Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
görünen adam - tirşik

rêzefîlmeke ku tenê di youtbe de tê weşandin. ji navê wê jî diyar e ku tişteke sosret e....
(3 şîrove)
görünen adam
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeke onur ünlü ye zûde behsê dikir. berî heftîyekî di youtubê de dest bi weşanê kir û tenê di wer de tê weşandin. êdî derdê reyting û nizam çi quzelqurt ne derd e ji wan re. tişteke sosret e! -ma kîjan karê wî ne wulo ye- *

mesele bi kurtasî ev e: serleheng kurtuluş göreleli di dinyayeke ku tu lê xuya nakê de dijî. ew dibînin lê em wa nabînin. tenê aksesuwarê wan dixuyê. ji keçikekî hez dike û li ser wê tiştek li serê wî diqewime û edî tu kes wî nabînê lê em dibînin. *

lîstikvan:
erkan kolçak köstendil
osman sonant
betül akdeniz
selim bayraktar

fragman:




jenerîk:




29.05.2017 23:56 ~23:59 | xwelî li ser

2. fîlma ku min beşa wê ya Ewil, bi tesadûfî temaşe kir lê zêde neeciband.
karakter dema tên ber eyneyê, ji aliyê me ve jî tên dîtin. loma di gelek sahneyan de dîmena ji eyneyê hatibû bikaranîn. wê demê me çi ji fîlmê fêhm kir?
min got min tenê beşek temaşe kir, heye ku di beşên din de balê bikişîne.



30.05.2017 00:01 | simurg56

3. rêzefîlma onur ünlü ye. min gelek ji leyla ile mecnun hez kiribû loma min got niha rêzefîlmeke wek wê cuda ye û temaşe kir. bi rastî jî weke leyla û mecnûn gelekî cuda ye. di rêzefîlmê de mere însana nabîne tenê berçavkên wan, pûşiyên wan filan mere dibîne. lê ecêb e ku mere kincên li ser wan nabînin. madem em kincên li ser wan nabînin çima em berçavkê wan dibînin? an jî madem em berçavkên wan dibînin çima em kincên wan nabînin.
neyse rêzefîlm jixwe rêzefîlmeke absurd e. dibe ku zêde guh nedabin detayan. lê dîsa jî di fîlm/rêzefîlman de detay gelek girîng in.



02.06.2017 01:49 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» görünen adam
» adam philips

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî