Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 53 peyam
endazer - tirşik
endazer
(60) (8) (1)
di mijarê de bigere

59. nivîskarê ku ji sedî sed jê hêvîdar im ku niha bersivek qerresa û têr û tijî amede dike:-)



15.02.2014 21:34 | ferhenga şikestî

60. hin tişt hene fitrÎ û tabiî ne, yanî ne li ser îrade û îctîhada me mirovan e, û hi tişt jî hene opsiyonel in, di dawiya lêpirsÎn û lêgerîn û lêkolînê de mirov bi ser ve dibe,

li gundekê kurdistanê ji dêûbaveke kurd ê misilman xwudê dame, pêşiya pêşîn xwe wek evdekî ji evdên xwudê dibînim û pê re insanek ji nav insanên din û pê re xwe wek misilmaneke sunî î şafiî û pê re jî kurdistanî û kurd û kurmanc û cizîrî û ewênî û kurê bavê xwe!



ji van aîdiyet û nasnameyan yek tenê jî ne min hilbijartiye, insaniyet dan û lutf û keremeka xwudê ye ji bo min, kurdistanîbûn û kurdbûn û kurmancbûn jî ayetek (hucurat, 13.) ji ayetên xwudê ye.. û îslamiyet anku misilmanetî jî Îkrameka (îkram û kerem ji yek kokî ne) malbatê bû.. heta ku nebalix bûm, min bêyî pirs û bêyî hişmendî rojê pênc danan jê dixwar, lê piştî ku balix bûm û min karî ez bîr bibim û li ser tiştinan bifikirim, îkramên din jî tam bikim û li naveroka îkramê bipirsim, ez dirêj nekim piştÎ xwendinên xwe, pirsên xwe û çûnûhatinên xwe -ku hê jî berdewam in- bi dilek têr û tetmîn û mutmeîn wek dîn û rê û bawerî min îslamiyet ji xwe re hilbijart..



heta ji min tê ez ji pencereya heq û heqîqet û edaletê li meseleyan dinêrim.. ji xwe li gorî baweriya min dema mirov bi meyzînên dinyewî yanî bi siyaset û îdeolojiyan insanî li meseleyan binêre, mirov nikare ji nav û ji heq derkeve.. di hîsîyat û hesasiyetên xwe de ji dinyaya xwe ya biçûk destpê dikim, yanî dema du zarok bi hev re bigirÎn, kÎjan nêziktir be, pêşiyê bi hawara wê ve dibezim..



ûsluba min belkî hişk e erê lê min çêr û heqaret nekiriye tu kesî.. bi qasê ku tê bîra min, min ji bo öcalan gotiye taşeron, bi xwe di vîdeoyên xwe de bi zimaneke serîh dibêje, û min gotiye dişibe adnan oktar.. û min ji bo teyyîb gotiye teyyîbê sergolik.. wekê dî eger min di peyamên xwe de heqaret li kesekî kiribe, ez dikarm lêborî jê bixwazim û peyama xwe sererast bikim.. ez bi xwe bikar nayînim lê li gorî min gûxwarin biwêjeke argoyî ye, ne heqaretek e.. yanî mirov nikare jiber vê biwêjê dawa heqaretê li tu kesî veke.. ji bo min bi xwe jî di bin mijara endazerê de îthameke bi vî rengî heye endazer/7572.. û wekê dî ji ber fikrên min ên siyasî yên di tirşikê de têra dinyayekî bi riya peyamên taybet dijûn û heqaret û tehdîd ji min re hatine û têne, di bin mijara endazerê de jî çendek ji tehdîdên sergirtî hene ..



bi qasê ku ez dibînim û dixwînim öcalan piyon û taşeronek e - ji xwe ew bi xwe jî di vîdeoyên xwe de dibêje- dewletê hêj serhildana şêx seîd destpê nekirî, çawa plan danî çend fîrar û mehkûm bi ser şêx seîd de rêkirin û bi vî awayî jî kir ku qiyama şêx seîd ber bavêje û negihe tu encamekî, welê jî dewletê öcalan bi ser kurdan û partiyên kurdan de rêkir.. rexne eger tiştek potansiyela başbûn û rastbûnê tê de hebe tê kirin, yanî ez dikarim rexneyan li poetîkaya berken bereh bigirim lê öcalan hewceyî û hêjayî rexneyê nabînim, bi nivîsên xwe yên li ser öcalan û li ser kadroya rêveber ya pkkê dixwazim ku kurd li hemberî xefk û lîstikan hişyar bin, li xwe miqate bin, hevsarên xwe û îradeya xwe nexin di destê tu kesî de û nehêlin ku tu kes bi kabên çongên zarokên wan qumarê bilîze..



li cem tirkan edet û biwêjeke bi navê eğreti gelin heye, nizanim di nav kurdan jî heye an na, li ber dilê min kurdistan bûk yanî qehbika dinyayê ye, heçiyê hatiye, xwe pê kiriye mêr, têr jê xwariye, dilê xwe pê xweş kiriye, bêhna xwe lê fireh kiriye, û lêdaye çûye..



û di platformên tirkî de û li cem hevalên xwe yên tirk min têra dinyayekî rexne li dewletê girtine, lê di tirşikê de ez dewletê rexne bikim çi ye nekim çi ye, û ji xwe behskirina mêtingehbûna kurdistanê û bindestbûna kurdan ma ne rexneyeke bi serê xwe ye,

ma her gav û seet divê ez strana ''em avêtin zindanan lo dilo, lo diloo? bêjjim.. *



16.02.2014 02:15 | endazer

61. ger ew pezkuviyê cûdî yê ku ez nas dikim be



heke ez ne şaş bim min wî di wergera facebookê bo kurdî de nas kiribû baş nayê bîra min *

ez û wî di wê tunebûna wergêrên facebookê de li meydanê bûn *



(bnr: ger ez şaş bim xeberê bigihînin mi ku ez nehetikim :) )



21.02.2014 01:07 | berxweda

62. nivîskarê ku dibêje "tirşik cîhê siyasetê ye" û bi vê gotina xwe ve kenê mirîyên goristanê tîne*



23.02.2014 14:56 | nazim tolhildan

63. tirşikcanê ku li herkesî, bi çavê tirşikvanê potansiyel, dinêre.

mesele li nivîskarek dinêre û dibêje: tê de qet tune be potansiyela 1000 peyaman heye. (heçko li berxikek binêre û texmîna kîloya goştê ku wê jê derkeve, bike) *



02.03.2014 22:54 | simurg56

64. nivîskarê ku min di kovara wêje û rexne de wergera wî xwend lê min çend car ji serî heya dawiyê rûpelekê çar car xwend min dîsa jî fêm nekir:-) min di hundirê xwe de got bi xwedê helal be jê re ez hê nikarim bixwînim lê ew ji îngîlîzî wergerandiye.. bi rastî jî meraq dikim kêngî û çawa hînî îngîlîzî bûye?



06.03.2014 01:36 | ferhenga şikestî

65. nivîskarê ku di hilbijartina herêmî de dengê xwe daye bdpê ye. peyama xwe de diyar kirîye ku, di şertê îroyîn de, careke din dengê xwe nade bdpê. bi qewlê simurg56 ve:

(bnr: sen gelme ulan ayı)



01.04.2014 00:02 | nazim tolhildan

66. ew jî yek ji nivîskarên ku şêwaza wan ne baş e.

kuro 'ehmeq' çiye yaw, dibe ku te bêhemdÎ nivîsandibe?



05.04.2014 17:06 | mergehez

67. min aniha tapeya ocalan dît. uzra xwe dixwazim, endazer tu mafdar Î. erÊ ez jÎ muxalÎfÊ ocalan bûm te ne ji ocalan ra lê ji kurdÊ ku diçe amarayê re gotibû ehmeq. ji bo wê hinekÎ hêrs bibûm lÊ anhaka poşman im tu mafdar Î ji vÊ saetÊ şûn de kurdÊn ku diçin gundê amarayê li gor min jÎ ehmeq in.



06.04.2014 14:02 | hun çawane heval:)))))))

68. homofobîk e. ser de bela xwe ji kevçî venake.

(bnr: ma illa pîslix çiqarax?)



14.04.2014 01:36 | kevçiyê dil

69. Weke camêrekî pir otonom ango xweser dixuyê..



14.04.2014 01:54 | birho_fîlo

70. nivîskar û moderatorê tirşikê ye. geh hevraz diçe, geh berjêr diçe û hema ji min re alerjî dibe. di dawîyê de, di mijara peşmerge neynika barzanî ye gerîla neynika Öcalan e ya min vekir de hê payama min fêhmnekirî ji bo min tiştana nivîsî. kuro ca dîsa bixwîne û binêre ka min çi got. min tu heqeretî an jî rexne ti kesî, ne Öcalan ne jî barzanî nekir. min bi qewlê tirkan ve "önerme" kir. eger fikra min meraq dikî, bêjim: gerîla jî pêşmerge jî li ser serê min e. û dîsa bêjim: weke te jî got, ez çawa neynika bavê xwe me, ewna jî neynikê serokê xwe ne. û dîsa dubare bikim, ev yeka "önerme"yeke bi gelemperî ye. yanî bêgûman di nav de mînakên nebaş jî weke jîtem an jî pêşmergeyê bênamûs yê li ser xendeq sîlle avête mêrik jî hene.



16.04.2014 09:01 | nazim tolhildan

71. hemu peyamÊ wÎ bi di noxtik dawÎ dibe ji bo wÎ jÎ min hÊrs dike. law ji xeynÎ du noxtik tu tişkÎ nizanÎ? bila yek peyamÊ te bi fer noxtik biqede yan jÎ sÊ noxtik. pirsgreka te çÎye endazer? çima xişk pişta di noxtawe zeliqiyÎ?



19.04.2014 03:40 | hun çawane heval:)))))))

72. nivîskarê ku henek û tinaza xwe bi megapîksela telefona min kiriye.. gotiye megapîkselok! Efendî Efendî telefona min 13 mp e û full hd vîdeyo dikşîne haya te jê heye?:-) temam qebul dikim profesyonel falan nîn e lê belê di rojên xirab de digihîje hawara min û tiştekî din jî heye ku pirsgirêk ne di telefona min de bû, ew kesê ku wêneyên me girt, nizanîbû bigire lewma yanî:-)



22.04.2014 14:00 | ferhenga şikestî

73. camêrê/a her gav peyama dişeynî.



22.04.2014 23:45 | hemokrates

74. nivîskarê ku eger ji min re li ber maseya raqîyê hevaltîyê bike û du qedeh vexwe, ezê jî ji wî re biçim nimêja înîyê*



24.04.2014 03:50 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî