Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de - tirşik
sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. belê tiştek wiha heye.. û mafê her admînekî ye ku şaşî û kêmayiyên di nivîsan de bi ber çavan ketî li gorî standardên heyî biedilîne anku sererast bike.. ji xwe yek ji armancên tirşikê jî ew e ku zimaneke yekgirtî û yekpare di nav kurdînivîsan de pêk bîne.. belê mafê her xwendekar û nivîskareke tirşikê jî heye ku şaşî û kêmayiyên di nivîsên tirşikê de ji admînên tirşikê re ragihîne..



02.09.2013 22:05 | endazer

2. tişteke pêwîst û heta mecburî ye.

(bnr: tîma sererastkirina peyv û peyaman)



02.09.2013 22:15 | azadixwaz

3. pêwîst e lê dema peyamek bê sererastkirin divê ku ji xwediyê peyamê re bê gotin lewra dema ku nivîskarê wê peyamê bi vê bihese dikare ji tirşikê sar bibe heta dikare ji tirşikê xatir bixwaze û ji bo nivîskar şaşiyên xwe hayildar bibe jî hewce dike ku bê hayildarkirin ku peyama wî hatiye sererastkirin.



21.02.2014 00:07 | mergehez

4. tişta ku pêwîst e bê kirin û weke hatî gotin ger nivîskar jî bê haydar kirin wê spehîtir be. lê ev herdem ne pêkan e. yanê ji ber xeletiyeke biçûk a di nav peyamekê de, mirov ji her nivîskarê re peyam biavêje wê,peyam avêtin yanê haydarkirina nivîskar ji rastkirinê 10 qet zêdetir bibe kûlfet.

ez bi xwe carinan xeletiyên biçûk rast dikim û peyam navêjim ji nivÎSKAR RE. LÊ GER NAVÊ MiJARÊ felan be mesele, wî çaxî peyam diavêjim û dibêjim ger wisa bûbûya ne baştir bû.



21.02.2014 00:18 | brusk56

5. ger ji bo sererastkirina tîpan û navê kijarê be, tiştekî rast û pêwist e. lê ji bo rastkirina rêzimanê ne rast e. ji ber ku, ji bo ku mirov bikare rêzimana nivîsekê rast bike, gelek caran pêwist dibe ku mirov hevokan komple ji nû ve saz bike. ê, ev jî orjînaltiya nivîsê xera dike. û ger haya nivîskar jê hebe, mafê wî heye ku bixeyide.

ya rasttir ji bo xeletiyên kevin ew e ku; an mirov weke nedîtî tev bigere an jî bi peyamekê xwediyê peyamê agahdar bike. an jî mirov dikare bi rewneyên di binê peyamê de an jî di binê mijara navê nivîskar de, kesê mijara gotinê rexne bike, reş bike, dijûnan lê bike û ger navnîşana wî/wê were zanîn, here û kezebşewitî lêxe...



21.02.2014 16:13 | simurg56

6. tevgera ku ez gelekî lê dikim e. lê di her xwendina xwe de ez şaşiyeke xwe dibînim û wê rast dikim. lê bi vî halê min de jî dizanim ku di gelek peyamên min de sererastkirin pêwîst e.



11.01.2015 14:32 | berxweda

7. Kirina carna ji destê min derdikeve lê carna jî tiraliya min rê nade û carna jî ji ber bertekên muhtemel ên nivîskaran dernakeve ye. Ji min gelekî pêwîst e.



11.01.2015 14:38 | azadixwaz

8. Heke tirşikvan nivîsa min de şaşiyekî bibîne û mi re bêje ez gelekî kêfxweş bibim, xêra dê û bavê xwe * şerm nekin ez ji vê aciz nabim ji kerema xwe re mi re peyamê bişînin.



Car caran peyvên heremî bikartînim ev dewlemendî meye lê belê aliyê rastnivîs û rêziman min hişyar bikin.



11.01.2015 14:38 | mîr

9. ez wek moderatorekî tirşikê dil dikim ku mijarên çewtvebûyî sererast bikim lê sergêjiyekê ye bi şeref, ez bixwe destê xwe qe nadim entryên ji aliyê rastnivîsê ve şaş hatine nivîsîn, bi sê telaq ne safî dibe ne jî tiştekî, ji kerema xwe re heta ku hûn şaş dinivîsin piçek herin rezimên bixebitin, çêtir e ku hûn serê me gêj bikin, ya rastî dîsa ne xem e belam pirrî caran bi telefonê dikevim di tirşikê re lewma gelek ji gelektirîn zehmet dibe, hadê cigerlerim piçek bixebitin*



11.01.2015 14:53 | ferhenga şikestî

10. Dibe ku em carinan ji ber nezanetiyê şaş binivîsînin. Heke xeletiyên min yên rastnivîsînê ku her car û zêde dikim hebe bila ez werim hişyar kirin. Divê tirşikvanan hem tirşikê hem jî li kû derê re têkildarê li vê derê bike weke dibistana zimanê kurdî. Pêşiya pêşî jî mal û malbata xwe. Ez êdî whatsappê de di nav sê çar heb komên xêzanê me de kurdî dinivîsînim. Di vê grupên me de hema bêje her kes heye. Dê û bav, met û ap, xal û xaltîk. zarok û hevserê wan jî. Lê belê axaftina min hê jî ne rêze ye. Du sal berê min hîç nikaribû ku binivîsim û fêm bikim. Tenê nûçe dixwend.vê gavê ji bo nivîsara kurmancî dibêjim ji sedî not û heft têgihim. Carinan wateya peyvekî nikarim derbixim. Ji soranî jî ji axaftina wan hema bêje ji sedî bist û pênc fêm dikim. Soraniya nivîskî jî ji sedî bêje sî û pênc, çil wilo wilo fêm dikim. Lê mirovên ku bi devokî xeber didin ez ji wan hîç fêm nakim. Bi rastî tirkiya min gelek baş e lê ez tirkiya devokî jî bi zorekê hema bêje hîç fêm nakim. Welhasilê kelam min dixwast ku bêjim em di mijara rastnivîsînê de hevdû hişyar bikin lê dîsa dirêj bû. Wek mîsal ez nizanim baş dinivîsim an nivîsandina min tê fêm kirin. Dîsa carinan tirşikvan tiştek dinivîsin ez tênagihim ku çi dibêjin. Tiştek baş dibêjin an na nikarim derbixim. Çimkî wek şitaxaliya xwe dinivîsînin. Jixwe em jî li mêjiyê wan nîn in, çi difikirin nizanin wê gavê. Ji ber wê yekê fêm nekirin çêdibe.



29.05.2017 22:08 | rûbar

11. Ey polîsên gramerê ango gramer nazî,

ger ji aliyê rastnivîs û rêziman de di nivîsa min de xeletî çêbe min bi rêya peyamê hişyar bikin

(bnr: tîma sererastkirina peyv û peyaman)

(bnr: sererastkirina şaşiyên rastnivîs û rêzimanî yên di nivîsên tirşikê de)



9 roj berê 02:18 ~14:00 | keloş