Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
endazer - tirşik
endazer
(59) (8) (1)
di mijarê de bigere

192. nivîskarê ku demekê di ferhengê da qala armanca xwendina beşa mîmariyê di zanîngeha seleheddîn eyyûbî de dikir nizanim çi bi serê ev armanca wî de hat piştî ku ew zanîngeh hata girtin.



29.12.2016 05:46 | şikber

193. di peyameke xwe de gotiye ez ji amedê diherim, lê meraq dikim gelo berê xwe dide kîja bajarî? îşalla ne stenbol an enqere be. an?



27.01.2017 11:27 | ferhenga şikestî

194. ji bo bloga xewşeriqî axivîye, behsa gelek tişta kiriye: hevpeyvînên tirş - 3 "endazer" Here lînkê



11.04.2018 10:44 | xendekî

195. Xwezî ew jî niha livir bûya.



24.11.2019 23:44 | cinorek

196. nivîskarê ku nizam bi ku ve çû û çû û nema tê.
(bnr: gelo niha sax e)
(bnr: bayê felekê)



01.12.2019 02:02 ~2019.12.05 23:49 | ceso

197. Nivîskarê ku min bi telefonê bang lê kir ji bo vegerê tirşikê lê Telefona xwe ne vekirî ye. Ku li min vegerê ezê wî ji rewşa tirşikê haydar bikim. Belkî vegerê.



01.12.2019 14:24 | nan û av

198. bila êdî vegere min bêriya entryên wî û nîqaşên wî yên siyasî kiriye*



01.12.2019 14:34 ~14:35 | ferhenga şikestî

199. Wellehî hat û bîllehî hat. Ez li benda wî bûm. Bi rehetî dikarim bibêjim ku number one nivîskarê tirsik.netê ye. li ber dilê min yekî efsane ye. Wey tu bixêr hatiyî. *



01.12.2019 21:02 ~2022.04.25 11:05 | mirovekirind

200. kesekî gelekî jêhatî ye. ev meriv çawa ew qas dikarin ji vana karan dûr kevin, nizam. teqez nika çend pirtûk wergerandiye û qerasekar qulibandine.



01.12.2019 23:06 | serhednişîn

201. Nivîskarê ji ber keftûlefta jiyanê a zor û zehmet nikare di tirşikê de wekî berê bi têra dilê xwe binivîse. Li gorî pîramîda maslow hîn di pêpelinga duyem de ye* Piştî ji wê merheleyê derbas bû wê cardin vegere vê bestê û hespê xwe yê kumêt bibezîne.



12.12.2019 22:29 ~22:30 | xeyda

202. bavê tirşikê ye.
lewra li gorî gotina wî bixwe -ku di nav bi hezaran peyaman de niha nikarim bibînim- tirşikê wek zarokekî xwe dibîne. ji ber wê yekê, her çiqas demek dirêj jê dûr mabe jî, bawer nakim dev jê berde.
duh nîvê, hêdîka hatîye û ser tirşika ku di serma şevê de xwe kifş hiştîye, nixumandîye *



25.12.2019 22:55 | simurg56

203. nivîskarê bi vegera xwe ve nûçeyeke ji her alîyan ve hate derewandin xiste rojevê. /115374

tu bi xêr hatî endazer *



27.12.2019 00:43 | berxweda

204. Bi xêr hatiye. Nivîskarê ku ji zûdeye bê deng e. Mala xwudê ava wey îroj hatiye û bi erka xwe yî moderasyonê rabûye û 2 mijarên behsa heman tiştî dikin lê sernivîs cûda kiriye yek. Heke bi karekî din ne mijûl be divê nivîsên xwe yî hêja ji me kêm neke. Mafê me heye ku em nivîsên wî yê hêja bixwînin ji ber ew keseke ji aliyê vî gelî hatiye gihaştin.



11.04.2020 23:01 | tîrêj zana 21

205. Pahr havînî bû. Li xulyana destê sibehê de min ew dît. Porê xwe yî ripîreş li aliyekî xistibû. Pîrehenek spî lê bû û berdabû ser pantorê xwe û çenteyekî karkeran avêtibû milê xwe.
Xwe dabû qiyamekî da ku xwe bigihîne ser riya Midyadê, qey ji wira jî wê biçûya Cizîrê. Belkî jî ne ew bû wehma beriya heft salan bû.



19.04.2020 18:12 | aryâspa

206. Gava tirojên sibê şewq dida li ser deştê,
Min ew li ser riya gûndekê mêrdinê dit.
Weke mîrên botan xûya dikir.
Li hespê xwe siwar bibû diçû.



19.04.2020 19:23 ~19:26 | cinorek

207. the godfather/30413 meraq dikim gelo kîngê soza xwe bigire û fîlmê the godfatherê wergerîne kurdî. Ew 6 salan zêdetir e em hêviya wî ne.

(bnr: koma wergera fîlman ya tirşikê)



03.07.2020 00:50 | mîr

208. Nivîskarê ku meraq dikim gelo di lotikxaneyê de qet nivîsandiye?



27.02.2021 21:31 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» endazer û emre uslu

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî