Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
narîn yukler - tirşik
narîn yukler
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. narîn yukler helbestvaneke xweşkok î delal e, helbestên wê jî mîna wê lihevhatî ne. îsal di pêşbirka helbestan a arjen arî de bi dosyeya xwe ya rê û rêçê liqayî xelatê hat dîtin.

ew di sala 1988an de li wêranşara rihayê hatiye dinê, li dîlokê zanîngeh xwendiye, ji ber rewşa siyasî ji sala 2014an ve wek penaber li zaxoyê dijî. zewicandî û diya zarokekê ye. yukler digel kurdî bi tirkî jî dinivîse û par di pêşbaziya "altin defne genç şiir ödülü"yê de xelata taybet a lijneyê wergirtibû. heta niha helbestên wê di gelek cîyan de hatine weşandin û li flemenî û ûrduyî jî hatine wergerandin.

Here lînkê



29.08.2017 01:57 ~2018.07.04 15:54 | tizbîkêş

2. min weke vê xanimê kesek din nedîtiye ku evqas reklama xwe dike. ma helbesta meriv nizanim di kîjan antolojiya bereday de were weşandin çi ye, neyê weşandin çi ye? li profîla wê ya twitterê binêrin hûn ê fehm bikin ka ez behsa çi dikim.



31.03.2018 13:40 ~2019.08.18 01:47 | bargiran baran

3. şoq şoq şoq! yildiz çakar û îbrahîm seydo aydogan îddia dikin dosyeya narîn yukler a bi navê rê û rêç ku di pêşbirka helbestan a arjen arî de xelata yekemîniyê wergirtibû, ji tirkî hatiye wergerandin û wergêr jî nûdem hezex e.

îbrahîm seydo wiha gotiye:

"Kawa Nemir, Gulîzer, Çiya Mazî, Berken Bereh û Necla Arî...
Skandala xelata helbestê ya Arjîn Arî paqij bikin.
Kurdiya wan helbestan gihîşt min. Aşkera ye ku ji tirkî hatine wergerandin û hûn jî pê xapiyane.
Yan nekin, yan jî qenc bikin. Ez ê di demeke nêz de li ser vê meseleya Narîn Yukler û xapandina di ser kurdî re gotarekê binivîsim.
Kovarên Başûrê Kurdistanê jî hatine xapandin.
Spas ji Yildiz Yıldız Çakar re ku belge û agahiyên li ser vê mijarê gihandin min.
Ev war bêxwedî nîne. Ez ê wan pirr biêşînim heger lêbihurînê ji milletê kurd nexwazin." Here lînkê


yildiz çakar jî wiha:
"xanima Narîn Yukler bi helbestên xwe yên tirkî ku werdigerîne kurdî xelata Arjen Arî digre.Him lijneya pêşbirkê him jî civaka kurdî xapandiye.Ez wê şermezar dikim. Ev heqereteke mezin e ji navê Arjen Arî û kedkarên vê civakê re.." Here lînkê

"Türkçe şiirlerini Kürtçeye çevirt,çevirmeni de yok sayip ismini hiç bir yerde anma, yetmedi Kürtçe şiir yarişmasina başvur, ödül alinca da kendini alameden görüp sağa sola sataş, milletin Kürtçesiyle dalga geç, bu kadar pişkinliği afişe edenleri de sosyal medyada engelle!" Here lînkê



27.07.2018 14:27 ~2018.07.29 13:05 | bijîmillah

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» narînxan

Kategoriyên mijarê:: niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn niviskarhlbstvn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî