Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    18 mijar û 29 peyam
    weşanxaneya ronahî - tirşik
    weşanxaneya ronahî
    (8) (0) ecêb (0) (7)
    di mijarê de bigere

    1. li amedê ava buye. wekî ku ez dizanim nêzîka 60 berhem weşandine.



    2013.09.05-01:29 | ehmed

    2. weşanxaneya ku tu dibêjî qey bergê pirtûkên çap dike di powerpointê de amade dike ye.. ew qas profesyonel û ew qas pispor û jêhatî ye.. stêra diîse û diteyîse ya weşangeriya kurdî ye.. edîtorê weşanxaneyê mihemed ronahî ye.. û navenda weşanxaneyê li semta ofîsê ya amedê li raserî cihê berê yê weşanxaneya lîsê ye..



    2013.09.05-01:40 | endazer

    3. weşanxaneya ku ji camêriya xwe setek ji pirtûkên xwe ji bo tirşikê bexşandiye..

    piştî şêwra konseya rêveber ya tirşikê, ya li ser çawaniya şêweya belavkirinê, em ê pirtûkan li nav nivîskarên xwe yên ''xwudê û weşanxaneya ronahî û tirşikê kerema xwe pê re kirî'' belav bikin.. *

    ya ku di dilê min de ye, ez dixwazim ev pirtûk bibin para wan kesên ku baş bi kurdî zanin lê haj tirşikê nîn in, deqene bi vê hemlê dilê wan li tirşikê germ bibe û ew jî dest bi tirşikandinê bikin.. di vî warî de heçiyê fikr û pêşniyarên wî/wê heyîn bila kerem ke bêje..



    2014.06.14-03:01 | endazer

    4. weşanaxaneya ku me kêfxweş kiriye.

    ji bo belavkirina pirtûkên jê hatî jî, pêşniyara endazer jî dibe, belavkirina li nivîskarên herî aktîf yên li vê meha dawîn jî, dibe.



    2014.06.14-10:43 | simurg56

    5. weşanxaneya ku xwediyê wê pir vedixwe.



    2014.06.14-10:55 | kardoxî

    6. Weşanxaneya ku ji ber tunebûnê her û her ji kîsê xwe dixwe mixabin



    2014.06.14-13:24 | rewnaqa xewle

    7. îro 39 pirtûk ji bo ku li nav nivîskarên tirşkê bên belavkirin j bo tirşikê bexşandiye.. ligel derfetên xwe yên hindik weşanxaneyeke têra xwe merd alîkerem û letîfedan e, xwudê hez bike bi belavkirina van pirtûkan wê bibe wesîle ji bo gelek kesan ku dilê wan li tirşikê germ bibe.. ez vêsa xwe bidim ez ê lîsta pirtûkan jî binivîsim..



    2014.06.14-20:19 | endazer

    8. pirtÛkên ku weşanxaneyê ji bo tirşikê bexşandine;



    1 medyaya kurdî û medyaya nû - serhad b. rênas (2 heb)

    2 daristan - mihemed ronahî (3 heb)

    3 neynik û hine - welat dilken (3 heb)

    4 romana kurdî - helîm yûsiv (3 heb)

    5 mirina egîdekî - mehmet uzun (3 heb)

    6 xame sihurî kaxiz şiyar ma - arjen arî (2 heb)

    7 kulîlkên be'îvan - arjen arî (3 heb)

    8 mextel - şevger çiya (3 heb)

    9 fîxana pênûsên nazik, antolojiya helbesta kurdî ya nûjen - evîn şikakî (2 heb)

    10 ji başûr, barana helbestê - şêrko bêkes (3 heb)

    11 pirsa behram gerdûniyê qamkinik î zarçapik ê ku ji bo fesadiyên li ser kesadmayina bazara zimanê wî yê dilmakî tîremarkî bar kin biçin ji xwe re bazareke nû bibînin sal dozdeh mehan û ro bîst û çar saetan li ber deriyê akademiya peyvên devokên ji hevokan xeyidînî kitêbên li ser termînolojiya kuxikên dengbêjan ên ku bi rê û rêbazên modern li dîwana beg û mîran wekî hebên tiriyê mezrone di mehseran de biperçiqin di qirikan de perçiqîne û bi belxema zeravî ve zeliqîne hatine nivîsandin difiroşe û difikire ku bi pereyên ji kitêban qezenc kirî li hemû zanîngehên welatê sor ê ku bi ava zil û zelal re zewiciye û piştî pênc hezar salan ji ber sedemên wek lihevnekirin û şerê zêde jê veqetiyaye û zaroyên xwe perîşan kirine enstîtuyên lêlêlojiya li ser stranên mêrên ji xwînê hez dikin û lololojiya li ser stranên jinên ji mêrên ji xwînê hez dikin hez dikin û lolêlojiya li ser stranên nêremoyên ji xwînê hez nakin û xwîna kuştinê dirijînîn lêkolînên xwe li referansên qinyatên dilan ên dûrî mirinê û awirên çavan ên dûrî kirinê û îşaretên destan ên dûrî birinê digirin dikin damezirîn - ömer faruk baran (3 heb)

    13 dengvedana lingê avê - sohrab sepehrî (3 heb)

    14 hemû berhem - fÛrux ferruxzad (3 heb)

    15 heteroglossia - h. kovan baqî (3 heb)



    piştî ku konseya rêveber ya tirşikê di nav xwe de rê û şêweya belavkirina pirtÛkan diyar û teyîn kir, em ê dest bi belavkirina pirtûkan bikin.. li hêviyê bin! *

    edit: ji ber ku navê pirtûka ömer faruk baran zêde dirêj bû min bi xwe re nedîtibû binivîsim, min niha ji derekî dît û nivîsand, spasÎû destxweşî ji bo hevalê xendekî.. *



    2014.06.15-19:10 | endazer

    9. yek ji weşanxaneya bakurê kurdistanê ya herî aktîf û herî dilkurdistanî ye.



    2014.06.22-15:55 | xendekî

    10. Sponsorê 2. xelatên tirşikê.



    2015.01.31-21:37 | azadixwaz

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qerqaş
    Qer an jî qere bi kurdî navê rengê reşê geş e. Tirkî dibêjin kara. Dîs...
    tekirdağ
    Bajarekî pir xweş e. Gel li gorî gelê tirkî zehf medenî û bêhnfireh i...
    şîn
    1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên ...
    sîstema nû ya tirşikê
    rojanekirinek biçûk; 1- di weşandina "peyamên li benda weşanê&qu...
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » weşanxaneya avesta
    » ronahiya qurana pîroz

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî