Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
evdê gozelê - tirşik
evdê gozelê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wek zilamê şirnexî jî tê nasîn.. orjînaltirîn komedyen û stand-upçiyê kurdan e.. di ber stand-upa xwe re stranan jî li hev tîne û dibêje.. berê qoricî anku ji devê wî bi xwe cehş bûye lê paşê li ser seb û şikayeteke ku dibêje alîkariya lojîstîk daye pkkê ji wezîfeyê hatiye girtin.. di sohbeteka xwe de dema behsa bîranînê xwe yên di hebsa agiriyê de dike ji bo kesên ku dibêjin 'kürt diye bir şey yok' yanî 'kurd tunînin' dibêje; 'lê em çi tişt in, ne xwudê teala em kirine kurd, me me xwe kiriye kurd, te xwelî li me kirî, ne em ji dara diya xwe ketîn me gotiye ay dayê! me negotiye ay anam! zorla güzellik olmaz...' li ser înternetê 6-7 vîdeoyên wî hene.. dido jê li ser çend bîranînên xwe yên qoricîtiyê û hebsiyê û yek jê li ser gavaniyê ye û çar jê jî stranên ku ji bo kalemêrekî, çêlekekî, tansu çiller û barack obama li hev anîne û gotine pêk tê..

meseleyên zilamê şirnexî-qorîcitî part 1:



meseleyên zilamê şirnexî-qoricîtî part 2:



meseleyên zilamê şirnexî-gavanî:



zilamê şirnexî-strana li ser tansu çillerê çêkirî û gotî:



zilamê şirnexî-strana kalemêro:



zilamê şirnexî-strana çêlekê:



zilamê şirnexî-strana ku li ser serokê dyayê barack obama çêkirî û gotî:



05.09.2013 05:26 | endazer

2. mirov dema deng û henekên wî yên kurdî seh dike mirov dibeje zimanê me kurdî çi qas xweş e. miroveke divê qedrê wî mirov bizanibe hê sax. derhênerên me yên kurd vî camêrî di projeyên xwe de binirxînin wê pir baş be. XalÊ evdê guzelê mîrata çanda me ye.



16.09.2013 02:00 | botan

3. qehremanê li vê vîdyoyê ye ku li ser obama çêkiriye:









vîdyoyek zêde zêde komîk û samîmî ye. welleh zarok bi wî xenî bûne. her bijî.



02.03.2014 15:25 | simurg56

4. laqirdivanê xwezayî yê şirnexê ye.Li ser youtubê serhatiyên xwe bi awayek xweş û komîk vedibêje.Ji berê koricî bû lê paşê dest jê berda niha jî di her çalakî û meşê de li rêzên pêş cih digire.Çalakiya termîk santralê, ya roja zimanê zikmakî, ya bîranîna komkujiya helepçê , hûn dikarin li her çalakiya şirnex de rastî Evdilayê Gozelê bên



02.03.2014 18:16 | cekdar

5. gula civatên kurdî yên botanê ye.



09.06.2017 15:29 ~15:31 | xendekî

6. evdê gozelê dengbêjek bû, ji nava dilê botanê. gelek kilam û stran digotin, gelek henek û qerf û pêkenîn digotin, gula civata bû.

ev demek li nexweşxaneya arastirma ya amedê dihat dermankirin, penceşêrê ketibû. 08.06.2017ê li amedê giyanê wî ji canê wî kişiya û çû; kete bihuştê! Here lînkê






09.06.2017 15:32 | xendekî

7. Qirik û gewrîyê berê ku niha diçin kurd hêdî hedî ji çanda xwe bêpar dimînin. Xwedê bi rihma xwe şa bike.



09.06.2017 20:21 | roberz

8. rehma xwudê lê be
dema li ser heyatê, bû qasid ji bo kêf û kenîna gelek kesan, xwudayê banÎ jî li wê dinyayê wî têr bikenÎne, bi rehm û dilovaniya xwe şa bike.
gava din min darî vîdeoyeka wî dikir ku tê de behsa serpêhatiyên xwe dike, bêjeya bergiriya xwe kirin bala min çû ser, bi wateya tedbîr standinê de.
xwezî bi wê kurmanciya wî ya gewr û rewan! û heyfa wê kurmanciya wî ya xweş û fesîh!



09.06.2017 20:57 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» evdê gozelê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj komikvidyo muzikstrnbj komikvidyo muzikstrnbj komikvidyo kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî