Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
tirşikvanên ku di malbata xwe de tirkî diaxivin - tirşik
tirşikvanên ku di malbata xwe de tirkî diaxivin
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. piraniya tirşikvanan in
lê şerm dikin îtîraf bikin



15.06.2017 08:26 | mindal

2. bi pirranî êdî zimanê malê jî bûye tirkî, mixabin.



15.06.2017 09:56 | ferhenga şikestî

3. wisa hêvî dikim ku hejmara wana zehv kêm e..
di mala me da Tirkî hema bêje qe nay xeberdanê.
lê di nav kurmanciya me da helbet peyvên tirkîtî hene. Lê em hewl didin ku kêm bikin..

Mesela idî şûna düşünmîşbûnê da em hemû dibêjin fikirîm.
mînakên wek vê ro diçe zêde dibin..
di serî da waxta min şûna peyvên Tirkmancî da peyva kurd û kurmancî bikar dianî (qûllanmîş nedikir) milet ra hinekî ecêb dihat lê min çendî bikar anî idî her kes bala xwe dide ser û ya rast bikar tîne.

carekî birê min gote min "em tirsî te nawêrin idî peyvên Tirkmancî bikar bînin"

eva min ra şerefek e mezind e *



15.06.2017 11:30 ~11:31 | bûtîmar

4. hêvî dikim ji %50ê ne zêdetir bin.
em bixwe li malê bi her du zimanan jî diaxivin. li mala bavê xwe %99 kurdî. li mala xwe bixwe jî, bi jina xwe re %50 kurdî, bi zarokan re %100 kurdî. (wexta nû zewicîbûn, rêjeya kurdî %5 fîlan bû. zêdetir dike yanî *)
mijara axaftinê gelek caran zimanê axaftinê jî dîyar dike. weke mînak dema em li televîzyonê temaşe dikin an jî fîlmek vedikin, zimanê me hema bêje her tim bi tirkî ye. ji ber ku naveroka mijarê bi tirkî ye. lê ger em behsa zarokan, malbata xwe, xwarinan û hwd. bikin, ziman piranî dibe kurdî.
min ji bo vê yekê digot (bnr: li ser întenetê afirandina derdora kurdî)



21.06.2017 23:52 | simurg56

6. mixabin ez jî yek ji wan im. dema kurdî dipeyivim tew xweha min dibêje "sozlukleri açin saldiri başladi". ya zora min diçe, kurdiya wê ji min xerabtir e lê belê ji bo her rewşê dikare gotineke pêşiyan bibêje. têkoşîn bi yek alî nabe :(



12.05.2021 00:14 | biruya hayao miyazaki

7. Ne malbata biçûk (dê-bav-xwîşk-bira) lê di malbata mezin de mecbûrî tirkî diaxivim. Li gund Birayên û xweha min ti car Tirkî xeber nadin bi min re lê mamên min û veledên wan tev Tirkî diaxivin û ez jî mecbûr bi heman zimanê bersiv didim.:/



12.05.2021 00:18 | xelîl

8. ji xeynî peyvên tirkmancî pê de, qet bi zimanekî biyanî em di mal de naxivîne.

sedama wê jî teqez ev e:
(bnr: bandora jiyana gunda li ser zimanê kurdî)

diya min bi erebî û bi suryankî /filehî dizane, tenê min dixwest wan hîn bûme ಥ_ಥ



12.05.2021 00:23 ~00:25 | merwano

9. Welle ez êdî derbasî nivîsê bûme to hinek tirşikvan hîn derbasî axaftinê nebûne. Ez wan şermezar dikim (-._.-)



12.05.2021 16:56 | xabûrî

10. Ne ez im.
gava ku ji min piçûktir pirsê xwe yî bîrkarîyê ji ber ku ez bi Kurmancî disêwirînim kerbê wan ji min radibe(: ez jî kêfa gûra dikim, ê rojkê hemû werin li ser a min. heya wê rojê xwedê mezin e



12.05.2021 22:20 ~22:35 | pîroz

11. Mixabin ez jî ji ber zarokên biçuk di malê de hin caran tirkî qîse dikim.



12.05.2021 22:30 | aryan

12. ji vir şûnde ew kes nema dikarin li vir nivîskarî bikin. pêşî ji tirşikê tên avêtin. pişt re jî derûnnasek tê şandin mala wan. ka çeppik ji min re?



13.05.2021 00:36 | mirovekirind

13. Arîşeyeke gelekî mezin e. Dibistan, kanalên karton fîlman, krêş û bi her awayî ve êrîşa asîmîlekirinê heye. Li malê tu bi kurdî diaxîvî zarok bersiva te bi tirkî didin.



15.05.2021 15:18 | oceancr

14. dê bav û pîrik ra; bi kurdî
xwişkê xwe ra; mixabin tirkî



15.05.2021 15:43 | doesntmatter

16. Elhemdulillah êdî ne ez im. Tirkî di jiyana min a rojane de bû zimanê 3 an jî 4emîn e.



23.10.2023 17:45 | cinorek

17. Dema ez ji bav û diya xwe re tiştekî tirkî dibêjim ez gelekÎ şerm dikim û sor dibim wekî bacana. Lê gelek malbat bi tirkî diaxivin. Ez wan fêhm nakim. zarok tamam lê dê û bavên wan? Ez matmayî dimenim ku çawa di axaftina tirkî de tu pirsgirêkekê nabînin.

ji bo xwedê axaftina tirkî ne tiştekÎ modern e. duho min lîstika amedsporê temaşe dikir Û gotarbêjê listîkê bi kurdÎ diaxivî. gelekî xweş bû. ji tirkî sad qat xweştir bû. çima ewqasî ji tirkÎ hez dikin? ma bi rastî gelekÎ dixwazin asîmîle bibin?

Mirovên winda li yên din dinêrin. Ez hêvî dikim ku ew werin li ser rêya rast.



23.10.2023 18:05 | horhorik

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşikvanên rojhelatî
» malbata zimanan
» xweşik xweşik hittokê
» tirkî fikirîn û kurdî gotin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî