Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
welatên ku tirşikvan dixwazin lê bijîn - tirşik
welatên ku tirşikvan dixwazin lê bijîn

Navê mijarê ya ewil ev bû:welatên ku tirşikwan dixwazin le bijin
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Eger rojekê mecbûr biminim da ku xarpêtê terk bikim e çaxê dexwazim herim swedê.
Kurdan li vêr komunitiyek rind çekirine.



15.06.2017 16:25 | elaziz izzetpasa camii

2. Min gelek dixwest yek ji li dewletên İskandinavyayê bihatama dinyayê. Lê ewder jî gelek sar e.
Cara ewil terciha min amerika ye, rojhilata amerîkayê zêde qelebalix e lê rojavaya wê pirr xweş e,
Piştre berlîn, paris, mîlano. Ku ji wan yek nebe jî hama bila Amsterdam ba:(



15.06.2017 20:45 | ferhenga şikestî

3. welatên avrûpaî û Îskandînavî hamûşk jî dibin..
ezê "beyîn göçü" bikim : )



16.06.2018 00:17 | bûtîmar

4. Dixwazim qasê salek li îranê, li şîrazê bijim. Tenê salek. Ne zêde.



16.06.2018 21:21 | cinorek

6. Ji hevalan - yên ku dixwazin li welatên cuda bijîn - re helbesta Konstantînos Kavafîsî ku navê wê "Bajar" e pêşniyar dikim.



29.03.2020 22:43 ~22:47 | dewbir

7. Lê nizam dema ku welatên norveç , îsveç filan bêvan dibînim kurdistan'a ku bi bihara xwe ve keska xwe xemilîye tîne bîra min.Ji bo wî kurdistan e.Derfeta yekem da dixwazim başûr , rojava û rojhilat û dû re bakûr jî bigerim.



29.03.2020 22:45 | brzn

8. kurdistan. ez dixwazim li her derê dinê bigerim, xwarin û vexwarinên wan tam bikim, muzeya luvr û brîtanya bibînim, kolanên london de şil û pil bibim, li glaskow heta spêdê vexwim, li dublîn şer bikim têra xwe lêdan bixwim, li nou camp maça barcelona-real madrid seyr bikim ku messî çawan hetka ramos dibe, li barek madrid flamenko guhdar bikim, amsterdam de biçim qonsertek muzîka klasîk, li stockholm tevlî qonserta ciwan haco bibim, gelek bajarên ewrupa dikarim yek bi yek bijmêrim bêjim çima dixwazim lê bigerim lê bese, bi çiyageran re li ser alpan, andan zagrosan hîmalayan bimeşim, zivistanek li lenîngrad û mosko derbas bikim, meydana sor de wêne bikêşim, li rojava û başûrê afrîka geşt bikim, pîramîdên misrê karwanên hêştiran seyr bikim, qehwa yemenê vexwim, hind û çîn û emrîka latîn... dinya xweş e lê dixwazim li welatê xwe, li gundê xwe bijîm.



29.03.2020 23:04 | hespêsor

9. Gibralta xweş û geş e.



30.03.2020 02:30 | shwinsherm

10. Xeynî tirkîye herder!!



30.03.2020 14:51 | dilreş

11. norwêc û swêd û fînlenda. her sê jî bebekên min in. erê min nedît, ji ava wan venexwar lê nizanim, wekî utopyayekê xweş û dûr in ji min. heke skandinavya nebe, bila yek ji welatên beneluxê be. ji wan ne kêm.

û yên kirine hene li kuluyê, anatoliya navîn*:




08.09.2022 21:22 | biruya hayao miyazaki

12. îsraîl





09.09.2022 01:28 | pirtûkhez

13. (bnr: kanada)
Kêfa min ji xwezayê yê re tê û kanada jî ji aliyê xwezayê ve pir xweş, helbet welatê jiê xweştir jî hene lê ewil kanada tê bîra min.



09.09.2022 23:22 | merwano

14. Bi cografîk Norweç bala min dikişîne



11.09.2022 22:26 | cezmîkurd

15. Li welatê xwe. lê aboriya me baş bûya helbet dê xweştir bûya.



12.09.2022 12:35 | xabûrî

16. Bi ya min, mesele bi tenî mesela aborîyê nîne. Pirsgirêka herî mezin em li welatekî ko nasname û çanda me nasnake dijîn. Ya herî dijwar, sed mixabin, zehfê Kurdan jî êdî qêmet nadine nasnamaya xwe û bi taybetî qederek Kurd henin ku dêbijin ewna hem Kurd in û hem Tirk in. Halê penaberan lê herderî zor e. Norvec û Isvec an jî cîhên din wek cihên xweş dixwyîn lê dawiya dawî de liwanderan jî nijadperestiyekî cûda heye. Lê eger min bikarbiya, min ê li Amerîkayê bakûr bijiyama. Lê ser xêrê looo. Kî dizane yê sibehê çi bibe!!!!



13.09.2022 00:09 | pismam

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatên ku tirşikvanan heta niha serdana wan kiriye
» tirşikvanên ku whatsappê bi kar nayînin
» lê girtin

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî