Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
siwarbûna otobusa şaş - tirşik
siwarbûna otobusa şaş

Navê mijarê ya ewil ev bû:siwarbûna otobusê şaş
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. tiştekî gelek ne xweş e. îro cara ewil hat serê min. ez li rawestgeha xwe sakîn sakîn li benda otobusa 525ê bûm. lê ji ber ku gelek dereng mabû min ji xwe stran vekir û li facebookê nerî. min dît otobusek hat ber min û bê hemdê xwe lê siwarbûm. ji wê rawestgehê gelek otobus radibin lê min qet negot gelo ev 525 e an na. welhasil riya vê otobusê nêvî bû paşê min li derdora xwe nerî, min got haho ev ku der e. qet naşibe hêla mala me. wê kêlîyê min fahm kir ku li otobusa şaş siwar bûme. tiştê herî pîs jî ew e ku divê mere li rawestgehekê dakeve û li benda otobuseke ku wê ji hêla din were, bimîne, vegere cihê destpêkê û dîsa li benda 525ê bimîne!



29.05.2017 20:12 | mergehez

2. felaketa ku carinan hatiye serê min jî. li mêrsînê lîseya me li ser çiyayekê bû (ykal), riya me jî bi qasî 15 deqe bû bi otobûsê. otobûsek diçû heta ber deriyê lîseyê lê yek din jî hebû ku hê negihayî lîseyê, berê xwe jê dizivirand û diçû gundekî. 2-3 caran bi xeletî lê siwar bûme û ji nîvê riya gund vegeriyame ser riya xwe.



29.05.2017 21:47 | simurg56

3. hatiye serê min jî lê ne otobûsa navbajêr ya navbajaran.
demek ji demên betlaneya havînê, ez ê ji stembol bihatama cizîrê, hevalekê goyî ê xelkê qilebanê got em bi hev re herin, min jî got temam, ser çavan!
ew roj hat, em li otobûsa dilmenler mardin seyahat siwar bûn, bi silametî hatin heta otogara mêrdîna kevn, muewîn go bila tu kes peya nebe, em zêde nasekinin, min jî xwest serûçavê xwe bişûm, min ji hevalê xwe re got te hay ji min hebe, ez ê herim destşokê, got temam. ez çûm destşokê min serûçavê xwe şûşt çawa derketim, min newzad dît, min go xêr e, tu li vir çi dikî? go erebê dom kir, herkes peya bû, ez jî hatim min serûçavê xwe şûşt. min fêhm kir ku xetereyek mezin li pêşiya me ye. bi bayê bezê min xwe gihand otobûsê, min dît otobûs ketiye ser rê hêdî hêdî diçe. min go newzad kuro erebe diçe, destê xwe lê bilind bike, bêje bila li hêviya me bisekine. go bêhna xwe fireh bike, erebe bêyî me naçe, ew niha berê xwe rast dike. hêj peyva xwe nebirî serî, otobûs ji nişkê ve pêl sedê kir û em di nav dû û dûmana xwe de hiştin. bi bayê bezê min xwe gihand ofîsa wan, min go otobûsa we xwe li me negirt, em herdu heval li vir man. camêr cihde telefon da şifêrê otobûsê, got li ser rêya mêrdînê li hêviya we sekiniye, zû li erebeyekî siwar bibin xwe bigihînin otobûsê. me jî got temam em li texsiyekî siwar bûn,çûn heta ser rêya mêrdînê. me dît otobûseka mardin seyahatê li wir sekiniye, çavê min hê jî li otobûsa dilmenler mardin seyahatê digere. qet nehat fikra min go em çûbin ofîsa şaş. em qederekî li ser rê man, me dît tu otobûsên dilmenler mardin seyahatê xuya nakin, bi heman texsiyê em zivirîn hatin otogara mêrdîna kevn. ji hêrsan ez sor bibûm, têra şerekî min gotin dabûn hev di dlê xwe de ez hatim ber deriyê ofîsê wê gavê min ferq kir bi xeletî şûna ez biçim ofîsa dilmenler mardin seyahatê ez çûme ofîsa mardin seyahatê.
ez dirêj nekim. vê carê jî ez çûm ofîsa dilmenler mardin seyahatê min çîrok û serpêhatiya xwe ji wan re got, camêr got erebe li filanderî li hêviya we ma û ma, hûn nehatin, rêwiyên din yên otobûsê xwe aciz krin, dengê xwe li şifêr bilind kirin, ji tirsa wan me nekarî em li hêviya we bisekinin. erebe niha li ser rêya nisêbînê ye, li erebeyekî siwar bibin, herin heta nisêbînê, me ji wê re jî got temam. em li erebeyekî siwar bûn çûn heta nisêbînê çawa em peya bûn çûn ofîsa wan ya li nisêbînê, li wir jî gotin erebe qederekî li vir jî li hêviya we me, hûn nehatin, ew jî çû cizîrê. em dîsa li erebeyekî siwar bûn û çûn heta cizîrê.
em li cizîrê siwar bûn, çûn ji bo tiştên xwe ji otobûsê bistînin. gotin otobûs li vir nesekinî, rasterast çûye şirnex. û tiştên we jî di otobûsê de mane. min dilê xwe li wî kerê li wir fireh kir. bi hukmê peyvên min ên tirş û tahl di nav nîv saetî de tiştên me ji me re anîn. ji wê rojê ve kengî ez newzad dibînim kefa destê min dixwere, dixwazim tepetorek lêdan lê bikim, lê hingî camêr e dil nahêlim ;)



29.05.2017 22:58 | endazer

4. Ez ne siwar bûm otobosek şaş çimkî otobos tinebû.Hunê bejin çawa bû ? Ez li ser înternetê bileta xwu birîm.30 milyon pereyê tirka we bijartî kirim.Hevalê xwu we çûm otogarê û ber şaxa otobosa xwu.Min got: kekê seat heftada biletek min hebû ka bide.Mêrik got : bileta çi biremin?
"Kekê ezi herim qeyserî.çawa bilet tineyi ?
"Biremin seat heftade qonyayê li qeyseri bilet tine.seat dehade heye.Tu xwu şaş kirîye. Li belê min fahm kir min biletek şaş hildaye.



30.05.2017 00:36 | mewijetirs

5. carekî ji caran di sala 2007an de ez jî bi şaşî ji dewsa ku siwarî bayindirlikê bibim li siwarî gazilerê bûm.
heta wan salan ez hîç ji tesîslerê berjor neçibûm. min hîç nedizanî li wan deran çi heye.
mala me li ofîsê bû. wê rojê li dersxaneyê azmûna min hebû ez hingî dereng ketibûm. ez derketim derve û baran dibariya min jî lezand û hama siwarî dolmîşê bûm. ji ber baranê min ji camê jî derve nedîdit. min hew dît em ketine rêyeke nenas. neyse min ji yekî pirsî got ev dolmîş diçe gazîlerê. ez hem xemgîn bûm hem jî min got ez hîç neçûme gazilerê ezê bibînim cihekî çawa ye û di rawestgeha dawîn de peya bibim dûre dîsa vegerim. neyse dirêj nekim hevalno ez di rawestgeha dawîn de peya bûm paşê ez çûm ku siwarî dolmîşa bayindirlikê bibim lê yekî got tu ji vir nikarî herî. neyse min got ez jixwe dereng mame, ji xwe re herim malê. wê çaxê heqê rêya min 75 qirûş bû. min lê nêrî 50 qirûşa min heye. hingî baran jî xweş kiribû. min şerm kir ji ajokarekî re jî bêjim 50 qirûşa min heye tu dikarî min bibî ofîsê?
ez ji gazilerÊ heya ofîsê di binê baranê de peyatî hatim. lê ji ber ku min rê jî nedizanî tam di 3 saetan de hatim ofîsê. heta atlêt û kîlotên min jî şilûpil bûbûn.



14.12.2019 15:24 | ferhenga şikestî

6. Tişta hatî serê min jî * ji bo dîtina hevalekî çûbûm Diyarbekirê dema vegerînê bi mebesta ku erebeya mêrdînê siwar bibim bi şaşî siwarê erebaya dêrikê bûbûm. Ya xerab, beriya demeke kin ku bigihîjim dêrikê jê hayil bûm ku li erebeya şaş siwarbûme. Bi meraq û tirs min li derdora xwe nêrî, pişt re ji zilamê li rex xwe pirsî ku erebe diçe kû? Dema got diçe dêrikê wekî ku ser serê min de Aveke sar hatî rijandin matmayî mam. Sihûda min a pîs, Wan deman şerê xendekan dewam dikir û bi ser de xerîb bûm jî li wê herêmê û berêvarê bû û êdî erebe jî nebû ji bo vegerim. Ji hêrsa kelogirî bûm; kesên di erebeyê de xwastin alîkariya min bikin, pîrejineke dilpak xwest min wek mêvan bihewîne wê şevê lê dilê min rehet nebû. taliyê li texsiyekê sîwar bûm û vegeriyam Mêrdînê. Heta hatim malê bibû şev. Çîroka min li diyaran, rihmet li dê û bavên guhdaran, ji bilî fesad û gelajên li ber dîwaran *



14.12.2019 15:43 ~16:43 | xeyda

7. bûyera ku li stenbolê gelek caran tê serê min. carina bi lez bêyî sernavê otobusê bixwînim siwar dibim. piştî du sê sekingehan pê dihesim ku otobusa ez siwarê bûme şaş e.* bêyî eşekerekirin li sekingehekê peya dibim û dîsa vedigerim cihê ewil û dimînin li hêviya otobusa rast. *

ji otobusa şaş zehmettir, peyabûna li sekingeha şaş e.* li stebolê li otobusan televîzyonê biçûk hene ku sekîngehan bi zindî didin nîşan. lê li gelek bajarên din ev yek tune ye.



20.08.2021 00:30 | xelîl

8. Mijara ku apê min hanî bîra min.
Pir caran, ew di xew de dima û li Elezîzê dênedibû, derbas dibû diçû heta Meletiyê yan jî diyarbekrê û paşê vedigeriya bi otobêsek dî.



20.08.2021 09:30 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» siwarbûna otobusa şaş
» otobusa f2
» şaş-xwendinên nivîskaran

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî