Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; çiya mazî
peyamên çepikkirî

12872. Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.



Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.



Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.

Ferhenga Gotinên pêşiyan (2005). Elma, Stenbol.

Ferhenga Gotinên Pêşiyan (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.

Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)

Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.

Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.

Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.(wergirtin: )



06.06.2013 06:53 | cekdar

79716. helbesta wî ya bi navê her tim di palûteyan de mirime wî, bi dengê wî:







07.06.2013 18:27 | brusk56