Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      jîn û hebûn - tirşik
      jîn û hebûn
      (0) (0) ecêb (0) (2)
      di mijarê de bigere

      1. helbesteke şaîrê nemir cegerxwîn e ku her wiha ji aliyê kardeş türküler ve strana wê jî hatiye çêkirin. bi gotinên xwe jixwe helbesteke gelekî xweş e, kardeş turkulerê jî strana wê xweş çêkirine.

      lê pirsgirêk ew e ku gelek kes jîn'a li vir weke "jin" fêhm dike. temam jin, jiyan azadî lê li vir jin tune jîn heye.

      stran her wiha ji aLIYÊ NIZamettin arıç ve ji weke stran hatiye guhertin.

      nizamettin: http://www.youtube.com/watch?v=zd7WHizrobs

      kardeş turkuler: http://www.youtube.com/watch?v=B66pp5GUYcU



      "Ez xumxuma ava çeman,

      Ez çerx û govend û sema,

      qêrîn didim kat û leman,

      Jîn im, hebûn im, tevger im.



      Bayê siba tê xweş ez im,

      Berfa sibatê xweş ez im,

      Xurtî di latê xweş ez im,

      Hişk û ziwa bin, ez ter im



      Giranbiha me, zêr û dûr

      Ez tim hebûn im, xurt û gur,

      Yaqût û lal û gewher im.



      Pêşve diçim kar û xebat,

      Di nav çiyan de hîm û lat,

      Pêlan didim Zab û Ferat,

      Çelq û xumîn û gur-gur im.



      Pir xurt û hêz im ez hebûn,

      Ez pêşveçûn û serxwebûn,

      Herdem di nav damar û xûn,

      Ez her heme, qet namir im.



      Bihişt ez im, agir ez im,

      Bakir ez im, rakir ez im,

      Xemgîn kir û şa kir ez im,

      Herdem didim, ez na kirim.



      Jîn im, bihar im har û dîn,

      Candar bi min herdem bi tîn,

      Min dane wan ev hilm û bîn,

      Dinêv hebûnê cîgir im.



      Ev ax û ba û av im ez,

      Ev pêtî û alav im ez,

      Xweş ronî û pertav im ez,

      Xurtî di zendên karker im.



      Herdem heme, peyda me ez,

      Tava riwê xeyda me ez,

      Cama bi dest Seyda me ez,

      Ez ol û vîn û bawer im.



      Jîna Cegerxwîn im ji dil,

      Ez xurtî û tîn im di dil,

      Ez hêz û xurtî me di mil,

      Karim vî laşî ragirim"



      2013.09.05-00:14 | simurg56

      2. helbesta seydayê cegerxwîn e pêşî ji aliyê nîzamettîn arîçî ve hatiye çêkirin di sala 1988an de û dû re kardeş türküler beşa pêşî ji stranê birine.

      mixabin kurd gelek caran ne dizanin bê gotinên stranê yên kê ne û ne jî pêşî kê çêkiriye.

      (bnr: gulfiroş)

      (bnr: karwan)



      2013.12.17-03:11 | dijber

      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      arjen arî [4]
      şairê helbestên kurmanciya gewr.. stûnê peyva kurdî.. hechecîk...
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navên hespan [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » jin hene, jinkok hene
      » hebûna min

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî