Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mihemed ronahî - tirşik
mihemed ronahî
(8) (2) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û weşangêrekî kurd e.



05.09.2013 01:47 | ehmed

2. nivîskarekî roja me yê pir çalak e.

di 1979'an de li Pîrana Amedê xwedê daye. di zanîngeha înonûyê de beşa civaknasiyê qedandiye. Di malpera haberdiyarbakir.com, Kovara W, Kovara Rewşen, Kovara Zend û Çirûskê de helbest û nivîsên wî tên weşandin.

hema hema di nav her xebata kurdî ew jî heye. her wiha xwedî û rêveberê weşanxaneya ronahî ye. bi her sê zaravayên kurdî û farisî dizane.

berhemên wî:

*bendewarên adarê (roman)

*daristan(çîrok)



30.12.2013 03:11 | xendekî

3. nivîskarekî pirr hêja ye piçikek jî qurretî pê re tune ye. wek li jor hatiye gotin civaknasiyê xwendiye û niha di dersxaneyeke taybet de mamostetiyê beşên felsefeyê dike pirr jîr e di heman demê de jî pirr difikire loo carinan mariv pê re diaxive tu dinêrî ku çûye li cihekî din*) xwediyê weşanxaneya ronahiyê ye û bi heman navê pirtûkfiroşa wî jî heye li amedê li pişt kuçeya hunerê ye bi tenê pirtûkên bi kurdî tên firotan ji bo min taybetiya wî camêrî jî heye ku dema ku diçûm dersxaneyê mamosteyê min ê felsefeyê bû û yek jî yekem romana ku min xwendiye romana wî ya bendewarên adarê bû bi zimanekî xweş,resen û sivik hatiye nivîsandin zû tê fêmkirin lê bandora wê dimîne. yekem romanê ku min xwendiye romana wî bû lewma carinan tê bîra min xemgîn dibim bi kurt û kurmancî xembarê zimanê kurdî ye..



28.01.2014 05:00 | ferhenga şikestî

4. li ser romana 'bendewarên adarê' ya mihemed ronahî çend gotin



*pirtûk: bendewarên adarê

*nivîskar: mihemed ronahî

*cure: roman

*rûpel: 160

*weşanxane: weşanxaneya ronahî

*çapa yekem



ev romana ku qala jiyana malbateke kurdan dike romana yekê ya mihemed ronahî ye. çîroka romanê bi hesabê kurmancî ji yekê adarê dest pê dike û di berbanga yekê adara sala din de diqede. roman bi bendeke ku qala hatina biharê dest pê dike û dîsa bi heman benda ku qala biharê dike û tê de hatina biharê teswîr dike diqede.

çîrok çîroka mala mihemedê saryayê ye. eliyê kurê wî û xeca jinbava elî û xwişka elî û zarokên xecê ye. ji ber ku diya elî, fatê miriye; mihemed cara duyê ji neçarî dizewice û ji wê zewacê, xanim û eyşo û ehmed, sê zarokên din xwedê didin.

elî û încê û hewê her sê zarokên bêdê, sêwî bûn. û çîrokan wan a sêwitiyê.

û çîroka mirina fatê, diya sê zarokan. ji ber nexweşiyê mihemed wê dibe nexweşxanê, piştî ku piçekî baş dibe mihemed vedigere ji bo ku li halê zarokan binêre. lê ji fatêya ku rewşa wê ber bi başbûnê ve diçû xebera mirina wê tê. fatê çi jê lê tê nayê zanîn. rojekî yek ji stenbolê tê û dibêje ku jinekekî ez li stenbolê dîtime û gotiye ez fatêya jina mihemedê saryayê me, here bêje fatê nemiriye ji nexweşxaneyê hatiye revandin. û ev xeber dibe çîroka elîkê sêwî. û ev xeber wî dibe diavêje stenbolan û ji wir dest vala bi lingekî vedigerîne malê. eliyê ku di gund de her kesî jê dabû stû û herî dawî ji ber ku serê remoyê kurê şero bi du cihan re şikandibû û xaltîka xwe di nava xwînê de hêliştibû ji gund reviyabû berê wî ketibû gundekî, li wir aşiqbûna wî û dûvre çûyîna wî ya stenbolê û vegera wî ya bi dilşewatî.

çîroka saryayê, saryaya ji agirî. saryaya ku piştî serhildana agirî têk diçe bi malbata xwe re bi eşîra xwe re tên xwe li gundê îbika gundê reşîd axayê bapîrê mihemed digirin. reşîd axa û ji ber welatperweriya vê eşîra ji agirî qedirgirtina wan. û mistoyê bavê mihemedê ku tê saryaya zewicî direvîne û ji mirinê filitîna wan. û efokirina misto. û mehra saryayê ya bi misto re. û çîroka yazî'yê saryayê ku dema eşîra bavê saryayê xwe piçekî lev didin û vedigerin warê xwe ji diya xwe ji saryayê hatî qutkirin. û çîroka piştî sih/sî salî gihiştina saryayê û kurê wê yazî.

û çîroka radyoyê û dengê dengbêjan ên di nav gund de belav dibû.

û çîroka kewan.

û çîroka efsaneya dûdiyê mêrxas. dûdî'yê kalikê mihemed ê pêncê an jî şeşê. dûdî'yê li hember romê serî hildayî. berxwe dayî.

çîroka mihemed û kuxikê û di dawiyê dawî êşa zirav(penceşêrê). mihemedê bav, mihemedê pale, ê hostayê dîwaran, ê amûran, ê gelek tiştan.

û birayê mihemed, misto. pişta mihemed. ew jî wek birayê xwe hostayê gelek tiştan. di gund de herdu bira tenê. lê bihêz. dema penceşêrê bi birayê wî girtî mistoyê ku ji bo ku biçe dermanê birayê xwe bîne ketî kemîna guran û bi zorê ji nav lepê guran filitî. çîroka mistoyê bira.

û seyda. seydayê zana û aqilmend. seydayê ji mihemed re qala êş û mezinahî û xweşikahiya evînê dikir. çîroka seyda.

û li ser încê careke din êşa sêwîbûn û fedikotiya sêwîbûnê dayî meriv. çîroka încêya sêwî.

û li ser elî çîroka xerîbî û sirgûnê. derdê welatê xerîbiyê. çîroka êşa xerîbiyê bi vê bendê xweş bûye:

"(...) wê demê ji şêro re gotibû: 'şêro, min li vir veneşêre. min bibe amedê, gundê min.'

niha di dilê xwe de got:

-heke ez mirim jî bila mar û mişkên kurdistanê bixwin laşê min.

beriya birîndarbûna xwe digot: 'heke ez dêya xwe bibînim ez ê herim welêt an jî naçim ev der xweş e.(ji bo stenbolê dibêje)' lê dema ku birîndar ketibû û mirin hîs kiribû, xwestibû ku li welatê xwe be.

kêm kes dixwazin li warê xwe bijîn, lê her kes dixwaze li warê xwe bimire. di nava xwezayê û mirovan de têkiliyeke hestî heye. her çiqas xweza bêruh were zanîn jî ruhekî xwezayê jî heye û bi yê mirovan re di têkiliyekê de ye. (...)"(rûpel: 145)

û çîroka gundîtî û bajartiyê, çîroka jiyana gundan a bihevreyî û navhevdeyî.

û çîroka evînê û wateya mirinê!



bendewarên adarê romaneke herikbar û xweşbêj e. bi zimanekî xwerû û dewlemend hatiye nivîsîn. roman bi peyv û gotinên resen ên kurdî dewlemend bûye. jiyana me kurdan ji her aliyî ve raxistiye ber çavan. di teswîr û ramanan de fîlozofiyek/felsefeyek kûr heye. dema qala mirinê an jî evînê tê kirin fîlozofiya romanê tê dîtin. ji romanê xweziya mihemed vê radixe ber çavan:

"nalet were li wî warê ku, gelê xwe ji mirinê agahdar neke. ev jiyan ciyê xapê ye. mirov tê de tê xapandin. meriv dibêje qey meriv dê her bimîne li jiyanê, lê dawiya dawî her kes dê terka ciyê xwe bike û biçe. çûyîn ne weka hatinê bi kêf û şayî ye. bi şîn û girî ye. dema zarokek ji meriv re dibe, mirov bi hatina wî dilşa dibe. lê dema dimire meriv dikesire û digirî. xwezika hatin û çûyîn berevaciyê hev bûyana. mirov bi extiyarî bihatana dinê, dûre nexweş bûyana. lê her gav ber bi xweşiyê ve biçûyana, xweş bibûyana. dûre neviyên wan çêbûyana. dûre zarokên wan xwediyên kar û huneran bûyana. dûre ciwan bibûyana, hemû xweşkahiyên dinê tehm bikirana. dûre bibûyana zarok. bileyîstana. dûre bibûyana pêçek. dûre biketana zikên dêyên xwe û jiyana wan bi pevşadbûna dê û bavê wan bi dawî bibûya. şevekê dema dê û bavê wan bi hev şa dibûn, di wê pevşabûnê de, bibûyana mistek av û vegeriyana piştên bavê xwe. jiyana wan bi zewqeke mezin bi dawî bibûya." (rûpel: 128)

û dema meriv dibîne ku destpêk û dawiya romanê dîsa digihe hev, meriv dibîne ku bandora sînemayê jî tê de heye. ji ber ku ev şêweyeke ku di flîman de tê bikaranîn e. destpêk û dawî digihe hev. di romanê de jî bi heman bendê dest pê dibe û bi wê bendê xilas dibe.

helbet hin şaşiyên wê jî hebûn. navê misto. hem navê bavê mihemed misto ye hem navê birayê wî. ma misto navê kurê xwe jî kiriye misto. vê bala min kişand. li hin cihan çîrok zû hatiye gotin. yanî tam lê kûr nebûyî jê derbas bûye. ev jî tiştek piçûk bû. lê seranser gava meriv lê dinêre bêyî ku bêhna meriv jê teng bibe an jî meriv jê aciz bibe, bi herikbariyeke başhatiye hûnandin. dixwazim careke din bêjim bi kurdiyeke gelek baş hatiye nivîsandin.

gelek deran meriv dixwaze têkeve nava romanê tê de bijî û hin deran jî meriv dixwaze carna bi saryayê carna mihemed carna bi elî re bigirî. gava elî li stenbolê bi xeyalên bi diya xwe re jixwe diçe û yek tê xeyala wî belawela dike û elî radibe teşta dendikên xwe diavêje ser ê çavê mêrik û direve nava kolanên stenbolê dikeve û di nava kolanê bi kurdî dide ber qîran û û gazî diya xwe dike û dibêje: "dayêêê, dayêêê, fatêêê, fata silooo, fatê."

û dîsa: "fatêêêê... fata silooo... tu li ku yî dayêêê.... orispîîî..." meriv jî bi wî re digirî û jixwe diçe.



rênas xendekî



16.04.2014 15:35 | xendekî

5. di newroza 2014'an de Bi qasi ku di posta xwe ya facebookê de dikare bibêje, "ez di newroza hemÛ kurdan nim" kurdperwer, rewşenbîr, nivîskar û zireke...

Bi hizbullahê re vedixwe, bi pkk'yê re dixwe û bi dewletê re digirî...



16.04.2014 15:55 | tembûra dilê min

6. Mihemed Ronahî bi hizbullahê re vedixwe, bi pkk'ê re dixwe, bi dewletê re digirî û bi diya tembûra dilê min re jî radizê...



11.05.2014 22:05 | hesenê mala mûsa

7. 24ê vê mehê saet 18:00ê wê bi herdu berhemên xwe daristan û bendewarên adarê bibe mêhvanê kulûba xwendinê ya diyarbekir.. wek tê zanîn her du sê hefteyan carekî kulûba xwendinê ya diyarbekir li diyarbekirê şêwira xwendina edebiyata kurdî durist dike, berî şêwirê kitêbên ku wê bên xwendin tên diyarkirin û destnîşankirin û li raya giştî ya xwendevanên edebiyata kurdî tên ragihandin.. eger nivîskarê kitêban bikaribe bê, ji bo şêwirê tê xwestin û vexwendin û di şêwirê de herkes bi dorê pêşiya ya dilê xwe li ser kitêbê dibêje Û eger bixwaze ji nivîskarê pirtûkê pirsan dike, nivîskar jî eger bixwaze bersivê dide..

ev şêwir fînala şêwirên îsal e, yanî wê bi xwendina mihemed ronahî derî û derebeyên kulûbê bînin xwar..



19.06.2014 14:50 | endazer

8. Nivîskarê Kurd ku piştî gotineke îronîk ya Erol Şaybak dest bi manavîyê kiriye. Di heman demê de li manava xwe kitêban jî difroşe.



30.12.2014 16:10 | rojan

9. nivîskarê kurd ku piştî gotineke îronîk ya erol şaybak dest bi manavîyê kiriye. di heman demê de li manava xwe kitêban jî difroşe



30.12.2014 16:20 | rojan

10. bi xwudê eger rast be nûçe-peyama ser vê re (ne ji serê vî ve) gelekî kêfa min jê re hat.. lê xwezî pêşiyê ji manavê re naveke kurdî li hev anîbûya.. fêkîfiroş, sebzefiroş zêde klasîk in, divê navekî wisa bibîne ku mirov dema seh kir bêje bi xwudê ev peyv ji dest û devê yekî wêje-kar ku di karê xwe de serkeftiye derketiye.. û wekê dî ew jî dikare wekê tirşikê ji bo miştêriyên xwe kampanyaya pirtûkan çêke, mesele kî bi buhayê 50 lÎre ticaretê jê bike bila şaneşÎnekî belaş bi ser de bide.. *



30.12.2014 16:44 | endazer

11. (bnr: mihemed ronahî)



03.03.2015 20:46 | xendekî

12. nivîskarekî dîn e..

ne bi henek, dinekî xwedê ye, dilê wî ji erdê heta ezmanan mezin û berfireh e lê cir û mirûz û bêhna wî jî bi qasî kirasên jidandî yên jinan teng e



03.03.2015 21:14 | ferhenga şikestî

13. di kovara nûbİharê, di hejmarekê de hevpeyvînek li gel johanna bonnesca yê jina polonî ku li ser doktoraya kurdî di zanîngeha st petersburg ê de xebata dike hatibu kirin. Di hevpeyvînê de bonnesca wiha gotibu: "Di wêjeya kurdî de potansîyela sedsala 19. emin a Rûsî heye" ango dewra Tolstoy, Çehov û Dostoyevskî hatibu nîşankirin.



dema ku min hêjta pirtuka mihemed ronahî a bi navê Daristan ê nexwendi bû bawerîya min nebu ku ev fikra kû bonnasca bilêv kiribû rast be. Lê piştî ku min "Daristan" ê xwend min bawer kir ku bonnesca heq e û gotinêt wê bê bingeh nîne.



herçendî ku min pirtûkên din yên mihemd ronahî nexwendîbe ez dîsa di vê fikrê de me ku bonnesca heq e. û hebûna nivîskarên yên wekî Ronahî hêvîyê dide me û wêjeya me.



xwedê qawetê bi de te û pênûsa te kekê Mihemed Ronahî...



02.03.2016 10:17 ~14:36 | azad30

14. Nivîskarê pirtûka "daristan" ê ya ku hêjayê nobel ê ye pirtûka wî.



29.04.2016 21:35 ~2016.04.30 00:30 | azad30

15. nivîskarê ku heta niha min digot qey mêr e, lê va ye bi xêra tewanga azad30 fêm dikim ku jin e. (bnr: nivîskara pirtûka "daristan" ê...)



29.04.2016 23:41 ~23:42 | serdem herdem

16. Nivîskarê ku piştî bersiva min ya peyama wî ya li ser facebookê ez asteng kirime. Rewşa ku ez piştî têrî xwe keniyam e. Li gorî fikra min hebkî artîst û qurre ye. Yanî dibe qey em zaro ne û piştî ku bersiveke dilê xwe nedît û ez asteng kirim. Niçççcçc (bnr: çokta fifii)



30.04.2016 02:23 | gulêê

17. nivîskarê ev e 10 roj zêdetir e ji ber angaşta endamtîya rêxistinê hatiye girtin, di girtîgeha amedê tîpa dyê de ye.



28.07.2017 20:30 | xendekî

18. Nuçeya ku min li jorî dîtî min pir êşandîye ka xendekî lînk ek ji me ra neavêje?

Wekî dîn min "daristan" a wî xwend û min gelek eciband înşelah xêr û silamet zû derkeve û hêj pirtûka bila binîvîse:(



29.07.2017 18:11 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mihemed şarman
» ronahî tv

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî