Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 78 peyam
cemîlê konê - tirşik
cemîlê konê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: schindler's list)

schindlerê kurd, cemîlê konê, leşkerekî kurd ê osmaniyan e. di destpêka şerê cîhanê yê yekemîn de û di pêvajoya jenosîda Ermeniyan, 1915an de, li navçeya Bîracûka Rihayê tê erkdar kirin. Li Bîrecûkê dibe rêvebirê atolyaya deryayê ya çêkirina kelek û belemeyan ji bo artêşê. Ev atolya ji bo xizmeta artêşê bike û di ser ava Ferêt re wezîfeya derbaskirinê bi cî bîne, ji bo çêkirina belemeyên ser avê, hatiye damezirandin.
 
Cemîlê Konê, wezîfeya xwe di bin banê artêşa Osmanî a pêncemîn de bi cî tîne. Ew alîkariyeke bê hemta dide qefleyên sirgûnên Ermeniyan ên ku tên Bîrecûkê ji bo di ser ferêt re derbas bibin û koçberî Sûryê bibin. Li sûryê jî dê çi were pêşiya wan diyar e. Kuştin!
 
Cemîlê Konê wî wextî hê di bihara temenê xwe de ye. Lê li gel vê jî, ew metirsiya li ser cimata Ermeniyan dibîne, pê hest dike û dilê wî li ser wan pirr dişewite. Ji ber ku, ew ji jenosîd û fermanên ku di dema Împaratoriya Osmanî de li Êzdiyan rabûne agahdar e. Lema ew, heta ku derfeta wî heye, bi sedan sirgûnên Ermen ên ji herêma Dilûkê ku ji bo sorgûnê hatine, wan li atolyeya ku ew bi rê ve dibe, navên wan wekî hosteyan û karkeran dinivisîne, qeyd dike. Bi vê yekê wan ji bela û bobelatê diparêze, li wan xwedî derdikeve. Ew Ermeniyên ji bo sirgûnê hatine ku di ser Ferêt re derbas bibin, bi saya serê Cemîlê konê, li wir dimînin. Li derdorê ferêt konên xwe vedigirin û malbat giş li ba hev dimînin. Cemîlê Konê hejmareke mezin ji Ermeniyên ku wekî qurbanî hatine neqandin, ji mirineke misoger a kambax diparêze. Ew bi vê yekê tenê jî namîne, bi xaça sor re pêwendiyan çêdike, alîkariya cil xurek werdigre û pê wan malbatan xwedî dike. Bi taybetî ew alîkariya kalmêr û pîrejinan dike û qaşqûn û firarên eskeryê di bin siya xwe de diparêze. Biryara İttihad û Traki aşkere bû. Kî yekî/e Ermenî biparasta û di mala xwe de xwedî bikra dê aqûbeta wan jî wekî a Ermeniyan bû ya. Cemîlê Konê ev berdêl dizanî bû, bi rixma wê jî a ji destê wî dihat texsîr nedikir.
 
Li gorî nivîsa Bogharyan a di Ayntabagank ê de li sala 1974 an hatiye weşandin, malbatê ku Cemîlê Konê ew rizgar kirine, hinek ji wana ev in:
M. Sinanian, H. Sinanian, Levon Sinanian, S. K. Çokluyan, K. K. Çokluyan, Harout Körükçüyan an jî Kürkçüyan, Levon Sinanian, Hagop Levonian, Yegia Dağıcıkluyan, Hagop Miralyan, H. Sinanian, M. Çancıyan, Mihran Khaçeryan, M. Taşçıyan, Arto Körükçüyan, Sarkis Kıbçıyan, Hovahannes Poladyan, M. Avakian, Hovhannes û Kevork Şnorhokyan.
 
Cemîlê Konê, di sala 1921 de li Helebê di nava cîgirên damezrêner ên "Komeleya Qurbaniyên şer, Gazî û Mexdûran de cî digre û heta mirina xwe li wir xizmetê dike.
 
Di sala 1923 an de dibe dîrektorê herêma Bilbilê. Di sala 1929 de jî dibe dîrektorê herêma Cizîrê. Li ji bo perwerdeya maşîne û adewatên çandiniyê, li Edenê dibistanekê dadimezirîne. Ji bilî we, di derbarê maşîne û amrazên çandiniyê de gotaran dinivisîne û gotarên wî di rojnameyên herêmî de tên weşandin. Dibistaneke dudiyan jî bi heman armancê li Helebê ava dike.
 
Cemîlê Konê, wekî mirovekî wêrek, dilsoz, dilpak, jîr, rêzdar, çalak, mirovhez û hûmanîst alîkarê xizan û bêkesan tê naskirin. Di hêla ilm, zanîn, helbest û nivîsandinê de jî têra xwe jîr û têgihîştî ye. Ji bilî zimanê zikmakî yê kurdî, bi zimanê tirkî, erebî, îngilîzî û hinekî jî bi almanî dizane.
 
Cemîlê Konê di 25 Gulana 1967an, di 75 saliya xwe de li Helebê li pey xwe du keç û du kuran dihêle û diçe ber dilovaniya Xwedê. Wî ji zarokên xwe re mîrateyeke mirovhezî, civakî û çandî hîşt.
 
Bila yezdanê dilovîn, wî giyanbihûştî bi rehma xwe birehimîne. Êzdiyekî mêrxas bi sedan Ermenî ji komkujiyê xelas kirin.



24.06.2017 23:54 | tizbîkêş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» cemîlê çeto
» konê serxweşiyê

Kategoriyên mijarê:: dirok dirok dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî