Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
spas ji xwedê re - tirşik
spas ji xwedê re
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Car caran di televîzyonan de seh dikim, dewsa hemd ji xwedê re, şikur ji xwedê re tê gotin, maneya wê ne ji yên din kêm e lê qey hînnebûme loma ji min re xerîb tê.. dibêm qey yek jî elameta kurdîkirin û sekulerkirina zimanê ye.



30.05.2017 22:25 ~22:34 | mîr

2. (bnr: elhamdulillah)



30.05.2017 22:34 ~22:35 | cûndûllah el-kurdî

3. Spas ji xwedayê xwe bikin.

Halêlûîah
Thank you allah
Merci allah
Teşekkürler allah'ım
Elhamdûlîllah
Spas ji xwedê re, hezarê bi hezaran spas.


Bi îbranî halêlûîah. Jixwe erebî jî elhamdûlîllah e û ji zimanî îbranî tê. Îbranî zimaneke proto samî ye. Erebî pê re cuda bûye û bi pêş ketiye. Zimaneke gelek dewlemend e.
Hîn kêmaqil hene her car wisa pirsên bê wate, bêkêr û kenawer dipirsin. Yan jî biryar û hikmên vebirî dideynin hole. Ez jî wekî wan dibêjim;
Halelûîa ketiye nav hemû zimanên dinyayê yan elhamdulîllah? Kîjan? gorî min nimêj e û nemaz e. Bisekine lawo! Vêga kurdî ye an farisî ye. Ji kû hatiye ev namaz zû bêjin hawar êdî nikarim bijîm!

Sererastkirin: em ji nimêjê re dibêjin limêj. Ev jî ji zimanê papûa gîne ya nû ketiye kurdî. Lê tiştek pê nehatiye. Xwedê strandiye bi xwedê.



31.05.2017 19:11 ~19:22 | rûbar

4. Helbet spasiya xwedê ne weke spasiya ku ji yekî re tên kirin e. Herwiha hiskirina xwedê jî ne weke hiskirina mirovan e. Dîsa îtaeta ku insan ji xwedayê xwe re dike ne weke îtaet kirina tiştên din (mînak îtaeta dêbavan) e.

Pênas û çawaniya peyvan li gorî ku kî tê bi kar anîn diguhure. Di her zimanan de wiha ye. Wateyên peyvan li gorî kesayetiya ku ewan peyvan nîşan dikin re wek rasterast têkildar e. Mînak;

Mirovek kesekî re neheqiyeke bike ev ji bo însanê kû neheqî kiriye re dibêjin nebaş e.

Mirovek ji deh kesan re tade bike dibêjin ev meriv insanekî pir xirab e. Ji wan dûr bikevin.

Mirov eger bi hezar kesan re zilm çêbike ev dibê zalim.

Herwisa heke insan heqê xwedayê xwe teslîmî xwedayê xwe neke ev insan dibe zalimên herî mezin û mişrîk...

Binêrin hemû jî neheqî ye lê bi kî/çî re têkildar e li gorî wî wate diguherê, guneh mezin dibê. Kiryar bi temamî çawaniyeke cuda li xwe dike.

Dîsa yekî tajangek bibîne ev tişteke nebaş e. Ew qebûl nake herhal.
Heqeretek ji dê û bavên yekî re werê kirin ev rewşeke girane. Kesayetiya dê û bavê yekî ji yekî girîng e û temsîlî tevahiya malbatê dikin. Ev nayê bê seza hiştin.
Heqeretek yan jî neheqiyek serokê gelê yekî werê kirin ew heqeret kirina, zilm kirina hemû gelê ye. Dîsa têkildarê şexsiyet derket holê.
Heqeret ji pêxemberan re werê kirin, wey yabo! Ew heqereta ku bi tevahiya mirova, nirx û rûmeta mirova hatiye kirin e. Ev nayê vegotin. Nikarim.

Heqeretek ji xwedê re werê kirin, êdî peyv tune, hîç nikarim bi peyvekekê re rave bikim.

Kesayetî çiqas bilind dibe maneya peyvên bi kar hatî û kiryarên çêkirî jî bilind û girîng dibê û diguherê.

Peyva spas jî wisa ye. Ya girîng ji bo kî/çî tê bikar anîn e.



31.05.2017 22:41 ~23:31 | rûbar

5. em dibêjin mala xwudê ava, an dema zêde tên işq û cezbê rasterê berê xwe pê ve dikin pê re dikelimin û dibêjin xwudêo malî ava! ji hingî ve mala xwudê; beytullah her ava ye!



01.06.2017 20:33 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» spasîkirin
» xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî