Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
mihemed ronahî - tirşik
mihemed ronahî
(8) (2) (2)
di mijarê de bigere

19. nivîskarê ku girtina wî nebûye nûçeyek jî. lê min birayê wî dadgehê dît, xebera min jê çêbû, hingî desteserkirîbû, êvarê min bihîst biryara girtinê jî dane.

wekî din li vir jî yekî behsê kiriye:
Here lînkê



29.07.2017 19:28 | xendekî

20. nivîskarê ku;
19ê tîrmehê hat desteserkirin
26ê tîrmehê hate girtin
5 tebaxê bû rojev.
nûka duh malperên nûçeyan biryara girtina mihemed ronahî dan.
1habervar, kurdî: Here lînkê
dihaber, tirkî: Here lînkê



06.08.2017 13:10 | xendekî

21. pirtûka wî ya herî dawî kûçikistan, ji weşanên avestayê derket. gelo avesta çima dema ku mihemed ronahî di zîndanê ye pirtûkê çap kir û weşand? bi ya min ji bo ku pirtûk deng vede û zêdetir bikaribe bifiroşe, dixwaze di binhişê mirovan de tiştekî wisa çêke:

pirtûka nivîskarê girtî derket, ew ji bo kurdî têdikoşe, divê hûn jî pirtûka wî bikirrin!



23.08.2017 14:38 | tizbîkêş

22. nivîskarê ku hê jî girtîgeha amedê de girtiye. iddîaya jor balkêş e. lê tişta ez dizanim mihemed ronahî beriya 6 meha ev pirtûka xwe qedandibû. û ev 5 meh e li ber destê weşanxaneya avestayê ye.

(bnr: kûçikistan)



23.08.2017 14:50 | xendekî

23. tirsikvan û blogger înanolo piştî ji girtîgehê derket pê re hevpeyvînek çêkiriye. li ser rewşa wî û berhema wî ya nû kûşikistanê axivîye: Here lînkê



28.10.2017 12:42 | xendekî

24. Nivîskarê ku bi çêr û dijûn û gotinên xwe yên zayendperest twitterê li hev xistiye. Min meseleyê û sedemên gengeşiyê fêm nekirin lê dijûn û heqaretên ku tên kirin dilê min têkilhev kir. :/



01.04.2020 10:30 | xelîl

25. Nivîskarê ku ji aliyê dijûna ve min ewil navê wî bihîstibû.
ji ber vê yekê naxwazim zêde bela xwe lê bidimಠಿ_ಠ



03.05.2021 20:34 ~20:35 | merwano

26. destdirêjker, seksîst û alkolîk

bênamûsekî ku bi dijûnên xwe yên seksîst û alkolîkbûna xwe tê zanîn. lê êdî divê bi destdirêjiyên xwe jî bê zanîn. li cem min piçekî jî nirxê wî tune ye. yek ji wan mirovan e ku bi qirûşekî nakin.
çend roj berê ji aliyê tehdît û êrîşên mihemed ronahî ve jinek hat kuştin. û ev jin berîya salekê serî li rêxistinan dide û dibêje ev kes zorê li wê dike, wê tehdît dike û heta tacîzî keça wê dike. lê mixabin civaka me ya patrîarkal bêdeng dimîne û di bin nasnameya vî bênamûsî ya nivîskariyê de deng dernaxîne û li benda mirina jineke din dimîne. digel ku beyana jinê niha li her derê înternetê digere, hîn jî gelek mêr ronahî diparêzin. ev jî rûyekî din ê civakê ye.
tu deng ji bûyerekê re dernaxînî, hezar bûyerên din normal tên dîtin. tu ji alkolîkekî re nabêjî şerm e, di ser de pesnê wê didî, li ser henekan dikî, paşê ev alkolîk diçe tecawizî jinekê dike û wê tehdît dike da ku ji tu kesî re nebêje. dema rastî tê bihîstin jî înkar dike (tu tecawizker an jî tacîzker tune ye ku înkar neke). piştî ku dibîne nikare xwe biparêze, dibêje ez serxweş bûm. ne ku kiryariya ronahî wisa qewimî, ez vê nizanim (lê îhtîmaleke mezin e ku ev çend caran qewimîbe) tişta ku dixwazim bêjim ew e ku her cara ku em kiryariyên karakterên wisa tehamul dikin, ev karakter bihêztir dibin, jixwebawertir dibin û dibin sedeba mirinan...

navê jinê di bûyerên tacîz an jî tecawizê de divê neyê bilêvkirin. kesê ku divê bi van bûyeran bê bibîranîn, tecawizker e, tacîzker e û mihemed ronahî divê bi van taybetmendiyên xwe bê zanîn!



13.12.2021 22:24 | mergehez

27. min heta niha yek nivîseke wî jî nexandîye. Xwedêkirî jî min nexandîye. Kesên iha pîs ra gereka civak bertekeke wisa bide heyat wana ra bibe jehr.
şixu sîn sîfetê wî va jî kifş bû ku kesekî dilqirêj e.



14.12.2021 09:50 | bûtîmar

28. çend sal berê min gelek pesn û wesfên wî dane.
çi heyf û yaziq
ez naxwazim beşdarî lînceke girseyî ya sosyal bibim, em ne dozger ne jî dadmend in û mixabin dewleteke me jî tune ye lêpirsîneke zelal û şeffaf bike.

bi qasî ku ji keseyeta wî dixuye potensiyela wî heye ku tiştekî wisa bike. nivîskarên kurd bi pirranî li ser sosyal medyayê li dû jin û keçikan digerin, min deh sal berê ferq kiribû. tabê di hemî civatan de heye ev, lê ji ber ku hejmara me kurdan kêm e, -hem kêm e nivîskar hem kêm e xwendevan û xwendekar, hetta bi pirranî nivîskar û xwendekar heman kes in; têkilîyên wilo zû kifş dibe û înfîalek çêdibe.

gelek nivîskarên kurd ku li bazara xelkê nakin qirûşekê, ji ber nebûna xêrîdarê, xwe li kurdî didin, xwe li nivîskariyê dipêçînin, poza wan dibe sê metre bi minnet û niza çend hestên genî xwe li xelkê qurre dikin. helbûkî ne kesayet heye, ne zanîn heye, ne entelektualîte heye... heya êvarî fotografên xwe parve dikin, li twitê postên aforîzmatîk ên bêhno parve dikin, didin li dû şopa keçikan û paşê dibêjin em nivîskar in niza em bêvankar in falan Fîstan

nûdem hezex/116342 ha ji we re mînakek. bi kurdî romanek nivîsîye lê doz û daw'a û angaştên wî ji zimanê kurdî jî qewîtir e suphanallah!
dibêjin çima bi kurdî romaneke ultra muhteşem nayê nivîsin. kuro keçê potansîyel nîn e potansîyel. belkî çêbûya lê piştî belavbûna înternet û meydaya sosyal yekcar em berê xwe dan şikeftê. nivîskar divê bixwîne, bixebite, biponije yên me dişopînin, diecibînin û parve dikin. hew



14.12.2021 11:39 ~11:44 | ferhenga şikestî

29. Nuştoxo ke ci tena ser medya nas kena. Twitter de bi fekê xirab nengî çînaynî. Merdimo ke bi nengan xo îfade bikero û bi no qeyde xo yew gi hesab bikero çiman mi de serê yew pîyanzî nêkeno. Nika zî bi xokîştişê yew cinî sero tohmetdar o. Raşt yan zûrî ez nêzana la qisebendê ke vajîyêne qet weş nêyê.



14.12.2021 11:57 | kajav