1. hunermend û stranbêjekî kurd e ku di sala 1966'an de li Kobaniyê, li Rojavaya Kurdistanê ya bakurê Sûriyê, di nav perên malbateke kurd de ji dayik bûye. niha li swîsra dimînê û çend berhem e wî yên hêjayî guhdarî kirinê hene |
|
05.09.2013 15:18 |
rêdûrkobanî
|
2. xelef û şopînerê dengbêjê nemir mihemed arifê cizrawî.. kêm kes wekê wî dikarin heqê stranên wekê eyşana elî, şevên kanûna, metran îsa bidin û bistirên.. heta niha bi qasê ku ez dizanim albûmeka wî heye lê li ser youtubeê gelek stranên ku ji ber performansên wî yên ji ber aheng û konsêrtan hatine girtin digerin.. ez ne xelet bim mûzîsyenên ku pê re dixbetin her yek ji pişk û pariyekê kurditstanê ye.. |
|
05.09.2013 15:31 |
endazer
|
3. ''di sala 1966 ê de, li bakurê Sûryayê (Kobanî), di nav perên malbatek e kurd de ji dayik bûye. Ji zaroketya xwe ve li ber dengê dengbêj û stranvan û dastanebêjan û di nav şevbuhêrkên ahangane yên ko li malê dihatine saz kirin, perwerde bûye, piştre li ber dengê dapîra xwe hinî rewanbêjî û şêweyên strana-dastanî dibe. Îdî piştî vê qonaxê xwe hinî lêdana biziqê û tenbûrê dike, hişyarî û zanîna xwe ya mûzîkî berfirehtir dike, hem dest bi hînbûna ûdê dike û hem jî bi alîkarya hin mûzîknasên Helebê zanebûna xwe di derheqa meqamên rojhilatê de kûrtir dike. M. Kendeş, dest bi berhevkirina stranên kevin û yên gelêrî dike, li çavkanîyên wan yên resen û zelel digre, anuha jî, ji wê gencîneya ko bi sedan stran têde hene berhevkirin, dest bi hibijartina xwe dike da ko yên herî sipehî, herî narîn, bi dengê xwe yê pêldar û afsanewî û bi şarezayiya dastanbêjîya xwe, pêşkêşî me dike. Muzîkvanên ku bi Miço re kar dikin, ji her çar perçeyên Kurdistanê hatine lê ew li Europayê bi cîh dibin: M. Kendeş bixwe li Swîserayê dimîne, kemanvan Farûq Soran li Holendayê, destxweşê defê Abbas Bakhtiari li Fransayê, destxweşê belebanê Kemal Ceylan li Almaniyayê û ûdvan Goran Kamil li Holendayê. '' |
|
05.09.2013 15:34 |
endazer
|
4. dengê wî yê ku ji serê heft çiyayê kurdistanê bi handana bêrîvaniyê dinizile, meriv gir û gêj dike. ji kengî ve ye pêjna wî nayê, xwe nade der. |
|
05.09.2013 17:22 |
înano lo
|
5. di vê qeyda amator de bi dengê xwe yê wekê zengil mirov mest û gêj dike.. divêm bêjim ku di piyaseya mûzîka kurdî de kêm stranbêjên wekê miço kendeş xudan terza xwe vi xwe hene.. xwudê kêmaya wî nede.. |
|
11.09.2013 12:45 |
endazer
|
6. Ev camêr jî min bi xêra evrensellmuzik.blogspot |
|
11.09.2013 13:08 |
hemdilaarda
|
7. ''lê lê xemê.. xemoşê de min go |
|
01.05.2015 17:37 |
endazer
|
8. Xweda ye, xwe daye. |
|
19.02.2016 02:42 |
daskan
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |