Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; tirşikvanên ku di malbata xwe de tirkî diaxivin
peyamên çepikkirî

100218. wisa hêvî dikim ku hejmara wana zehv kêm e..
di mala me da Tirkî hema bêje qe nay xeberdanê.
lê di nav kurmanciya me da helbet peyvên tirkîtî hene. Lê em hewl didin ku kêm bikin..

Mesela idî şûna düşünmîşbûnê da em hemû dibêjin fikirîm.
mînakên wek vê ro diçe zêde dibin..
di serî da waxta min şûna peyvên Tirkmancî da peyva kurd û kurmancî bikar dianî (qûllanmîş nedikir) milet ra hinekî ecêb dihat lê min çendî bikar anî idî her kes bala xwe dide ser û ya rast bikar tîne.

carekî birê min gote min "em tirsî te nawêrin idî peyvên Tirkmancî bikar bînin"

eva min ra şerefek e mezind e *



26.10.2013 23:54 | endazer

133358. mixabin ez jî yek ji wan im. dema kurdî dipeyivim tew xweha min dibêje "sozlukleri açin saldiri başladi". ya zora min diçe, kurdiya wê ji min xerabtir e lê belê ji bo her rewşê dikare gotineke pêşiyan bibêje. têkoşîn bi yek alî nabe :(



06.06.2013 16:08 | endazer