Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
tirkbûna serokên kurd - tirşik
tirkbûna serokên kurd

Navê mijarê ya ewil ev bû:tirk bûna serokên kurd
(6) (5) (1)
di mijarê de bigere

1. ebdulrehman qasimlo seroka kevina pdk-i ji eşîreta qasimlo yek jî eşîretên afşar (tirkên oguz) bû
piraniya serokên bakur wekî ocalan, demîrtaş, şêx seîd, seyid riza û hwd jî xelkê navçeyên sinoriya kurd-tirkmen in û îhtîmala tirkmen bûna wan hene
piraniya eşîretên tirkmen ji ber mezheb kurd bûne



12.06.2017 22:39 ~22:51 | mindal

2. Angaşteke rast e, ne tenê serokên kurdan, her weha nivîskar û rewşenbîrên kurdan jî tirk in.
Mesela ahmedê xanî tirkekî xav e lê Wexta pkk dibihize ku hanili ahmet mem ve zin'ê dinivîse cihde êrîşî wî dikin û berhema wî ya tirkî jê bi zept û rept jê digirin navê berhemê dikin mem û zîn, navê hanili ahmet jî dikin ahmedê xanî.
Tê gotin ku şêx seîd jî tirk e û ji malbata osmaniyan e ji bo ku li dijî ataturk serî rake Vahdettin wî dişine rojhilata osmaniyê lê ji ber ku nikaribe piştevaniya xelkê bigire ataturk dibêje Ew kurd e ithameke wilo giran a ku meriv li hewyanan nake bi ser navê şêx seîd dike ji loma serihildana şêx seîd têk diçe.
Mehmed uzun jî tirk e mesela, pkk wî tehdit dike ji loma mecbur dimîne diçe li qendîlê fêrî kurdî dibe û bi kurdî dinivîse.
Gelek kesên wisa hene ku tirk in lê ji ber pkkyê dibêjin em kurd in. Hetta selahaddînê eyyubî jî tirk e, tê gotin ji navçeyê stenbolê ya eyyüb'ê xwudê daye, li eyyüb'ê muxtar bûye navê wî ji wir tê jixwe, rojekî dike ku biçe civîna muxtaran a Recep Tayyip Erdoğan lê pkk rê li ber wî digire wî berdest dike bi zorê wî dibe qudsê illam billam jê re dibêje divê tu qudsê zeft bikî û bêji ez kurd im, yan na emê te bikujin, hetta di nameyeke murat Karayılan de jî behsa wê rojê tê kirin, Selahattin Demirtaş jî dibejîn şahit e
Belê hevalno divê êdî em bi pêşengiya mindal êdî rastiyên ku hetanî aniha veşarti mabûn derxînin holê. Belê spas dikim xwendevanên ezîz.
Not : ez jî tirk im lê Simurg56 ez tehdit kirim bo ku xwe wek kurd nîşanî we bidim, ji min faydalanmîş dibe :(



12.06.2017 23:42 ~23:45 | ferhenga şikestî

3. (bnr: tirkbûna mindal)
(bnr: mindal)



13.06.2017 01:28 ~01:29 | cûndûllah el-kurdî

4. Gotineke hur bênamûsan e. Miyareke bênamûstî yên herî hesan e. Mirovên ku wisa dibêjin bênamûsê resen in. Lê nizanin ku bênamûs in. Jixwe namûs çî ye nizanin.



13.06.2017 02:25 | rûbar

5. Axaftina tiştên wusa bi kurdî pir xweş e.



13.06.2017 10:00 | cinorek

6. mijar kurdnebûna serokên kurd bûya wê çêtir û rasttir bûya bi ya min. ez jî carinan difikirim dibêjim pêşiyê xwe bikim tirk pişt re xwe bidim dor siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê û bi raya wan bibim wekîl û şaredar pişt re jî pehînekî li qûna wan xim, bêjim wê de here kurdê pîs û paşdemayî!



13.06.2017 22:01 ~2022.01.13 13:05 | endazer

7. bi qasî kurbuna serokên tirkan giring ûbalkêş e ango ne tişteke ewqas giring e. ya giring tevger û bawerî ye. derdikevin dibêjin bahçelî kurd e, ê yanî çi? teoriyên komployê li hemu dinyayê berbilav in û ev gotinên wiha teoriyên komployê yê gelek erzan in.



14.06.2017 00:25 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirkbûna serokên kurd
» serokên tevger û şoreşên kurdî
» kurdîaxefî

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî