Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
deftera bîranînan - tirşik
deftera bîranînan
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. wesîqeyeke baş e ji bo dîtina pêvajoya pêşketina mirov û guherîna têkiliyan di navbera hevalan de. dema lîseyê biçekÎ jî bi zor û pêkutiya hevalan ez jî bibûm şirîkê rûpelên vê defterê, demekî dirêj ji bîra min çûbû, piştî salan carekî ji nişkê ve dema ez li malê li tişteke din digeriyam ev salname bi ber çavê min ket, rûntiştim û di carekî de min hemû salname xwend. bi piranî tiştên klîşe bûn, lê mirov her çiqas qalibên amadekirî bikar bîne jî bivê nevê şûn û şopekî ji xwe tê de dihêle. kêfa min ji wan şûn û şopan re hat. min xweziya xwe bi wan rojan anî.
û serpêhatiyeka min a li ser vê salnameyê;
hevalek hebû ji sinifeke din hej keçikekî dikir, keçikê jê xwestiye ku di salnameyê de ji bo wê tiştinan binivîse. ew jî hat ji min re go, ez nizanim çi binivîsim, tu dikarî şûna min tiştinan binivîsî? min jî go erê û tiştin nivîsandin. navê keçikê ezgî bû, hingî jî min hej peyvbaziyê dikir û di cihekî de şûna ezgî min harmonî bikar anî. axirê hevalê min nivîsê teslîmî keçikê dike, keçik dixwîne dibêje zehf kêfa min jê re hat, lê harmonî çi ye min fêhm nekir. feqîro di cihê xwe de lal dibe, nikare tu bersivekî bidiyê, di navberê de hat, helkehelk bi ser ketibû, pirsa harmoniyê ji min kir, min jî jê re got, qederekî dirêj bi hev re derketin bûn dergistî û navê keçikê harmonî ma. ;)



14.06.2017 03:18 | endazer

2. min tu carî lênûskeke bo bîranînan nenivisand û li cem xwe tomar nekir. yan zimanê min têrê min nekir yan jî bîranînên min hêjayî qeydkirinê nebû
berê qet ne di bîra min de bû piştî temenekî min got ezê binivîsim lê wêca jî tirşik ket jiyana min, mi go dê sî çil sal paşê jî ezê entryên xwe bixwînim li dewsa lênûska bîranînan



14.06.2017 13:22 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» deftera bîranînan

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî