Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
problema di strana dîno ya zarok tvyê de - tirşik
problema di strana dîno ya zarok tvyê de
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meseleyek felsefî ye.
stran ev e û gelek xweş e;


ev jî gotinên stranê ne;

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan danî dîno
min navê wan danî dîno

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan dîno
min navê wan dîno

min çû ji kekê xwe pirsî
bê dîno niha li ku ne
wî go, ez jî nizanim
kesî ji min re negotiye

min çû pirsî ji xwîşka xwe
wê got min zanî ji stranê
berê lê ji berê berê de
dîno hebûne l'cihanê

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan dîno
min navê wan dîno

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan dîno
min navê wan dîno

rojekê ji nava fezayê
zinarekî girs ketye dinyayê
dinya sar bûye, bûye qeşa
dîno qeliyane l'dinyayê

heke bipirsin ji zanayan
dîno hê hene li dinyayê
hin jê gumgumok û margîsk in
din jê çîvikên biçûk in

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan dîno
min navê wan dîno

dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
dînazor an jî dînozor e, ez nizanim
min navê wan dîno
min navê wan dîno


li gorî çîroka stranê; keçika ku stranê dibêje, hewl dide hîn bibe bê ka çi bi dînazoran hatiye. pêşîn ji kekê xwe yê tolaz dipirse lê haya pepûk jê tune. paşê diçe ji xwîşka xwe dipirse. xwîşka wê jî vê bersivê dide; "min zanî ji stranê. berê lê ji berê berê de, dîno hebûne l'cihanê. rojekê ji nava fezayê, zinarekî girs ketye dinyayê. dinya sar bûye, bûye qeşa. dîno qeliyane l'dinyayê"
weke hûn dibînin, xweha keçikê van agahiyên xwe ji stranê girtiye. ma stranek din ê wisa heye di derbarê dînazoran de? tune. nexwe strana mijara gotinê ev stran bixwe ye. ê, wê demê jixwe keçika ku lehenga sereke ya meselê ye, çawa dibe ku van tiştan nizane. gelo xwîşka keçikê, ew bixwe ye? an jî stranek din heye? an jî psîkolojiya keçikê têk çûye? û belkî jî paradoksek mîna fîlma predestinationê be?



10.06.2017 23:45 | simurg56

2. (bnr: bijkoja xemkutanê) ;)
Û belkî xuşka keçikê ji min û te çêtir bi Îngilîzî dizane û ji stranên Îngilîzî yên li ser dînozoran Here lînkê hînî serpêhatiya dînozoran bibe. Olamaz mı? olabilir. ;)



11.06.2017 03:47 | endazer


4. problema ku berî niha min xwend û bi kena min li ser wê fikirî û du caran jî stranê guhdarî kir, hingî xweş bû. di navenda pirsgirêkê de ev heye: gelo stranekî din a li ser dinozoran heye ya na ji xêynî vê stranê delalîkê. sîmurg ihtimalê nedaye stranekî din li ser dinozoran a kurdî, gengaz e. lê tiştekî wisa jî ihtîmal e ku xweha delalîkê hema negot ji pirtûk an jî kovarekî, ji devê rebenê peyva stran derketiye ji bo çavkaniya zanyariya xwe bidê xweha xwe ya biçûk. girîngîdana çavkaniyê li aliyekî. ihtimalekî din xweha wê -heke ingilîzî nizanibe û -heke em ne nehesiyabin, straneke din tune ye û vê ca xweha mezin derewçîn e. ihtimalekî din jî delalîkê bi xwe derewçîn e, ji ber ku reng e xweha wê tune ye lê ji ber ku fedî kir ku birayê wê nizanîbû, barî bira xelk nebêjin di vê malbatê de kesekî.....

ooo xwedayo! *



03.01.2018 23:20 ~23:21 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» problema di strana dîno ya zarok tvyê de
» strana bilbendê
» dînomîno
» zarok anîn

Kategoriyên mijarê:: tv jiyan tv jiyan tv jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî