Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 5 peyam
    çiya mazî - tirşik
    çiya mazî
    (1) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. pêşiyê çiya bû, piştre bû nivîskar

    (bnr: derhêner, birêz gula wanê, wênekeş, birêz deşta heranê)



    2013.09.05-00:54 | tivirloismail

    2. nivîskar û helbestvaneke kurd.. di sala 1960î de li gundekî Şemrex (Mazîdax)a Mêrdînê hatiye dinyayê. Ew ji sala 1993an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewşen, Welat, Aazadiya Welat, Ava Şîn, Hîwa, Mehname, Avesta û Kevanê de weşiyane. Bi navê »Mistek jiyan" kitêbeke wî ya kurteçîrokan heye.



    2013.09.07-18:28 | endazer

    3. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.10.15-18:06 | biruya hayao miyazaki

    4. Çiya Mazî nivîskarekî kurd e ku di sala 1960'î de li gundê Kufraga Şemrexa bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.



    Çiya Mazî ji sala 1993'an û vir ve bi kurdî dinivîsîne. Ji wê salê û heta niha gelek helbest, kurteçîrok, zargotin û nivîsarên wî di kovar û rojnameyên wek Zend, Jiyana Rewsen, Welat, Azadiya Welat, Avaşîn, Hîwa, Mehname, Avesta, Amûdê, Nûbihar, Tîroj û Kevanê de weşiyane. Çiya Mazî demekê di kargeriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye. 25 salan di daireyên mîna îdareya herêmî ya Mêrdînê û di şaredariya Şemrexê de xebitiye û malnişîn bûye. 5 zarokên wî hene û li navenda Mêrdînê dijî.



    Mistek jiyan (çirok, 2003). Weşanxaneya Sî, Stenbol.

    Ferhenga Gotinên pêşiyan (2005). Elma, Stenbol.

    Ferhenga Gotinên Pêşiyan (bi tîpên erebî, 2006). Spîrêz, Duhok.

    Palûte (helbest, 2008). Do, Stenbol)

    Ahuzin (Muslum Yucel) (wergera helbestan, 2008). Do, Stenbol.

    Mijarên Mîqro (çirok, 2009). Do, Stenbol.

    Bahol, çîrok 2011 weşanxane; Evrensel Basın, Stenbol.(wergirtin: )



    2013.10.15-22:35 | dîno

    5. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2013.11.23-19:51 |

    6. xwediyê 2 pirtûkên din e.



    peyarêk 2013

    Baxek ji folklora Kurdî -Ji Derdora Mêrdîn- 2014



    2014.08.16-01:42 | berxweda

    7. niviskarê bi pirtûka baxek ji folklora kurdî -ji derdora mêrdîn spasî heq kiriye ye. destê wî sax be.



    2015.02.03-00:00 | berxweda

    8. helbesta wî ya bi navê her tim di palûteyan de mirime wî, bi dengê wî:














    2015.11.13-00:50 [guhertin:2015.11.14 00:13]| xendekî

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    keçika ku berî zewacê bide yan elewî ye yan jî oruspî ye
    diya wî beriya zewacê daye bavê wî û ew jî jê çêbûye llewma. ji wir d...
    game of thrones
    bi van her du beşên dawî ya vê sezonê, laşê me gihîşt lûtkeya orgazmê,...
    game of thrones
    rêzefîlma ku berî çend salan min sezona wê ya yekemîn temaşe kiribû pa...
    piştî deh salan siwarbûna duçerxeyê
    hestek cûda ye. min berî niha jî di hinek peyaman de gotibû, ji duçer...
    kawa nemir
    nIVÎSAKRÊ KU MIN ÎRO LI RAWESTGEHEKE AMEDÊ DÎT Û BI KURÊ XWE RE TIRKÎ ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » çiyayê kurmênc tv
    » mazıdağı

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn niviskarweje zimangotinepesiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî