Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye - tirşik
ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bakur wekî rojhelat welatekî bê neft e lê bajarên bakur ji rojhelat pêşketî tirin sedema wî antî-sunnî bûna îranê ye lê tirkiye ne faşîste û bajarên kurdan wekî bajarên tirkan pêşketî kiriye lê ji ber şerên 40 sala dawîn pêşketiya bajarên bakur kêm bûye û eger bajarên kurdnişîn ên tirkiye bêşer bûn niha amed wekî îzmîr pêşketî bû



09.06.2017 22:42 | mindal

2. îdîayek rast e.
kurdên her parçeyê kurdistanê, dişibin serdestên xwe. divê em heqê wan nexwin, tirk jî xelkekî jêhatî ne. loma kurdên bakur, mîna yên başûr ne sist in ku çavê xwe dane ereban.

lê ev jî heye; tirkan 1 dabin bajarên kurdan, kurdan 10 dane bajarên tirkan. yanî ne ji ber faşîst-nebûna tirkan lê belê ji ber jêhatîbûna kurdan, bajarên kurdan hebkî bi pêş ketine.
berî 30-40 salan, dema kurd hatin metropolên tirkan, dest bi karên herî dijwar û bêqîmet kirin. lê bi saya jîrîtî û jêhatîbûna xwe, niha êdî di karên gelek pêşketîtir de jî cî digirin. û gelek ji wan jî xwendin û bûn xwediyê pîşeyên taybet. tabî dema beşek ji van kurdên "serkeftî" vegeriyan welatên xwe, bajarên xwe jî piçekî bi pêş ve birin. mesele ev e.



09.06.2017 22:56 | simurg56

3. çi eleqa birê min?

di dema osmaniyan de demên wê yên dawî jî têde wîlayeta diyabekîrê di nava dewleta osmaniyan de piştî stenbol û bursayê sêyem wilayeta herî pêşketî bû,.
piştî ku komara tirkyê ava bû hêdî hêdî feqîr bû.
sedemên wê hene yek jê ermenan hatin kuştin û sirgunkirin, di bakurê kurdistanê de bazirganî di destê ermenan de bû ermen bi rastî jî jîr bûn, çawa ku di rojavaya tirkiyê de bazirganî di destê yahudî û rûman de bûn her weha di kurdistana bakur de jî di destê ermenan de bû ji loma bakur di warê aboriyê de gelek baş bû, lê ermen hatin sirgunkirin û piştî konferansa îktîsadî ya îzmirê hemî dewlemendiyên nijadên dî ji hêla dewletê ve bi awayekî ji destê wan hatin girtin. te dît dewleta tirkan dixwest bibe uniter lê ji bo ku karibe bibe dewleteke uniter î kapîtalist di destê dewletê de burjuwa nîn bû hemî pere û dewlemendî di destê xeyrî muslîm de bûn. ji loma bi politîkayên aboriyê yên nijadperest kêmarên dewletê bi hemdê dewletê feqîr ketin û ji bo tirkan jî burjuwa hat avakirin, bi demê re..

ya duyem dewlet nedixwest kurd xwedî hêz û qiwet bin, hemî dewlemendên kurdan xwedî ax û erdan e lê bes ne burjuwa ne, ji avabûna komara tirkiyê heta aniha gelek komunîst û anarşîstên kurd hene lê dewlet nehêlişt hama bi tenê kurdekî jî bibe burjuwa (bnr: behcet canturk)

ya sêyem tirk bixwe ne jîr û jêhatî ne, hetanî aniha nedikarîn markayeke navnetewî ava bikin, ne di warê teknolojiyê de ne di warê otomotivê de ne di warê nivîsbariya telefon û kombersan de ne di warê tiştekî dî de serkeftineke berbiçav bi dest nexistin. bi tenê du şirketên mezin hene ku dikarin hinekî amurên sanayiya sivik hilberînin malabata koç û malbata sabanci yên dî giş mûtehît in û ji bo pêşketina tirkiyê bi kêrî gûyekî nayên hew avahiyan saz dikin

ya çarem di destê tirkan de berê sektora çandinîyê hebû lê piştî politikayên akpyê ew jî têk çû, tevî ku dewleteke çandiniyê ye êdî genimê jî îthal dike ango ji derve distîne..

mustafa kemal atatürk yekî hişaza û jîr bû, her çend ji bo kurdan kujerek be jî ji bo tirkan şansekî mezin bû lê bi desthilatdarbûna partiya demokratê hemî rêbaz û rêgezên wî hêdî hêdî hatin binpêkirin. partiya demokrat ji bo xatirê axayekî kurd enstîtuyên gundan rakir, derbê ewil ew bû dûre jixwe ji dêla ku bibe dewleteke pêşketî ji eyar de ket ta heta îroyîn jî ne dewleta pêşketî û angajeyî cihana nûjen e, dewleta îhaleyan e..

cardî dibêjim ji ber dewleta tirkan, kurd jî kurdistan jî di paş de ma, ger kurd û ermen bi hev re bijîyana wisa nedibû, belê kurdên bakur li gorî kurdên başûr û yên rojhilat pêşketî ne lê ne ji ber dewleta tirkan, ji ber zêdetir genîbûna iraq û êranê..



10.06.2017 00:05 ~17:31 | ferhenga şikestî

4. ji (bnr: pêşketin)ê çi tişt tê fêm kirin nizanim, lê li gelek bajarên bakur ne sînema ne jî riyên duçerxê hene. ka pêş, ka ketin?!



10.06.2017 00:08 | wiha wilo wisa

5. gotineke rast e. *
Here lînkê



10.06.2017 05:42 | sloujouc

6. Ya yekê; don't feed the trolls
Ya duyê; stop making stupid people famous
Û ya sêyê jî; dîn ne dîn in yên ku ji wan bawer dikin dîn in. ;)



11.06.2017 03:27 | endazer

7. Îdîayeke ji îdîayên troleke kevn yê tirşikê ye. Rastiyê berbiçav nake. Ji bo pûçkirina vê îdîayê gotarên zanistî û civakî navê. Ezê tenê ji bajarê ku lê dijîm mînakan bidim dê rewş zelal bibe.

Ez li navçeyeke bajarê amedê dijîm. Li navçeya me rêyeke rast û bê çal, kortik, herî tune. Dema baran tê ji heriyê kuçe diherimin. Ji ber kortika her erebe salê carekî amortîsorê xwe nû dike. Root- balansa wesayitan xera dibe.

Ava paqij heftê carekî roja yekşemê li ser navçeyê tê birîn, ji loma di hemû xaniyan de depoya avê heye. Pergala kanalîzasyonê ne baş e. Di baraneke zêde de dixetime.

Gaza xwezayî, ev nizanim çendikê çend sale gazê bi rêya lûleyan li ser xaka kurdistanê dikşînin bajarên xwe û li bajarên xwe bikar tînin. Hêja ev salek e kişandine navçeya me.ew jî ne hemû navçe. Gazê birinê taxên, emniyet, adliye, nexweşxane, lojmanên polês, hakiman, tokî û avahiyên mutehît û dewlemend lê hene. Nebirine taxên feqîra.

Nexweşxane, kêrî çi tiştekî nayê. Emeliyatên giran nikare bike. Amûrên pêwîst lê tune ye. Cîhaza mr lê tune ye. Ji bilî nivîsandina dermanan çi tiştekî nakin. Ji bo rewşên giran berê nexweşan didin amed, gurgum an stenbolê. Nexweşxana dirana jî, ji bilî rakirina dirana çi xizmetê nake. Li gor gotinên bijîşka, amûra filîmê dirana dikşîne jî li nexweşxaneya wan tune ye.

Sûk û bazirganî, nîviyê sûkê ji ber ku avahiya emniyetê tê de heye, ji tirsa pkkê girtine. Jihekî bazarê yê asê tune ye. Wekî qereçiya her rojê dezgê xwe li kuçe û şeqamekî datînin. Kargehên mezin û navenda kirîn û firotanê li navçeyê tune ye.

Pirtûkxane, li navçeyê pirtûkxaneyek ji gel re vekirî û heya ne vekirî tune ye. Pirtûkxaneyek ji aliyê tirşikvanekî hatibû vekirin jî, ji ber kurdewarî bû dan girtin.

Aktîvîteyên sosyal, li navçeyê tiyatro û sînema tune ye. Lûnapark tune ye. Baxçeya lawiran ( heywanatan) tune ye.

Pêşesazî, ji bilî çend fabrîkokên çir-çir û pembo pê ve hama bêje tune ye. Van salên dawîn gelek tekstîl lê zêde bûne. Yên ku zanim ji 20î zêdetir tekstîl lê heye. Gelemperî tekstîlvanên li stenbol û bajarên tirka, tekstîlê xwe digrin û tên li bajarê kurda vedikin. Lê ne ji bo xatirê çavê wanî reş. Ji ber ku li vir karker erzan in. Li stenbol her karkerek herî kêm "asgarî ücret" ( heqdesta herî kêm ya dewlet diyar kiriye) û sîxorte distîne. Lê li vir zarokên 16-19 salî bi 900tl yî bêsîxorte dixebitînin. Yek din ji sedema hatina wan cêyrana qaçax e. ( lê anha ew jî ji dest wan çû)

Ev navçeya ku behs dikim ne biçûk e. Duyemîn mezintir navçeya amedê ye. Gelheya wê 120 hezar e. Ji gelek bajarên tirka mezintir e. Vêga bawerim rewş bi zelalî hat ber çava û ne pêşketin heya ku paşxistina tirka ya bajarên kurda diyar dibe.



15.02.2021 23:17 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkan şoray
» bajarên rengîn yên kurdistanê
» bakur.nekure1
» bûyera hiqûqî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî