Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
endazer - tirşik
endazer
(60) (8) (1)
di mijarê de bigere

40. bila ev hevala baldar be çimkî van rojan qaşo lîsteyên pkkê yên reş aşkere dibin herçiqasî navê vî mirovî di lîsteyê de tûnebe jî metirsî û talûkeya tevlêkirina navê wî ya lîsteyê jî di nav gûmanan de ye*ev yek bêmafî ye çimkî ev mirova jî peywira xwe li hemberî pkkê tîne cih weke fisgenîyên din lêbelê kes wî tiştekî nahesibîne û ji nedîtî ve tê.bi kerema xwe ve bila navê wî jî tevli xwedêgiravê lîsteya reş bikin da ku dilê wî jî xweş be û xwebawerîya wî zêde be..



14.12.2013 22:24 | azad zagros

41. keyfa min gelekî bi nivîsandina wî ya kurdî tê: wekî helbesta dinîvîse heyran! (vbnr:https://www.tirsik.net/e/19983 )



16.12.2013 22:35 | ervah.azad

42. camêreke xweşnivîs e. ku keç bûna minê dawa zewacê lê bikira *



20.12.2013 01:24 | oxir

43. nivÎskarÊ ku berÊ moderatorÎya xwe dihat rexne kirin e. lÊ belÊ nuha evÎna hemÛ leydÎ Û centÎlmanÊn tirşikÊ ye.



20.12.2013 10:57 | cinorek

44. meriv ji xwendina nivîsên wî kêf digre, pirr bi meraqim çawa wiha xwe pêşva xistîye?



21.12.2013 12:42 | xurufi

45. mijara herî popûlere di rojeva tirşikê de.heya naha ya min ji têde 46 peyam di bin vê mijarê de hatîye nivîsandin.



22.12.2013 11:53 | karmatî

46. Nivîskarê ku hejmara peyamên wî bi gihîştina îro ji 3000 ( bi nivîsê: sê hezar ) peyamî derbas bûye.



27.12.2013 01:22 | ceso

47. nivîskarê ku min vê êvarê di rê de wî dît min silav da lê nebihîst û nedît

ji xwe re mûzîk godarî dikir



31.01.2014 01:17 | ferhenga şikestî

48. nivîskarê ku li her derê sempatîzan nebûna xwe a pkk'ê eşkere dike ye.



31.01.2014 05:04 | nazim tolhildan

49. Zeke ez vînena nuskarê ku lokomotîfanê tirşikî ra yew o..



31.01.2014 05:43 | prode_pasha_chinyo!

50. dizekek e, tiştên ku min li rûpela xwe ya facebookê argo û çêrên kurmancî nivîsîne gişan kopî dike û bêyî ku çavkaniyê nîşan bide li vir dinivîse. ez wî şermezar dikim.



09.02.2014 02:25 | qomançêro

51. rast e, ji kom û komîte û komeleyên li ser netê bi ser navê kurdî, ku eger hêjayî qeydkirin û arşÎvkirinê biibÎne, çi li ber desta bikeve, tîne û di tirşikê de qeyd dike, eger ew tişta ku ji derinan werdigire û di tirşikê de qeyd dike, xwediyê wê diyar be, ji xwe destnîşan dike, wek nimûne; tengezarê marînî carinan di rûpela xwe ya li ser facebookê de helbestinên bijarte yên şairên alman yên ku bi xwe werdigerîne kurmancî, belav dike, min çend carî wergera wan helbestan ligel navê wergêrê helbestan di tirşikê de qeyd kiriye.. heçiyê dixwaze dikare kontrol bike, dîsa wek nimûne; abdulkadir bingöl li ser hesabê xwe yê facebookê carinan peyv û bêje û gotinên pêşiyan yên xweserî devera botan belav dike, ez jî wan yeko yeko wek mijdar di tirşikê de qeyd dikim, lê ji bo her mijarekî nîşandana çavkaniyan sergêjiyê bi xwe re tîne, dîsa di koma zimanê kurdî ya li ser facebookê de, berê hefteyê carekî min hemû parvekên di komê de analîz dikirin, ji parvekan biwêj û gotin û bêje û qalibên ku di ferhengan de peyda nabin, min dianî û di tirşikê de qeyd dikir, lê di bin her mijarekî de nîşandana çavkaniyan ne mimkun e.. ji dêla wê, min di mijara koma zimanê kurdî de, behsa feyde û meziyetên vê komê kiriye..

bi çavekî rût dema mirov li meseleyê binêre, belkî ya ku ez dikim wek dizî bixweye, lê tiştên ku ez ji hirde û wirde werdigirim û di tirşikê de qeyd dikim, ne ji bo hesabê xwe yê şexsî lê ji bo ku ew tişt di nav dehlîzên tarî yên înternetê de wenda nebin ez vê yekê dikim.. meseleya destnîşankirina çavkaniya hinek mijaran jî wek min li jor behs kiriye, bi temamî ji ber zehmetî û bixwerenedîtiniyê ye..



09.02.2014 02:46 | endazer

52. nivîskareke dizek e ku roja înê şekala min ji ber deriyê mizgeftê diziye. dizekê heram *



09.02.2014 09:50 | oxir

53. berhevkarê peyv, bêje û gotinên pêşiyên kurdan e. ji gelek malper û rûpelên kurdî tiştinan berhev dike û tîne li arşîva tirşikê zêde dike. vê yekê ewqas lezgîn dike ku nekarîna nîşandana çavkaniya xwe, normal e. qomançêro gotinên xwe de rast e lê gotina diz jî beredayî ye.



09.02.2014 11:02 | simurg56

54. (bnr: erÊ ew dizek e, ji ber ku dilÊ me diziye)



09.02.2014 11:03 | cinorek

55. tirşikxwarê ji robin williams hez nake. nizanim Gelo wî patch adams temaşe kiriye?



13.02.2014 01:30 | berxweda

56. nivîskarê di dinyayeke din de dibe ku em bibûna birayên hev, lê ne di vê dinyê de



13.02.2014 11:12 | nazim tolhildan

57. nivîskarê ku ez dixwazim çend heb pirsan lê bipirsim û hin şîroveyan bikim e. ger bersiva min bide, li ser navê dinyayê û mirovahîyê ezê bextîyar bim:



xuyaye ku miroveke vala nîne û zanaye. bi sêrî de, ez carinan ji xwe re dipirsim, dema ku mirov rexneyan bike, divê şêwaz a wî çawa be. gelo rexnegir zimanê xwe tûj bike yê çêtir be an şêrîn bike yê çêtir be? bêguman dive carinan tûj be, carinan jî şêrîn be. lê, li gorî min, divê kurd derheqa kurdîtîyê de bi hev re zimanê şêrîn ve rexneyan bikin ku muxatabê rexneyan xwe serast bike. bi tirkî dibêjin "tatlı dil yılanı deliğinden çıkarır". mixabin, parvebûn tişteke pir hêsan e. lê yekitî û hevgirtin tişteke pir zore. Parvebûn çirkekê de pêk tê, lê yekitî bi salan va peyda nabe. divê em li hemberî hev bi zimanê tûj ve parve nebin. wekî mînak: kes macbûr nîne ku fikrê Abdullah Öcalan biparêze û dikare bi rihetî dijberîya xwe bîne ziman. lê, parastina gû xwarina Abdullah Öcalan çî ye? gelo mirov nikare ku şaşîyên Öcalan hin peyvên din ve eşkere bike? ger kekê endazer sedemên tûjbûna zimanê xwe ji me re dîyar bike, dibe ku emê jî heq bidin û wek wî bifikirin.



xêncî wê; di nav kurdan de her celebî mirov hene. yên misilman hene, yên xwedênenas hene, yên elewî hene, yên şafî hene, yÊN KOMUNÎST HENE Û HWD. EV MİROVANA HER ÇİQAS CELEB CELEBÎ BİN JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE HAMÛ KURD İN. NİHA DİVÊ EM Çİ BİKİN? HER KES Lİ RÊ YA XWE YA TAYBET DE BİÇE Û PARVE BİN? ANGO MİSİLMAN RÊ YA XWE DE, XWEDÊNENAS RÊ YA XWE DE, ELEWÎ, KOMUNÎST, ŞAFÎ HEMÛ RÊ YÊN XWE YÊN CÛDA DE BİÇİN AN NA? Lİ GORÎ MİN, DİVÊ EM Bİ SÊRÎ DE KURD Û KURDÎTÎYÊ, Bİ TAYBETÎ JÎ MAFÊN HEMÛ KESAN BİPARÊZİN. GELO KEKÊ ENDAZER JÎ WEK MİN DİFİKİRE AN NA? WEK KESÊN MAFÊN HEMÛ MİSİLMANAN DİPARÊZİN, EW JÎ MAFÊN XWEDÊNENASAN, ELEWÎYAN, KOMUNÎSTAN DİPARÊZE? GER MÎNA MİN BİFİKİRE Lİ SER ÇAVÊN MİN, LÊ MÎNA MİN NEFİKİRE DÎSA Lİ SER ÇAVÊN MİN. BİLA ZİMANÊ WÎ Lİ HEMBERİ KURDAN XWEŞ BE, KESÎ RENCÎDE NEKE BESE. KES NİKARE Bİ ZORÊ FİKRÊN YEKÎ DİN BİGUHARÎNE. EV YEKA Jİ XWE TİŞTEKE ŞAŞE JÎ. EM NE DİJMİNÊ HEV İN. FİKRÊN ME WEK HEV NEBE JÎ, Dİ DAWÎYÊ DE EM Dİ BİN ZORDARÎYA DEWLETê de dimînin.



di dawîyê de; ger ez şaş bim bila min rast ke, li gorî dîtina min dewletê zêdetir pkk'ê û Abdullah Öcalan rexne dike. ez nabêjim rexneyên xwe de neheq e. lê keke endazer, qet gunehê dizek tuneye. bila wek pkk û Abdullah Öcalan rexne dike, dewletê jî rexne bike ew jî tişteke. lê wek gotina wî xwe, kar û barê wî reşşikkirina pkk û Abdullah Öcalan e. ez carinan dikevim şikê û dibêjim ku gelo endazer ajanê mossad'ê ye*. di vê mijarê de jî fikrên xwe ji me re kifş bike emê kêfxweş bin.



15.02.2014 18:06 | nazim tolhildan

58. nivîskarê ku ez bawer im niha bersivek 100-150 rûpel dinivîse.



15.02.2014 20:12 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî