Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kurdîlit - tirşik
kurdîlit
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê

Paşxane

Wêjeya bi Kurdî, ji alîyê werarbûn û belavebûna zimanê Kurdî ve, ku di gengeşeya mafên keltorî û curecureyîyê de li Tirkîyeyê girîngîyeke xwe ya navendî heye, em çav pê dikevin ku yek ji warên serekî ye. Dem û dezgeh û kesayetên ku li Tirkîyeyê di warê wêjeya bi Kurdî de dixebitin, hevterîbî bar û doxa şerî ya 30 salên dawî, her tim tûşî astengkirinan hatine û nikarin sûd û mefayê werbigirin ji mafên ku nivîskar û weşangerên ku li Tirkîyeyê bi zimanê fermî berhemhênanan dikin sûd û mefayê ji wan werdigirin, vê yekê jî nehişt ku ew ragihaneke durist çêkin li gel yek û din û li gel wêjekarên ku bi zimanên cîyawaz berhemhênanê dikin. Rûdawên peywendîdarî bar û doxên şerî bi şêweyekî nerênî kar di wan kesayet û dem û dezgehan kirin ku di vî warî de bi kar û xebatan berdewam in, li gel vê yekê, ew ji çavkanîyên madî yên curecur jî bê par man. Digel vî qasî, tevî ku li Tirkîyeyê di warê weşangerîya bi Kurdî de di nava 10 salên dawî de dereceyeke baş hate kirin, bertengbûna xuyanîtîya wêjeya bi Kurdî ya li Tirkîyeyê û li qada navneteweyî hê jî kêşeyek e hem ji bo pişka yên ku berhemhênanê dikin hem jî ji bo pişka xwîner.

Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, piştî sala 2011’an, bi hevkarîya Weşanên Lîsê ve, ya ku ji mêj ve ye xebatan li gel bi rê ve dibe, birêvebirina du çalakîyên wêjeyê kir: Ji Amedê Awirtêdanên Li Wêjeya Cîhanê û Hosteyên Mezin (2012) û Li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdkî (2013). Di gengeşeyên li gel bîner û beşdarên van çalakîyan de, pêdivîya bi xebatên ku di warê wêjeya bi Kurdî de, ya ku li Tirkîyeyê ta asteke girîng fireh bûye, piştevanîyê bikin bo geşepêdana hem nivîskar û wergêran hem jî xwîneran, her wekî bixêretirîn mijar bi pêş de dihat. DSM (Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê û Lîsê, li Amed û derdora wê, li Stembolê û li qada navneteweyî, li dû rasthatin û çavpêketinên li gel dem û dezgeh û kesayetên peywendîdarî wêjeya bi Kurdî, dest bi amadeyîyên bo xebateke berfireh a peywendîdarî wêjeyê kirin. KurdîLit: Tora Wêje û Weşangerîya Bi Kurdî Li Tirkîyeyê, wekî gava pêşîn a xebatên ku bi armanca dabînkirina xuyanîtîya wêjeya bi Kurdî hatin pîlansazkirin, ji alîyê Navenda Hunerê ya Dîyarbekirê, Weşanên Lîsê û Literature Across Frontiersê ve hate sêwirandin. Ev xebata ku hate sêwirandin bi armanca berhevkirina zanyarîyên heyî yên peywendîdarî wêjeya bi Kurdî ya ku ji layê gengeşeyên li ser mafên keltorî û azadîya derbirranê ve jî derawayeke xwe ya cîyê metirsîyê heye, daye ber xwe ku dabîn bike zanyarîyên sereke yên peywendîdarî ekterên (weşanger, nivîskar, wergêr, weşanên wêjeyê yên mawedar) ên di warê wêje û weşangerîya bi Kurdî de li Tirkîyeyê çalak li hev bêne civandin û li hawirê online bêne arşîvkirin û tevkarîyê li ragihaneke geş û gurrtir bike, ya ku reng e bere bere were çêkirin di navbera van ekteran û ekterên wêjeyê yên çalak li qada navneteweyî de. Em pê bawer in, birêvebirina xebateke ku bi armanca piştevanbûnê tê kirin da ku Kurdî her wisa jî wekî zimanekî wêjeyê hem li Tirkîyeyê hem jî li cîhanê belave bibe û were naskirin, ji alîyê pêdeçûneveya li ser gengeşeyên sîyasî yên heyî bi rehenda xwe ya keltorî ve jî girîngîyeke xwe ya zêde heye.

KurdîLit, ji ber çarçoveya û çeperên xebatê, berê xwe bi hûrgilî dide wêjeya bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî yên ku li Tirkîyeyê têne axiftin. Ji ber vê hindê, bo niha zaravayên Soranî û Goranî yên Kurdî ne babeta vê xebatê ne. Her wiha, nivîskar û wergêrên ku li Tirkîyeyê dijîn, xwedan berhem in û zimanê wan ê zikmakî yan zaravaya Kurmancî ya Kurdî ye yan jî ya Kirmanckî ye, ji wan yên ne xwedan berhemên bi Kurdî, ji ber gerûya xebatê, ne di malperê de ne. Digel vê yekê, me awat e ku ev xebat bere bere fireh bibe bi şêweyekî ku zaravayên mayîn ên Kurdî jî li xwe bigire û di vê çarçoveyê de hevkarîyên nû bêne duristkirin.

Rêbaza Xebatê

Xebata ku di Reşemîya 2016’an de dest pê kirîye û ev malper durist kirîye, ya ku ji xwe re kirîye armanc dabîn bike berhemhênana ku di warê wêjeya bi Kurmancî û Kirmanckî de tê kirin li Tirkîyeyê, li herêmê û li qada navneteweyî bêtir xuya bike û bi vî awayî jî wêjeya bi Kurdî ya rojaneyî bibe parçeyê toreke ragihanê ya firehtir, ji sê qonaxên serekî pêk tê: Vekolan, berhevkirina daneyan û danîna nexşeya zanyarîyên ku bêne civandin li dû hevdîtinên ku bêne kirin. Di qonaxa pêşîn de, tîma DSM’yê ya cîbicîkirina xebatê li xwe girtî û rawêjkarê naverokê Lal Laleş (Weşanên Lîs) li Dîyarbekir, Stembol, Wan, Êlih û Mêrdînê hevdîtin pêk anîn li gel ekterên ku li Tirkîyeyê di warê wêje û weşangerîya bi Kurdî de kar û xebatan dikin. Di henga van hevdîtinan de, malper bi çarçoveya xwe ya sereke ve hate pêşkêşkirin û bîr û boçûn û pêşnîyarên ekteran hatin wergirtin. Bi gurra van van pêşnîyaran û gengeşeyên ku hatin kirin, hûrgilîyên peywendîdarî naveroka malperê şiklê xwe yê dawî girtin û biryar hate girtin ku naverok li jêr çar sernavên ji nivîskar, wergêr, weşanxane û kovaran pêk hatî were dabeşandin û sazkirin.

Ji bo pêkanîna naverokê, lîsteke berfireh a dem û dezgeh û kesayetên ku berhemhênanê dikin di warê wêjeya bi Kurdî de hate amadekirin, tevî dem û dezgehên ziman û wêjeyê yên curecur, li gel 120 nivîskar û wergêran, 22 weşanxaneyan û 14 nûner û edîtorên weşanên mawedar peywendî hate danîn û der barê xebatê de pêzanîn hate pêşkêşkirin. Ji bo ekterên her warî deqên jînenîgarîyan ên nimûne hatin amadekirin û ev deq hatin şandin bo hemû kesayet û dem û dezgehên ku berê peywendî li gel wan hatibû danîn. Zanyarîyên nivîskar, wergêr, weşanxane û kovarên ku dixwestin zanyarîyên wan di malperê de bêne belavkirin hatin berhevkirin, piştî ku ev hatin wergerandin û bi sê zimanan bo cara dawî hatin xwendin, di malperê de hatin weşandin. Dema ku dane li malperê hatin zêdekirin, rûpela her profîlê ya di binê van her çar sernavan de, etîket bi wan ve hatin danîn da ku lêgeranên navmalperî hêsantir bibin. Bi armanca ku paşxaneya dîrokî ya van sernavan, ên ku aydî dem û dezgeh û kesayetan in ku bi rojaneyî bi berhemhênana wêjeyê berdewam in, bêne veguhestin bo serdanên malperê, nivîsên pêşekî ji bo her çar sernavên sereke hatin amadekirin. Di van nivîsaran de, li gel nivîskar û wergêrên ku bi şêweyekî dîrokî dirifa xwe li wêjeya bi Kurdî xistine, weşanxane û kovarên berê kar û xebat kirî hatin helsengandin. Her wekî pêvek, beşa Jêderkan, tê de lîsteke jêderkên ku di henga amadekirina malperê de sûd ji wan hatîye wergirtin û berhemên ku di vî warî de wekî referansên serekî têne pejirandin, û beşa Lînkên Sûdewar, tê de lîsta malperên bernameyên ku ji alîyê dem û dezgehên wêjeyê yên girîng ên li Tirkîye û Ewrûpayê ve têne birêvebirin, hatin pêkanîn.

Hevterîbî van xebatan, li dû gotûbêjên bi awayekî tomerî, yekeyek û bi têlefonê li gel berhemhênerên ku di vî warî de çalak in û pirsen ku bi rêya e-posteyê ji wan re hatin şandin, hizr û pêşbînîyên der barê rabirdû, îro û dahatûya wêjeya bi Kurdî li Tirkîyeyê de hatin berhevkirin. Hemû dane hatin nirxandin û helsengandina rewşê ya kesayetên ji civata wêjeya bi Kurdî yên boçûnên xwe ragihandî bi şêweyê rapirsîya nivîskî hate duristkirin. Ji ber çeperên xebatê, pirtûkfiroş, belavkar û malperên ku li ser înternetê firotanê dikin, ên ku ekterên girîng ên dîtir in di belavekirina wêjeyê de, çênebû ku di vê qonaxê de daxilî çavpêketinan bibin. Di qonaxa li pey de, pîlansazî ew e ku di Pûşpera 2016’an de li Amedê di civîneke li gel ekterên wêjeya bi Kurdî û vexwendîyên ji rêveberîyên herêmî û dem û dezgehên gelemperî de rapirsî û daneyên berhevkirî bêne belavkirin û şêweyê şuxulîna malperê were derevekirin. KurdîLit, di nîveka duyem a 2016’an de, di çarçoveya çalakîyên Sekûya Wêjeyê ya Ewrûpayê ya Literary Europe Liveê de di Mîhrîcanên Wêjeyê yên li Malta û Polonyayê de dê bo dem û dezgehên wêjeyê yên Ewrûpayî were ragihandin. Em di kar û xebatên curecur de berdewam in da ku li Tirkîyeyê û li qada navneteweyî wêjeya bi Kurdî bêtir xuya bibe û malper xwe bigihîne ekterên wêjeyê yên ku li van deran kar û xebatan dikin.

Çavkanî:(bnr: http://www.kurdilit.net/)



07.08.2017 12:50 ~12:51 | serhednişîn

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîlit

Kategoriyên mijarê:: malper malper malper kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî