Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
serhed herêma ermeniyan e - tirşik
serhed herêma ermeniyan e
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarên wekî agirî, qers, erzirom, mûş, bazîd, bidlîs, erdîş, van û îdir berî komkujiya ermeniyan ermenî bûn û dewleta osmanî kurdên musliman li cihê wan rûnîşand serhed ne kurdistan e ermenistana rojava ye



06.07.2017 20:17 | mindal

2. derewe. ez serhedî me. serhed ne ermenistan ne jî kurdistane. serhed tirkiye ye.



06.07.2017 21:11 ~21:13 | bêdeng

3. Bi awayekî dîrokî serhed rojavayê Ermenîstana qedîm e lê heke em anegorî vê gotinê xeberdin divê her neteweya niha li der dorê dinyayê belav bûye vegere bona cihê xwe yî eslî. gelo çi mantiqê vê heye? Niha bona xaka serhedê kî li hemberî dewleta tirkan a barbar şer dike? Kurd. Veca madem ermenî hê jî mafê xwe ji serhedê dixwazin divê pêşiyê li hemberî tirkan şer bikin. mixabin piştî genosîde gundekî du carî qasî îdirê kirine qaşo dewlet, jê re gotin; ermenîstan. Ew jî bûye pêlîstoka navbera Rusya û emrîkayê. Jixwe ermenî yên mayî li çawirdora dinyayê belav bûn. Lewma jî anegorî rewşa heyî hîç wateya wê nîn e ku em bibêjin serhed herema ermenîyan e. Ma çi, 60 salî berê Sêwas jî warê kurd û ermenîyan bû niha bûye navenda faşîstên tirkan.



18.09.2018 14:15 ~14:20 | jifêzagorda

4. ne rast e. erê, berî komkujiyê dibê ku mîlyonan ermenî li herêma serhedê hebûn. lê piraniya wan li navenda bajaran dijîyan. li deşt, çiya, zozan û gundên der û dora wan bajaran piranî kurd hebûn. xêncî kurdan rêjeyeke kêm tirk û azeri û hin gelên din jî hebûn. heman rewş ji bo paytexta ermenîstanê, yanê ji bo erîwanê jî derbasdar e. her çiqas navenda erîvanê ermenî piranî bûn jî, li der û dora bajêr gelek kurd hebûn. yenê em dikarin bêjin 100 salî berê herêma serhedê herêmeke kozmopolît bû, lê em nikarin bêjin tenê herêma ermeniyan bû.



19.09.2018 12:33 | nazim tolhildan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhed neçîrvan
» herêma kurdîstanê

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî