Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lijneya hakemiya mezêxeran - tirşik
lijneya hakemiya mezêxeran
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. saziyên ku li navçeyan, di bin banê qemeqamiyê de dixebitin. li bajaran şûna wan dadgeha mezêxeran heye.
karê van lijneyan ew e ku dema mezêxerek malek an jî xizmetek bistîne lê paşê bifikire ku hatiye xapandin an jî mexdûrkirin, mafên van mezêxran biparêze.
piranî biryarên ji bo qenciya mezêxeran didin û firoşkar neçar dimînin ku mal/xizmeta xwe biguherînin an jî pereyê mezêxer lê vegerînin. biryara vê lijneyê jî bi qasê biryarên mehkemê, derbasdar e û esseh e. yanî nabe ku firoşkar guh nedê. li gorî îstatîstîkên dawîn, %80 biryaran ji bo qenciyan mezêxeran e.

li bajarên mezin, ji bo ku mirov serî li van lijneyan bide divê bûhayê meseleyê ne ji 3.300 tlyan zêdetir be. li navçeyan ev sînor 2.200 tl ye. dema bûha ji van sînoran zêdetir be, divê mirov serî li dedgeha mezêxeran bide.

mixabin serlêdana van lijneyan biryar zû bi zû dernakeve. heta 6 mehan riya wê heye. lê dîsa jî divê mirov çavê xwe netirsîne.

di van lijneyan de ji komelên mafê mezêxeran, ji nav karmendên qeymeqamiyê, ji baroyên parêzeran û ji saziyên firoşkaran fîlan endam hene. her wiha berî biryardayinê, pêzanek tê wezîfedarkirin ku meselê lê bikole, malê venêre û ji bo biryara lijneyê raporek amade bike. piranî ew pêzan tên û ji mezêxer, malê kirî an jî xizmeta standî dixwazin û lê dikolîn ka bi rastî jî xerabe ye an jî tê de problem heye an na.



25.07.2017 20:48 | simurg56

2. hejmara wan wê ji 1000î dakeve bi qasê 211 heban. ji ber ku nêzikî 800 heb ji wan, gelek hindik serlêdan standine. her wiha sînora serlêdanê jî ji bo navçeyan dibe 4.000 tl, ji bo bajaran dibe 6.000 tl.



19.02.2018 21:08 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lijneya hakemiya mezêxeran

Kategoriyên mijarê:: jiyan hiquq jiyan hiquq jiyan hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî