Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
mem - tirşik
mem
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarek ê tirşikê ye.. hemû peyamên wî yên di tirşikê de derheqê wênegir û wênekêşê fermî yê kurdistanê mehmet masum süer de ne.. kurdiya wî/wê xweş e û agahiyên têrker û tetmînkar dide..

(bnr: nivîskarên navdar û berniyas ên tirşikê)



05.09.2013 14:44 | endazer

2. aktorê sereke yê dîwana mem û zînê ya şairê kurd ehmedê xanî û destana memê alan.. navek xweş û sivik û levhatî yê kurr û lawan.. muhtemelen bi kurtebirrîna navê muhemed an mihemed yê bi erebî çêbûye.. di folklora kurdan de wekê remz û sembola eşqê û sewdaseriyê tê bikar anîn.. di stranên vê paşiyê yên ku ji dest û devê stranbêjên kurd ên lokal ên ji bakurê kurdistanê derketÎne de jî wekê remza mêrên dilketî tên bikar anîn; wek nimûne; ez bûme wek memê alan.. û di nav civak û cimaeta kurdan de bipirranî navê kesên mem wek memo an memê tê hildan.. filan..



05.09.2013 14:55 | endazer

3. navê gelek nîvîskarên kurd e. ê navê wî mehmet, mahmut û muhammed hetta ahmet jî, gişa navê xwe kiriye mem. çend heb mem, biborin çend mînak:



mem ronga,

mem bawer,

mem med,

memê mala hinê,

mem jan,

mem gewez,

mem zînistanî,

mem alan,

mem mamo

mem mem ...



21.02.2014 02:14 | seydayê_peyvan

4. mem mîna genên çandî bihesibînin. ew mîna gen, agahiyên çandî ji nifşên pêş ji nifşên paş re neqil dike û jiyana/hebûna çandan dide berdewamkirin.

(bnr: richard dawkins)



03.10.2018 15:42 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» mem û zîn

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî