, ne di cî de û ne rast. Rastiya “Di vê dinyayê de du camêr hene, yek jê tu yî…” bêtir derbas dibe. Lewra yê li hember jî xwe neçar dibîne ku ew jî bêje “Naxwe yê din jî tu yî…” Ev yek heya demeke kin jî bêtir wisa bû, lê niha di vî warî de jî pêşketinek heye û keda rexneyên li ser bingeheka çêker û zanînê di vê yekê de zêde ye bê guman. Qet şika min tune ku dê bipêştir bikeve û wêjeya nûjen a kurd jî, li ser rastiya xwe rûnê. Lewra ziman çewa tiştek zindî be, civak jî zindî ne û diafirînin. Hele ku ew gel û ew civak xwedî ziman, çand, dîrok û bingeheka pir xurt bin. |
|
07.02.2017 15:51 |
tizbîkêş
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |