Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kurd idol - tirşik
kurd idol
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pêşbîrkeke deng û stranê ye. Min heta vê çaxê temaşe nekiriye. Xuyaye ku ez temaşa nakim jî. Lê doh li youtubê rastî vîdyoyeke hatim û wilo pêşeş vidyo temaşe kir. Dengên baş hene. Bername jî baş xuya dike. Sê çar kes hene dengê wan baş xuya dikin. Juriyek jin heye tenê navê wê nizanim. Ê din nîzameddîn ariç, mezhar xaleqî û şeroyê biro: ) na henek henek ednan kerîm û bîjen kamkar e. Keçikek heye navê wê sêwe, kurikek navê wî cengîz û dengbêjek heye ewan favoriya min in. Di nav Şeş vîdyoyê de dengê evan balê min kişand. Belam ez nizanim hê bername berdewam e an na. Televziyona min nîn e. Ez naxwazim jî. Înternet besî min e. Lê hinek dî erzan bûba baş dibû.

Lê rûyê insanan zehf meqyec lêdixin. Ev çiye vêca. Wilo spî dikin. Eynî meqyacê pîs û gewr yên bûkan ku quaforan çêdikin û bi dehan lîre dixwazin e. Ji ku alimîne? Encax ev qas yekî tê sik kirin. Weke zombîya wisa zenûn û qirêj.

Hey malmîrat, kurd çiqa hînî tiştên nebaş dibin. Bernameyên bêkêr û meqyacê pîs.



24.05.2017 19:22 ~2017.05.26 17:35 | rûbar

2. wênekopya o ses türkiye. bes 'hadîse' jê kême * *



24.05.2017 19:36 | kanî27

3. dawiya heftê min ji hevalekî seh kir, li ser youtubeê min berê xwe da çend vîdeoyên vê bernameyê pêşiyê şaş û metel mam pişt re kêfxweş bûm, cara ewil e, dibînim kurd bi profesyonelî karekî dikin. navên ji bo jûriyê danîne navên pir baş in, nizamettin ariç, mazhar xaleqî, ednan kerîm, bîjen kamkar. ji min bipirsîna ez jî ji van navan zêdetir dûr nediçûm.
stûdyo û mûzîsyenên ku li pişt namzedan lê dixin jî pir baş e.
bi salan berê li ser denge tvyê pêşbirkek bi vî awayî hebû kemalê amadê jûrî bû, dema min ev bername dît ji ber xwe de ew bername hat bîra min, bername li ber dilê min biqedr û qîmettir bû.
pêşbazên derdikevin ser sehnê jî cihê şaşwaziyê ne ji bo min, hem dengê wan pir xweş e hem jî wekê ku bi salan e li ser sehnê bin, sehnê bi hostayî bikar tînin.
bawerim kurdên başûr êdî dikarin bibin dewlet, ji ber ku dewletbûn xwerêkxistin e û ji bo xwerêkxistinê jî bi profesyonelî karkirin divê, kesên zana û kalîfiye divê.
yekî bi navê bane şîrwan heye 16 salî ye, ji slêmaniyê ye, xwudê bihêle pir şirîn e.
û yek jî cengîz heye dengê wî jî pir xweş e û di gîtarê de jî hosta ye. favoriyên min ev herdu ne.



23.07.2017 14:38 | endazer

4. pêşbaziya ku berî sê meha qediya û jînda kenco bû kurd idolê yekemîn, serkeft.

hemû vîdyo û stranên bernameyê hûn dikarin li ser qenala wan a YouTube'ê bibînin: Here lînkê

(bnr: jînda kenco)
(bnr: ronî artîn)



05.12.2017 23:53 ~23:54 | xendekî

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdish language activities

Kategoriyên mijarê:: muzik tvradyoqenal tvradyobername muzik tvradyoqenal tvradyobername muzik tvradyoqenal tvradyobername kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî