Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
xewa navrojê - tirşik
xewa navrojê
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Di nav Ereban de navê wê kaylûle, li Ewropayê jî navê wê siesta ye. Dibe ku ji Ereban hêla endilûsê yan jî ji îtalyayê derbasî Ewropayê​ bûye.

Meriv di navbera saetên 11:00 - 15:00 an de anegorî xwe 30- 90 deqe dikeve xewê ji xwe re radize.

Him jî Sineta pêxember hz. Mihemed e.

Li Erebistanê, Afrîkayê û welatên derdora behra spî heta aliyê Amerîkayê​ başûr (ji spanî derbasî wan bûye) ji nîvro heta êvarê hewa zahf germ dibe meriv nikare bixebite, derkeve derva jî loma ji aliyê mantiq ve meriv dinêre heke tembelî, tiralî neke tiştekî baş e. Esirkî, nêzîkî êvarê nebe ji bo sihetê însan baş e, meriv zinde dibe.

Diya min her ro saet 05:00 ya sibê radibe heta 22:00 ya şevê li ser nigê xwe ye, zahf dixebite, lêbelê di nav rojê de dibînim xêlekî beriya nîvro xêlekî jî piştî nîvro radize, difikirim heke usa nekira çawa li erdê bisekina pîr e lê ji min zexmtir e.



05.06.2017 19:10 ~19:17 | mîr

2. Nalet e. Di van rojên karantînayê de hînî xewa navrojê bûme û bi pirranî berevarê xew de diçim. Dema radibim serêşeke mezin û tîbûneke ku bi sê şûşe av nayê xilaskirin çê dibe.



06.04.2020 23:48 ~23:49 | xelîl

3. ji vîrûsa korona nalettir e. Çend roj e ez jî ketime vê bextreşîyê.

Ez tiradima şîyar bena serê mi heze bi daxul û zirna rey de govend tebişta. Zing û zing heta saetek dewam keno. Merdim xînt beno.



07.04.2020 01:57 | kajav

4. Pistî xewa navrojê
(bi mêrdînkî xewa ber êvarî)
Şev li merê digere
Ji te we yî zêdetirî 24 seeta tu di xew de ye



07.04.2020 02:22 | shwinsherm

5. xewa ku tu carî nikarê bikevê dewsa ya şevê.
bi piranî di rojiyê de ji ber ku şevê şiyar im, nava rojê dirazim, herî kêm 1-2 cara ji xewê şiyar dibim û dîsa dirazim.
dengê yê malê, çîreçîra çûka, ronahiya derve û hwd . sedemê vê yekê ne.
lê şevê tu carî xewa min xera nabe.



11.05.2021 14:34 ~2021.05.12 15:24 | merwano

6. Heta çar sala xewa nîvro bo zarokan pêdiviyek fîzyolojîk e. Lê pîştî ku zarok çar salî dibin ev xew dibe pêdiviyek psîkolojîk. Çawa dibe? Wilo: xewa nîvro hestên xirab ên zarokan paqij dike û bi ruheke teze şîyar dibin.

Heke zarokên we ve hiperaktivite hebe bila nav rojê de saetek an du saet filan bitemirin ê baş e bo tenduristiya wan û bo we. *



12.05.2021 14:38 | xwelî li ser

7. (bnr: temirîn)*



12.05.2021 15:08 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewa sibeyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî