Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
helîm yûsiv - tirşik
helîm yûsiv
(10) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Helîm Yûsiv nivîskarek ji kurdên sûrî ye. di sala 1967an de li Amûdê (binya xetê) hatiye dinyayê. li zanîngeha Helebê (University of Aleppo) beşa hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î û vir ve li Almanyayê dijî.



gelek gotarên wî yên wêjeyî di kovar û rojnameyên erebî û kurdî de hatine weşandin. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin. Hemû berhemên wî yên bi Kurdî ji hêla weşanxaneya Avesta yê ve li Stenbolê hatine weşandin.



berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin:

mêrê avis - çîrok, (1991 bi erebî, 1997 bi kurdî, 2004 bi elmanî)

jinên qatê bilind - çîrok, (1995 bi erebî, 1998 bi kurdî)

mirî ranazin - çîrok, (1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî)

sobarto - roman, (1999 bi kurdî û erebî)

memê bê zîn - roman, 2003 bi kurdî

tirsa bê diran - roman, 2006 bi kurdî

gava masî tî dibin - roman, Weşanên Lîs, Amed 2009, bi kUrdî





Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano û wî herweha li Sûriyê di antolojiyeke çîrokên Sûriyê de jî cih girtiye. Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin:

(bnr: komara dînan)

(bnr: bidarvekirina pozekî)

(bnr: sol û serî)



Ji sala 2000an ve ye, bernameyeke wêjeyî, bi navê gava sêyemîn ya heftane, di Medya TV û Mezopotamya TV û di Roj TV de amade û pêşkêş kiriye.



malpera wî ya fermî: http://www.helimyusiv.com



min heta niha tenê pirtûka wî ya bi navê sobarto xwendiye, weke pirtûkeke li binhişê min de cî digire lê ji ber ku nêzikî 10 salan ser de bihuriya derbarê wê de nikarim nirxandinek baş bikim.

pênas: nivîskarê kurd ku belkî ez ê cara yekemîn pirtûkeke kurdî cara duyemîn bixwînim.



04.09.2013 09:38 | simurg56

2. Di wêjeya kurdî de niviskarekî surealîst.

Bavê nivîsên Surealîzmê,

Xwedîyê nivîsên Vekirina xeyalên esmanî,

Xwedî dinyayeke tûne û behvekirî..



04.09.2013 17:59 | mam selam

3. kafka yÊ kurdan



14.09.2013 02:20 | seydayê_peyvan

4. ji ber ku di nivîsa xwe ya dawî de ku dê di rûdawê de biweşiya çend gotinên ne bi dilê berpirsiyarê giştî yê rûdawê, ako mihemed kiriye, bi hinceta ku gotarên siyasî nivîsîne wî ji karê qunciknivîsiyê, ku serê her hefteyê ji wan re çi wêjeyî, çi çandî û çi siyasî dinivîsî, derxistine û em çavlirê ne ku bê ka wê ji dêvila wî kîjan dotmîr an jî pismîrî têxin karê xwe yê rindik û hindik. aha ev jî lînka wê: http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=1016



herê lawo, çi tu çi jî anf û nefelê, wun cewrikê birakujiyê ne.



21.09.2013 14:15 | înano lo

5. mebest ji "tu"yê ne helîm yûsiv e, rûdaw e!



21.09.2013 14:35 | înano lo

6. pirtûka wî ya mirî ranazin cara yeken li bakur 1996 an de ji weşanê avestayê derçû. çapa wê nemaye, lê gelek kêm bin jî li gel hin sahafan tên peydakirin.



22.10.2013 15:26 | arami

7. bo min di wêjeya kurdî a nûjen de ji xeynî çend navên sorannûsan kesekî mîna wî tuneye, pir zîrek û jêhatî ye..



22.10.2013 18:41 | elomelo

8. piştî mirî ranazin, memê bê zîn çênebûye, hin çirok mirov dibê tene ji bo ku binivîse nivisandiye...



22.01.2014 20:47 | jajî

9. di berhema xwe ya bi navê "romana kurdî" de tirba mehmed uzun a edebî kolaye.



07.02.2014 01:35 | zero

10. Nivîskarê malpera www.diyarname.com e



28.02.2014 03:23 | cemilo

11. nivîskariya wî ji dola Marquez û selim berekat e. di destpêkê de bi çîrokên xwe yên realîzma efsûnî riyeke baş da ber xwe, lê piştî ku berê xwe da ewrûpayê weke dara ji axa xwe bibe, ji ber çû, nivîskariya xwe kuşt.



25.03.2014 16:23 | tembûra dilê min

12. Van rojan romana wî ya nû a bi navê 99 morîkên belavbûyî wê ji weşanên peywendê derkeve.



29.03.2015 21:17 | cîncoqo

13. em li bendê ne romanên wî gelek xweş in



29.03.2015 23:12 | bijêrvan

14. Ruhê Kurdkî ziwanê ey de ruhê Kurdkî (kirdkî-kîrdaskî-soranî-goranî) tê de esto. Miyan kirdasînuştoxan de tewr zaf ey ecebneno.



05.06.2015 16:46 | teberkerde

15. welle yabo berê bash bû îro sahs bû. zimanê xwu xera kiriye.



06.06.2015 14:57 | rojgar

16. http://diyarname.com/news.php?Idx=16549



07.07.2015 17:12 | kurê xelkê

17. "Vaye ew xewn dibe rastî û serbilind vedigerim welatê xwe. "

Nivîskarê ku piştî 15 salan vegeriya welatê xwe Rojavayê Kurdistanê û li ser vegera xwe nivîsên gelekî xweş nivîsandine. Vegera welatê azad*

Here lînkêhttp://diyarname.com/article.php?Idx=3216



11.01.2016 23:32 | pîremegrun

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» helîma xwe
» yûsiv berazî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî