Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dehaq - tirşik
dehaq
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. di çîroka kawayê hesinker de dijminê xwînxwar yê gelê kurd e. cara ewil wek nivîskî di şahnameyê de jê hatiye qalkirin.

li gor çîrokê rojek ji rojan li ser herdu milê dehaqî du mar şîn dibin û ew zûka ferman dide ku dermana vê nexweşiyê peyda bikin. dema êdî ji hal dikeve nişke ve cihûyekî tê jê re dibêje dermana te di xwîn û mêjiyê ciwanan de ye. divê tu her ro xwîn û mêjiyê du ciwanikê bi van maran bidî xwarin da ku ji laşê te sûd wernegirin û zirarê nebînî. dehaq jî wisa dike her ro xwîn û mêjiyê du ciwanikê bi maran dide xwarin lê demekî tê êdî gel dixwaze jê bifilite û ji ber wê jî di şûna du ciwanikê de yekê didin û li cihê yê din jî pezekî qurbanî dikin. werhasil êdî hejmara ew ciwanikên ku ji zilmê dehaqî filitîbûn ewqasî zêde dibe ku çiyayên kurdistanê tije dibin. kawayê hesinker jî heta niha şeş zarokê xwe ji bo wî canawerî qûrbanî daye û dizane demekê were ku zarokê wî yê heftemîn jî dê bibin. beriya ku ew dem were kawa dest bi çêkirina çekan dike û ew ciwanên filitî bi destê hev digirin li hemberî zilma wî serî hildidin. êdî roja serhildanê tê û di 21ê adarê de gelê kurd bi rêberiya kawayê hesinker li hemberî dehaqî radibin ser piyan. axirê kurd bi ser dikevin û dehaq tê kuştin.

bûye sebeb ku di hişê mirovan de canawerekî mîna zîha çêbe.

azî dehaq > azdehaq > ezdehaq > ejdeha û tirk tîpa "r" lê zêde kirine

dehaq > zehaq > ziya an jî zîhayê xebroşkên kurmancî

û ji bo fikrên heretîk bûye lehengek, hem ji bo yaresan û elewiyan hem jî ji bo êzîdiyan

dehaq > zehaq > sultan sehaqê melekekî êzîdiyan



29.08.2017 03:51 ~2020.08.31 16:34 | tizbîkêş

2. çomez e û hêvîdar im ew ê bibe tirşikvanekî jî. û ev sêyemîn kes e ku min de'wetî tirşikê kiriye. lê belê ew du kesên din tu nivîskarî nekirin û firiyan çun esmanê û li paş xwe navên xwe yên vala hiştin *. sê heqê xwedê heye, heke dehaq jî mîna wan be ez êdî tu carî kesekî din de'wetî vir nakim. her wiha;

mêrxasê me yê nû kurdewarekî jîr û jêhatî ye, kurdînûs û kurdî-axêvekî mînak e. hêviya min ew e ku tirşikê tije bike, kul û derdê xwe nehêle, hema birjîne li nav tirşikê, bi xwe tirşik tirşik e :.)

asoxî;
tu bi xêr hatî delalo. *



20.12.2017 23:11 | biruya hayao miyazaki

3. Neteweya kurd Şahînşahtiya Medyayê bê şer ji dest dan. Piştre bi dekbaziyan kete destên neteweya faris. Pêşiyê me Dehaq ku şahînşahê dawîn ê Medyayê bû ji ber xinistiya Kawayê kurd ji textê hilweşiya. Kawa bi hêzên biyanî re hevpeymanî danît û xinistî li neteweya kurd kir. Kawa ne lehengê Kurdistanê ye. Ew xizmetkarê farisan bû. Mîna Êzdînşêr û Rêber xwe firot dijmin û şahê med ji desthilatiyê daket. Dûgela kurdî kete destê farisê xwînxwar. Mixabin kurd ji ber ku dastana newrozê ji farisekî (Fîrdewsî) fêr bûne pêşiyê xwe wekî stemkar û xinisekî jî wekî leheng dizanin. Lê belê ev şaşiyek mezin e.



20.12.2017 23:36 | dehaq

4. Di folklora kevneşopî ya Asyaya Nêzîk de, Dehaq wekî kesayetiyek dîrokî an mîtolojîk xuya dike. Bo nimûne, di edebiyat û folklora farisî de, Dehaq li gor Dieulafoy, şahekî Ereban, mîrekî Sûriyê ye bi navê Zoak. Di kevneşopiya Ereban de wekî Ashurbanipal tê dîtin. Peyva Baevaraspa ku nasnavê Dehaq e, di Şahnameyê de wekî Biyaresb û di şerefnameyê de jî wekî Bîveresb tê bikaranîn. Li gorî Robert W. Thomson, nav ji Pîurîd, mexlûqekî Keldaniyan a serê wî mirov û laşê wî hesp e, tê.



27.01.2023 17:16 ~17:18 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dehaq

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî