1. tiştekî gelek ne xweş e. îro cara ewil hat serê min. ez li rawestgeha xwe sakîn sakîn li benda otobusa 525ê bûm. lê ji ber ku gelek dereng mabû min ji xwe stran vekir û li facebookê nerî. min dît otobusek hat ber min û bê hemdê xwe lê siwarbûm. ji wê rawestgehê gelek otobus radibin lê min qet negot gelo ev 525 e an na. welhasil riya vê otobusê nêvî bû paşê min li derdora xwe nerî, min got haho ev ku der e. qet naşibe hêla mala me. wê kêlîyê min fahm kir ku li otobusa şaş siwar bûme. tiştê herî pîs jî ew e ku divê mere li rawestgehekê dakeve û li benda otobuseke ku wê ji hêla din were, bimîne, vegere cihê destpêkê û dîsa li benda 525ê bimîne! |
|
29.05.2017 20:12 |
mergehez
|
2. felaketa ku carinan hatiye serê min jî. li mêrsînê lîseya me li ser çiyayekê bû (ykal), riya me jî bi qasî 15 deqe bû bi otobûsê. otobûsek diçû heta ber deriyê lîseyê lê yek din jî hebû ku hê negihayî lîseyê, berê xwe jê dizivirand û diçû gundekî. 2-3 caran bi xeletî lê siwar bûme û ji nîvê riya gund vegeriyame ser riya xwe. |
|
29.05.2017 21:47 |
simurg56
|
3. hatiye serê min jî lê ne otobûsa navbajêr ya navbajaran. |
|
29.05.2017 22:58 |
endazer
|
4. Ez ne siwar bûm otobosek şaş çimkî otobos tinebû.Hunê bejin çawa bû ? Ez li ser înternetê bileta xwu birîm.30 milyon pereyê tirka we bijartî kirim.Hevalê xwu we çûm otogarê û ber şaxa otobosa xwu.Min got: kekê seat heftada biletek min hebû ka bide.Mêrik got : bileta çi biremin? |
|
30.05.2017 00:36 |
mewijetirs
|
5. carekî ji caran di sala 2007an de ez jî bi şaşî ji dewsa ku siwarî bayindirlikê bibim li siwarî gazilerê bûm. |
|
14.12.2019 15:24 |
ferhenga şikestî
|
6. Tişta hatî serê min jî * ji bo dîtina hevalekî çûbûm Diyarbekirê dema vegerînê bi mebesta ku erebeya mêrdînê siwar bibim bi şaşî siwarê erebaya dêrikê bûbûm. Ya xerab, beriya demeke kin ku bigihîjim dêrikê jê hayil bûm ku li erebeya şaş siwarbûme. Bi meraq û tirs min li derdora xwe nêrî, pişt re ji zilamê li rex xwe pirsî ku erebe diçe kû? Dema got diçe dêrikê wekî ku ser serê min de Aveke sar hatî rijandin matmayî mam. Sihûda min a pîs, Wan deman şerê xendekan dewam dikir û bi ser de xerîb bûm jî li wê herêmê û berêvarê bû û êdî erebe jî nebû ji bo vegerim. Ji hêrsa kelogirî bûm; kesên di erebeyê de xwastin alîkariya min bikin, pîrejineke dilpak xwest min wek mêvan bihewîne wê şevê lê dilê min rehet nebû. taliyê li texsiyekê sîwar bûm û vegeriyam Mêrdînê. Heta hatim malê bibû şev. Çîroka min li diyaran, rihmet li dê û bavên guhdaran, ji bilî fesad û gelajên li ber dîwaran * |
|
14.12.2019 15:43 ~16:43 |
xeyda
|
7. bûyera ku li stenbolê gelek caran tê serê min. carina bi lez bêyî sernavê otobusê bixwînim siwar dibim. piştî du sê sekingehan pê dihesim ku otobusa ez siwarê bûme şaş e.* bêyî eşekerekirin li sekingehekê peya dibim û dîsa vedigerim cihê ewil û dimînin li hêviya otobusa rast. * |
|
20.08.2021 00:30 |
xelîl
|
8. Mijara ku apê min hanî bîra min. |
|
20.08.2021 09:30 |
cinorek
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |